Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    xenîm - tirşik
    xenîm
    (1) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. [kul û derdê mîr bû]



    li cem me ji bo "kes, mirov" tê bikaranîn. lê piranî dema rexne li yekî were kirin, tê bikaranîn.

    weke mîna:



    - te got îbrahîm? îbrahîm ew xenîm e ku nizane heta dehan bêjmêre. ma ew ê bibe bazirgan?



    2015.05.15-21:23 | simurg56

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.05.20-17:17 | elegez

    3. di kurmanciya cizîrê de xenî heye, yanî pir, gelek, , bereket.. wek;

    - em îro bi penîrê ku ji me re ji gund hatiye xenî bûn, yanî me kêf kir

    peyveke bi esl erebî xwuya dike, bawerim peyvên tirkî gani û ganimet jî xizmê xeniyê kurmancî ne..



    2015.05.20-17:22 | endazer

    4. (bnr: xenîmbûn)



    2015.05.20-17:23 | endazer

    5. bûye navê strana mirady. bi vê wesîleyê em hîn bûn ku wateyên din yên vê peyvê heye.
    li jor min gotiye ku li cem me wateya wê "kes, şexs" e.

    encamên ferhengê: Here lînkê
    li gorî ferhenga tirkî kurdî: "çarpan" e yanî ew tişta ku bi mirov ve vedide. mîna şeytên.
    di biwêja "xenîmî (yekî) bûn" de jî wek lêker tê bikaranîn.
    her wiha ji bo "xenîmê xwe dîtin" jî "Azrailini görmek" hatiye gotin, yanî dîtina ezraîlê xwe. ango wateya xenîmê bûye ezraîl.

    li gorî ferhenga kurmancî zazakî jî wateya wê "jehr" e.

    dema em di pirtûkan de hevokên mînak digerin;

    "Dûre têdigêhîje ku ev xenîmbûyîna aqil e, lê nizane ku ew ê bi çi awayî bikari be ji zîndanê bifilite"
    [Ardû - Hesenê METÊ]
    li vir heçko di wateya jehrê, jehrîbûnê de hatiye bikaranîn.

    "Mêrik ji dûr ve weha carekê li cîrana xwe ya hinekî xweşik û navsere dinêre, dilekî wî dibêje xwe gunehkar meke, dilekî wî jî dibêje ev bîstanê ha ê rojekî xenîmî çavên te bibe û şeytan jê re dibêje biçe"
    [Ardû - Hesenê METÊ]
    li vir di wateya "lêxistina şeytên û hêzên wisa efsûnî" de hatiye bikaranîn.

    li derekê disekine, bêyî ko layita di destê xwe de bilivîne an jî destê wî biricife, bêyî ko serê xwe li hêlekê bizivirîne, bi serbilindiya diyîna tiştekî nû dengekî li Bekoyê Garût dike û: -A ji te re, Beko!... dibêje, xenîmê çavên te be, ma ez hîn ji te re çi bikim!
    [Labîrenta Cînan - Hesenê METÊ]
    li vir di wateya "li te heram be (ji bo kesê nankor tê gotin)" de hatiye bikaranîn.


    bi kurtî, mirady jî di stranê de bi wateya jehr an jî ezraîlê de bi kar aniye.

    gotinên stranê;
    "xema te xencera min
    di xwîna xwe de hişk dibim
    sîya te bûm wey li min
    nizanim ez li ku mirim

    kes nema tenê Xwedê ma
    çend peyv man di qiriqa min de
    xatirxwestinên te de man
    hawara min diêşiya

    serê xwe datînim li ber xencerê
    ramûsanên min xenîmê te bin
    bila bircên amedê bibêjin
    çîroka me qîr û qetran e

    -dubare-

    yaaaaar!
    em kavilên poşmaniyê ne."

    stran bixwe:










    2018.12.02-21:30 [guhertin:2018.12.02 21:33]| simurg56

    6. Peyva ku em li herêma bedlîsê wek xenîp bikartînin, e.

    (bnr: xwedê xenîbê te be)



    2018.12.03-07:33 | xelîl

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [4]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    arinlabs [1]
    şirîkatiya ku li ser bingeha big datayê hatiye avakirin û navê...
    tirsik.net [2]
    Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hev...
    pismam.com [3]
    malperek din yê şorbeya kurdî û tirkî ye. malperên wisa dilê kurdên...
    serê şevê çîrokek [2]
    Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xenîm

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrn zimanpeyv kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî