Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dengdana peyamên tirşikê - tirşik
dengdana peyamên tirşikê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez nizanim divê em vê helwestê bidin wateya "xwendina peyaman" , lê gelekî kêm e. xêndî 2-3 hebê wan, tirşikvanên ku gelek peyam berhemandine, neketine serê lîsteyên çeppik-reşşik-ecêp/dayînê. helbet, kesek ne mecbûr e dengdayînê. lê ev helwest min dibe kalîteya peyaman. binêrin:



hejmara peyaman: 65.498

hejmara dengdanan: 11.097

cûdaiya navbera wan: 54.401



(bnr: pirsgirêkek heye).

lê çi ye, nizanim.



edît 1: ez heta nuha;

556 peyam nivîsandime. hejmara mijarên vekirî ya min 129 e. 731 car jî deng dame. (çeppik/reşşik/ecêp) di nav tirşikvanan de ji aliyê hejmara peyaman 24. im. di lîsteya reşkirdo de 2. (117 car); di lîsteya çeppikvano de 3. (579); di lîsteya ecêbmayîno de 4. (35 car) im.



divê rêzkirina lîsteya peyam-nivîsandinê û lîsteyên çeppikvan/ reşkirdo/ ecêbmayîno de rêjeyeke rastîn heba. ango ez di lîsteya dengdanê jî divê li dora 24. bibam. lê rêjeyek gelek ters heye. ji bo tijekirina tirşikê (tijekirinek baş) divê van lîsteyan hev bigrin. ji bo vaya jî kar dikeve milê tirşikvanan. bira binivîsînin, hêvî dikim heta hetayê, lê di heman demê de tirşikvanên mîna xwe bînin pêşiya vîtrînê.



edît 2: di lîsteya "Nivîskarên rcr'ya(rêjeya çeppik û reşşikan) wan herî zêde ye" de ez 23. im. Ango rêjeya min li gorî tevgerên min a li vê malperê gelek normal e. baş e. * aha min xwe kir tirşikvanek model *



carekê din;



(bnr: pirsgirêkek heye).

lê çi ye, nizanim.



16.05.2015 15:28 ~15:52 | biruya hayao miyazaki

2. bi ya min ne nîşaneye nexwendina peyaman e.

ez bixwe %905ê peyaman dixwînim lê tenê yên ku bi rastî baş hatine nivîsadin, an jî gelek komîk e, an jî gelek xerab e û hwd. didim ber nirxandina dengan.



peyam werin dengdan helbet ji bo xwediyê peyamê carina dibe rexne û nirxandinek û baweriya "erê peyama min hatiye xwendin" xurt dike.



feedback baş e.



16.05.2015 21:32 | simurg56

3. hetta hetta ku ji destê min tê, ez deng didim peyaman.. wan çepikan, gellekî zêdetirê wan ez didim *

li her peyamê de hincetan digerim ku çepikekî bidimê, û peyam piçekî jî hêjayê çepikê be, çepikeke xweş didimê.. oxweşş..



12.01.2018 23:56 ~23:57 | bûtîmar

4. Axlebe ez deng didime nivîskarên nû, peyamên dirêj, peyamê ku kêfa min ji wan re tê.

Dema mirov dibîne go deng standiye, kêfxweş dibe. Yanî va peyamên min têne xwendin û hêja ne. Ev deng motîvasyoneke girînh in.


lê j'bo xwidê, carê reşşikan nedine hozan serhad. Dema ew reşşikan dibîne, zehf xemgîn dibe, kenegirî dibe û dikeve major depresyonê *. Ew weke dedektîfekî reşşikvanê xwe dişopîne. Hey jxwe hebin.



13.01.2018 02:56 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengdana peyamên tirşikê
» peyamên têr çeppik
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî