Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dünya tv - tirşik
dünya tv
(5) (4) (3)
di mijarê de bigere

21. Piştî vê êşa ketî navbera cimaet û akpê cimaet pir feqîr bûye. Li gor gotinê êdî fînansmanên wan jî kêm bûne. Vêca ka xwedê zane belkî ev qenal jî îflasa xwe bide û fişkile. Jixwe êdî tu qedrî nadin kurdan ev cimaet, xwe ji kurdan daye paş.



11.01.2015 14:01 | xendekî

22. qenala fetulaçîya ye.



11.01.2015 14:03 | tirşikçi

24. Televizyona ku roj bi roj baştir û xweştir dibe. Bernameyên kanalê yên xweş:

Helbestên nemir

Bêhna hibrê

Rûrbirû

Hun çi dibêjin

Mêvan

Blûra min

Qebrên nûrani

Ez hînî kurdi dibim

Zimanê firçê

Uhwd



09.02.2015 19:17 | seydayê_peyvan

25. encama herî dawiyê cenga akp û cemaatê.



Here lînkê



19.03.2015 19:40 | remlavêj

26. Niha ez dunya tv yê temaşe dikim û di bernameya rû bi rû de mêvanê ku ez navê wî nizanim tevî bêjer propogandaya pkk dike û mêvan bû çend car dibêje birêz ocalan û stratejiya tevgera kurd ya pirçandîtiyê dipesinîne. û niha dibêje mafê dewleteke serbixwe mafê kurdan e jî lê siyaseta pkk ya pirçandîtiyê jî rast e. mêvan herhal yekî hêja ye lê mîrata qenalê navê wî nanivîse.



(bnr: niha li valahiyê difirim)

(bnr: cimaeta gulen)



rastkirin: mêvan şefik beyaz e



10.05.2015 23:24 ~23:28 | ceso

27. kesê kû vê qanalê temaşe dikin ev ecêb mayîya min ji were serîda (bnr: ceso)ra bê vê pêkenoka bi tirkî



bir tane türkün çok iyi bir arkadaşı var tamda kafa dengisi ahmet adında ve sonradan kürt olunduğunu biliyormuş öyle sanıyormuş. kulağına ahmedin kürt olduğu bilgisi gidiyor oda kendini tutamiyor birgün soruyor ahmede



+ ahmet kürtmüsün?

-evet.

-niye ki?

+vallah senden hiç beklemiyordum





yekî tirk hevalekî wî wî yê zor baş hebûye

yekî tam li goraya wî lêdixe navê wî ahmed bûye. ji şitrêqey yê tirk meriv paşê bi xwestina xwe dibe kurd. yê tirk diçe gohê wî kû ahmed kurde ew jî jêre dibe kul û derd dibê ez jê ne pirsim û hîn nebim ezê bi teqim û nabe diçe di pirse dibê



+ahmed tu bera kurdî ?

-e welle kurdim.

-xêre çima?

+welleh min wexma mirina xwe dikir ya tişkî wisa ne dikir.





edît: bû



11.05.2015 12:23 ~17:50 | shorbevan

28. di kîjan salê de dest pê kiribû rind ne di bîra min de ye. lê gava ku dest bi weşanê kiribû ji trt 6'ê baştir bû. lê di ber re sal û zeman bihûrîn, gelek tişt qewimîn û niha trt kurdî bi ser wê xistiye û ew pirr li dû xwe hîştiye. nizanim ji ber kîjan sebeban, lê kanalê niha wargeha xwe ji entabê bara stenbolê, cem kanalên din ên grûbê, kiriye. jixwe entab bo nêzikbûna "bölge"yê baştir bû.



ji ber nihêrîna cemaatê ya serdest a li ser tiştên kurdewar dibe ku meriv têkeve şik û gumanê gelo ew kanal û xebatên li wê kanalê dibin çiqas jidil û samîmî ne û gelo ew çiqas dikare xwe ji ew nihêrîna serdest, şîpa sereke *, ya cemaatê xelas bike. lê ji dû nasîna çend karmendên wê re, întîbaya ku li min rabûyî ev e; karmendên xwe, bêguman kesên kurdîhez in û xema kurdî heta heda dawîn li wan heye. qasî ku ji destên xwe tê dixwazin xizmeta kurdî bikin û bo kurdî tiştinan bikin. jixwe kêmzêde dikine jî.



20.05.2015 23:02 ~23:06 | fethî ronî

29. (bnr: radyo berfîn)



20.05.2015 23:16 | mîr

30. li dîmena tv-ê heştenga "raya xwe bide" heye.



31.10.2015 18:41 | biruya hayao miyazaki

31. televîzyonek rind bû. angorê xebera avestakurd, ew televîzyona yê be girtinî. heyf bû.

Here lînkê



09.11.2015 10:41 | alîbeg komêrî

32. kanala cim'etê ye lê dikarim bi dilekî rehet bêjim ku di nava kalanên kurdan de ya herî xweş û bi naveroka xwe herî dewlemend ev kanal e, ez dema tv'yê vekim bi pirranî evê kanalê temaşe dikim

ji bela ku desthilatdar jiholêrakirina evê cim'etê sond xwariye bawer im kit ji kanal û çapemeniya wan nehêle lewma ihtîmaleke mezin ev kanala ha jî dê were girtin, dê qeyd û zincîran biavêjin zingila deriyê wê jî



09.11.2015 10:48 ~11:00 | ferhenga şikestî

33. niha sifreya meryem'ê li sere .



09.11.2015 10:58 | mijdar

34. qenala ku bi qenalên din a cemaatê hatiye girtin. girtina yên din ez keyfxweş kirim lê xwezî ev nehatine girtin yaw.



18.11.2015 22:46 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dünya tv

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî