Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mad max: fury road - tirşik

nizanim çiqas sal din, dinya dibe çol û çolistan, komên mirovên cuda peyda dibin. hin kes ji bo azadiya xwe dikevin rêwîtiyekê....
(12 şîrove)
mad max: fury road
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. fîlmê ku çend hezar sal e li benda ketina wî ya sînemayê me. wê vê yekşemê yanî 17.05.2015 li tirkiyê bikeve weşanê. gellek gellek pesnê fîlm didin û xuya ye wê toz û dûmana 2015 an rabike. fîlm wekî mad max di 1979 de cara pêşî derketiye pêşberî bîneran dû re 1981 de mad max 2 û di 1985 an de jî mad max 3 hatiye kişandin. û di 2008 an de jî dest kişandina mad max fury road kirine ku nihayet îsal gihîşte pêşberî me. fîlm bi berfirehî bi tekûzî gihîştiye, ez dibêjim jê nemînin û herin darî fîlm bikin. pûana wî ya imdb yê 8.2 e û ez ne xelet bim hê îro kete weşane.



Here lînkê





16.05.2015 00:58 ~2015.12.22 12:20 | ceso

2.





not: mirov nikare di heman enrty de him linka vidyoyê û him jî lînka wêne bide lewre yek ji wan venabe. ez jî ji mecbûrî vîdyoyê di entryeke nû de parve dikim



16.05.2015 01:08 ~02:27 | ceso

3. jin jiyan azadî!* *



18.05.2015 16:13 ~16:16 | xwelî li ser

4. rasterast pêkanînek hunerî ye. ji her alî ve. tenê hinekî senaryo basît e lê ew peyamên ku dide mirov vê sivikbûnê ji holê radike. fîlm hê dest pê dike nakê ji serî heya dawî aksîyon û şer û pevçûn e. lê aksîyon û şereke hunerî ku dîmen ji dîmen xweştir pêşkêşî mirov dike. fîlmekî femînem e.

- yek ji serkeftîtirîn hemanê fîlm ew e ku jin tê de wekî jin cih girtine. yanî ne wekî lara croftên xeyalî û utopîst, jin bi fizîk û qeweta xwe ya rastîn çi be wisa cih girtine û di rastiyê de jinek çawa dikare têbikoşe di fîlm de jî ewqas hêz dane wan ku mirov têdigihe ev jî ji bo serkeftinê bes e. yanî jin bi jinantiya xwe ya rastîn jî dikarin têbikoşin.

- fîlm ji serî heya dawî fîlmekî muzîkal e ku yek ji yekê çêtir bi muzîkan hatiye neqişandin û bi rastî jî bi awayekî tekûz di fîlm de hatiye bicihkirin. henekan nakim lewre manyqekî xwe daye ser maşînek mezin û heya dawiya fîlm li elektro-gîtarê xwe dide ku kadrajên bêhempa raberî mirov dike. aha ew manyaq va ye



- lîstikvana jin charlize theron gelek serkeftî ye ku mirov jê re hijmetkar û heyran dimîne, lîstikvanê mêr tom hardy ye ku wî jî valahiya mel gibson dagirtiye û tam jî ketiye wê rola mêrê bêpaxav û çavbêtirs...



bi rastî jî kî dibeje çi bila bêje lê li ser fîlm xebatek mezin hatiye kirin.



û a dawî fîlm bi awayekî veşartî di rastiyê de rewşa jinên îroyîn raberî me dike. hay ji xwe hebin. *




qir û qiyamet e, xela ye, çol e, dinya bermayiyek şerên nukleerî ye. her derî hovîtî dizî û talan û dagirkerî û mêtingerî ye. yên ku dest dane ser çavkaniyên weke av û petrolê her tiştî kontrol dikin û mirovan bi tirsa aloziyê birêvedibin. di vê qir û qiyametê de hinek jin ji vê mêtingeriyê re dibêjin êdî bes e û serî hildidin û direvin û didin pey hêviyên xwe ku cihekî ku lê bijîn bibînin lê dawiyê lehengê mêr wan îkna dike ku ne ji bo cihekî xeyalî lê divê ji bo mala xwe şer bikin. û vedigerin... bêguman tevgera jinên kurd tîne bîra min



18.05.2015 21:51 ~2015.12.22 12:23 | ceso

5. filmeke pir xeyalî kêm zanistî. nizam çend salên din dinya dîsa bin kontrola dîktatorekêde ye û hin mirov weke koleyan tên bikar anîn. hin mirovên ji bo azadiya xwe dest bi şerekê dikin. mirov tim bi hêviya dawî-lê-hatina şerî û destpê kirina tişteke din, temaşe dike lê nabe dawî lê nayê, heta dawiya filmî heman şer û pevçun. film bi temamî ji aksiyonê pêk tê hew.

çawa ji imdbê 8.2 standiye nizanim, gelo min li nobetê, bi parçe parçe guhdarî kir loma! ne bawerim!



21.12.2015 22:41 | azadixwaz

6. (bnr: spoiler mede heval!)*



22.12.2015 12:18 ~12:19 | ceso

7. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ceso ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 62.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



20.03.2020 18:18 ~2020.05.16 21:05 | simurg56

8. koma wergera fîlman ya tirşikê pîroz dikim.
Sal: 2015
IMDb 8.1
Rotten Tomatoes 97
Wergêr: Ceso (tirşikvan)

Ji serî heta binî çin temaşe kir. Û min eciband.
Bi zimanekî zelal nivîsiye.
Fîlm J'xwe fîlmekî baş e. Em zanin.
Jêrnivîs jî xwedî zimanekî sivik û zelal e.
Çend peyvên heremî hene. Ew jî ne pirsgrêk e. Bila reng û dengê devokê wergêr, jêrnivîsê bixemilînin.

J'bo fêhmkirinele hesanîtir,
Ava sûsê = ava zelal
Parêzvan =polîs
Loda xwînê = kîsê xwînê
Oxira Felekê = li gorî paganîzmê Bihûşt, cinnet.
Xweajo = îçgudu
Destên te sax be ceso.
Min eciband.



24.03.2020 20:50 | gumgumok

10. fîlma ku ji aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê hatiye wergerandin.

min cara ewil fîlmê li sînemayê temaşe kiribû. fîlma ku qala dinyayekê post apokalîptîk a ku piştî kavilbûna şaristaniyê dîktatorên bêwijdan û zilmkar derdikevin holê û xulamtî dîsa tê rûyê dinê dike. fermandareka jin a bi navê furiosa (tiştek wisa bû)* û dînekî bi navê max serî li dîktatorekî ku xwe wek pêxemberekî dibîne hildidin û hew. pûana min 80.

em werin wergera ceso, min bê navber û sekinandin temaşeyê fîlmê kir lê wek gumgumok jî li jor nivîsandiye hinek peyvên ecêb hebûn lê xeyn ji wan tu pisgirêk tune bû. destên wî sax bin.



31.03.2020 00:35 ~00:37 | xelîl

11. fîlmek cûda bû ji bo min. fîlm wek li jor jî dubare hatiye gotin, ji serî heta binî aksîyon e. di deqeya 5ê fîlan aksîyon destpê dike û hîç nasekne an jî kêm nabe. lê divê heqê wê bidim ku heqê sahneyên aksîyonê nade. di pêşerojek wisa ku çekên pêşketî tune ne, şer wê çawa bûna, vê yekê gelek gelek fikirîne û rêbazên ecêb kifş kirine.
jixwe ew zilamê ku li ser tirê heta dawîya fîlmê li elektro gîtarê dixe... min fîlmê hê nû temaşe kir lê gelek caran rastî fragmana wê hatime û ew dîm tim bala min kişandiye û kenê min lê hatiye.
ez şûna rammstein an jî soad fîlan bûma, min ê di konserek xwe de wek wî zilamî ji gîtara xwe agir derxistina.

min 75 pûan da fîlmê. çimkî ji xeynî dîmenên xweş yên aksîyonê, tiştekî din neda min û aksîyona zêde jî mirovên wek min, diwestîne. tê de hinek nepenî, dîalogên qalîte û tirs fîlan jî hebûya, wê gelek baştir bûya.

ji bo wergera kurdî jî spas dikim ji ceso re. wergerek xweş bûye.



25.04.2020 08:27 | simurg56

12. bi rastî dinav fîlmên aksîyonan de, bawerim tu fîlm wek vî fîlmî ji serî heya dawî ye aksîyone nade. Serlîstîkvanê tom hardy ê hêja ye. Wekî din tişta ku di derheqe fîlîm de dizanim ji alîyên cilan an jî kostuma vê xelat jî standîye.



25.04.2020 22:53 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» madrid
» fury
» road runner

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî