Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
feedback - tirşik
feedback
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ji bo pergalek serkeftî yek ji tiştên herî girîng e.

wateya wê ya êbi kurdî em dikarin bibêjin ku "şûnde agahdarî" ye. encama erênî an jî neyînî ya çalakiyekê, ji destpêka çalakiyê re ragihandin e.

di laşê mirov de, hema bêje di hemû pêvajoyan de ev taybetî heye.

weke mînak ger mirov hewl bide ku barek gelek gelek giran bigre ser pişta xwe, laşê mirov hewl dide ku vî karî bike. xwe dişidîne û dişidîne lê heta derekê. dema ku dizane êdî wê masûlke û tendon zerarê bibînin, (bi saya feedbacka norolojîk ya li ser tendonan) masûlke sist dibin û kar betal dibe lê sîstem(laşê mirov) tê parastin.



ji bo şîrketek, malperek, motorek û hwd. jî baş bixebite û bikare kêmasî û şaşiyên xwe rast bike feedback gelek girîng e.



di laşê mirov de qala du cûreyên feedbackê tê kirin.

feedbacka pozîtîf= li gorî encama çalakiyê, vê encamê dide: berdewam bike hê gelek lazim e.

feedbacka negatîf: li gorî encama çalakiyê dibêje vê encam û hişyariyê dide: pêdivî nema êdî bila çalakî raweste.



16.05.2015 21:40 | simurg56

2. çeppik, reşşik û ecêbmayîna peyaman feedbacka tİrşikê ye. nivîskar li gorÎ van dengan nirxa peyamên xwe dikin.



25.05.2015 00:09 | biruya hayao miyazaki

3. bi soranî; têbînî, destkewt, bi farisî; baz xorde, bi erebî; rudu elfeel, netaîc, bi tirkî; geri bildirim, geri besleme, geri bilgi akışı, destek, yankı.. di ferhengan de liqayî kurmaciya wê nehatim, lê çawa ji bo backgroundê paşxane çêkirine, ji bo feedbackê jî em dikarin peyvekî li hev bînin ku bi pêşgira paşê destpê dike..



26.05.2015 00:01 | endazer

4. Weke lêveger tiştek e.

lê belê ev peyv ji bo tişteke din tê bikaranîn *



26.05.2015 05:57 | oxir

5. bi kurmancî mirov dikare jê re paşgihandin an paşgihan bêje, ji ber ku piştî tiştek diqewime derheqê wê tiştê de dema tiştekî ji bo kesekî radigihînî hingî jê re dibêjin feedback.. di pergala kombsersaziyê de zehf bikêrhatî ye, ji xwe gelek caran dema tu bernameyekî li ser kombersa xwe bar dikî, ji te dipirse, tu dixwazî/dihêlî ku em derheqê bikaranîna bernameyê ya li ser kombersa te feedback anku paşgihandinan bişÎnin, ji bo bernameyek pêşketîtir..



15.09.2015 00:42 | endazer

6. peyva ku google kurdiya wê ji min dipirse lê mixabin nizanim.



10.03.2016 19:30 | simurg56

7. ji bû kurdîya wî divê li ser vê peyva bê fikirandin; zivirandin



11.03.2016 00:46 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» feedbacka pozîtîf

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî