Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
kategorîzekirina mijaran - tirşik
kategorîzekirina mijaran
(5) (0) (16)
di mijarê de bigere

1. karek dûv û dirêj e, li ber me disekine. weke tê zanîn, êdî dema mirov mijarek nû vedike, mirov kategoriyên wê jî hildibijêre.

lê mixabin 17.000 mijarên kevin yên tirşikê bêkategorî ne. divê em wan jî ji serî ve kategorîze bikin ku arşîva li tirşikê êdî bi tikandinekê mîna daxwaza me rêz bibe.



li vê rûpelê Here lînkê mirov dikare wan mijarên bêkategorî bibîne.

li jora malperê navê mijarê dinivîse, divê mirov li jêr kategoriyên mijarê hilbijêre û paşê pêl "bişîne" bike.

(navnîşana vê rûpelê di bin menûya "yên din" de jî hat bicîkirin.)



di nav kategoriyan de opsiyona "ev tiştek kurdewarî ye?" jî heye. ger mijar tişt/kes/berhemek bi kurdî be, divê mirov pêl li vir jî bike.



em werin feydeyên vê xebatê:

weke piştî ku kategorîzekirina mijaran qediya;

- dema we li kategoriyên "kurdî ye" û "fîlm" kir: wê fîlmên kurdî hemû werin lîstekirin

- dema we li kategoriyan "kurdî ye", "helbest" kir: wê helbestên kurdî derkevin

- dema we li "kurdî ye", "muzîk" û "stranbêj" tikand: wê stranbêjên kurdî derkevin. an jî ger hûn pêl "kurdî ye" nekin, wê hemû stranbêj werin lîstekirin.

- ger hûn li "kurdî ye" û "ziman" û "biwêj" bikin, wê biwêjên kurdî werin lîstekirin.

- ger hûn li "dîrok" û "kurdî ye" bitikînin; wê mijarên di derbarê dîroka kurdan de, derkevin.

- ger hûn li "mîtolojî" û "kurdî ye" bitikînin: wê mijarên derbarê mîtolojîya kurdan de, derkeve.

- ger hûn "cih û war" bitikînin: wê mijarên di derbarê cih û war û mekanan de derkevin

û hwd.



yanî mirov wê bikare mijaran li gor daxwaza xwe kom bike.

weke din mirov wê bikare hinek kategoriyan asteng bike û êdî nebîne. weke mîna ger bixwaze wê êdî di tirşikê de mijarên siyasî nebîne.



ji kerema xwe re bila hemû tirşikvan bi qasê ji destên wan tê, alîkariya kategorîzasyona mijaran bikin.

û ji kerema xwe re em kategoriyan rast îşaret bikin. weke mînak, em ji bo nivîskarek kurd e lê bi kurdî nanivîse, kategoriya "kurdî ye" netikînin. û em ji bo her tiştî nebêjin "ziman". em tenê biwêj, gotinên pêşîyan û mijarên di derbarê rêziman de fîlan bi kategoriya "ziman" îşaret bikin.



20.05.2015 19:16 | simurg56

2. agahî: kategorya dijûn û nifir jî hat çêkirin.



20.05.2015 19:34 | simurg56

3. kategoriya nivîskar heye le belê kategoriyekî bi navê "tirşikvan" hebûya baş dibû, ji ber ku mîr û jan dost ne yek in.



20.05.2015 21:37 | mîr

4. heta niha bi sedan mijar hatin kategorîzekirin.

weke mînak bi xebata niha jî, hinek encam derketin holê:

weke mînak:

- mijarên di derbarê stranan de: Here lînkê

- mijarên di derbarê helbestan de: Here lînkê

- mijarên di derbarê stranan de:Here lînkê

- mijarên di derbarê dijûn, nifir û argoyan de: Here lînkê

- mijarên di derbarê fîlman de: Here lînkê



20.05.2015 23:34 ~2015.05.21 18:38 | simurg56

5. mixabin maye ser milê min.

min heta niha ji 2.000an zêdetir mijaran kategorîze kirin lê ger wisa here wê hê gelek dem bigire.

(bnr: alîkarî)



24.05.2015 20:45 | simurg56

6. kategoriyeke bi navê nebat bihata vekirin dê pir xweş bibaya



24.05.2015 21:19 | mergehez

7. agahî: kategoriyên ekonomî, nebat, ajal hatin çêkirin. kategoriyên ku zêde ne populer in hatin veşartin.



24.05.2015 22:58 | simurg56

8. kategoriya pirtûk hinekî serê min gêj kir. ji xwe wêje-helbest heye. qey ji bo cûreyên nivîskî ya din hatiye tevlî lîstêkirin. wekî mînak pirtûkekî qala dîrokê/olê be. ya hebûna helbest û wêje? helbest ne wêje ye..ka ew bira hebe, hêsanî dide... ya stran/stranbêj û li hemberî wan hebûna kategoriya muzîk :/



EZ DİBÊJİM QEY BEŞA LÎSTİK Jİ PO SPORÊ HATİYE ZÊDEKİRİN. HEG NE WANî be... *



25.05.2015 00:00 ~00:03 | biruya hayao miyazaki

9. mantiqa kategoriyên giştî yên weke wêje û mûzîk ev e:

weke mînak mijara "dueta şivan perwere û îbrahîm tatlises". ev mijar ne stran e ne jî stranbêj e. lê tiştek derbarê mûzîkê de ye. loma em ê bêxin kategoriya mûzîkê. lê mijara "daristana te" stran e û wê bikeve kategoriya stran. bi saya vê yekê mirov ger bixwaze wê tenê mijarên li ser stranan bibîne, ger bixwaze wê tenê stranbêj bişopîne. û ger kategorya mûzîk bişopîne, wê demê wê otomatîkman her sê kategoriyên mûzîk, stran û stranbêj bişopîne.

bi saya vê sîstemê sibe dema te got li "stran û kurdewarî" bigere, wê tenê stranên bi kurdî derkevin. ger em her tiştên derbarê mûzîkê de têxin kategoriya mûzîkê, wê demê em nikarin lîsteyên wisa biafirînin.

ji bo pirtuk, helbest, filman fîlan jî wisa ye.



dema kategorîzasyon xelas bû, wê xendekî bikare bi tikandinekê hemû helbestên kurdî yên din tirşikê de bibîne.



25.05.2015 14:31 | simurg56

10. kategoriya "sigmund freud" çi ye, nizanim, hema min qulipand. * zanistî?



25.05.2015 23:51 | biruya hayao miyazaki

11. kategorîya min tiştek jê fehm nekirîye û xuyaye ezê fehm nekim jî durî cenabê min de werin vî kerî ji vê avê derbaskin



26.05.2015 22:51 | shorbevan

12. kategorizeya zaravayan jî were çêkirin wê gellekî baş bibe. yekî/yeka li mijarên kirmanckî an jî soranî bigere wê hêsantir bibe.



28.05.2015 21:01 | berxweda

13. kategorîzasyona ku wê ji bo zaravayan jî were çêkirin. lê di vê mijarê de hinek problem hene.

hinek mijara hene ku navê wan bi zazakî ne, temam em dikarin van mijaran weke zazakî kategorîze bikin, lê piraniya peyamên bi zazakî, kdi bin mijarên ne zazakî de hatine nivîsandin. weke mînak mirov dikare di binê mijara braveheart de jî peyamek bi zazakî binivîse. nexwe em ê vê mijarê jî weke zazakî kategorîze bikin? na çênabe.



şûne wê belkî em bikarin yek bi yek peyaman weke zazakî îşaret bikin, ne mijaran. em li seer vê yekê difikirin.



28.05.2015 21:41 | simurg56

14. katagorîzekirineke baş e. lê gotina li jor a katagorîzekirina zaravayan ne tişteke rast û kêrhatî ye. ji xwe li vir em dixwazin kurd hemu bi hev re têkiliyan danin ji ber wê divê em rastî tiştên ne zaravaya me ne jî bên. hey ne bila tirşikeke zazakî jî vebe û hew. na. wextê ez peyaman dixwînim baş e ku ez rastî peyamên zazakî jî bêm û dibe ku ev tişteke nu jî li min bide hînkirin. û dibe ku zimanê me nêzikî hevudin bike û dibe ku rê veke em bi rehetî ji hevudin fêhm bikin.



28.05.2015 22:04 | azadixwaz

15. kategorizeya ku nivîsîna kurmancî-zazakî-soranî asteng nake ye. tirşik wê her wek xwe be, tenê dema yek li mijar/peyamên zazakî-soranî bigere wê zûtir bibîne.



28.05.2015 22:07 | berxweda

16. teqez divê kategoriya gotin/peyv jî hebe. di tirşikê de bi sedan mijarên wiha hene û meriv nizane bê wê wan têxe kîjan kategoriyê..



23.06.2015 23:18 | mergehez

17. jixwe kategoriyên biwêj û gotinên pêşiyan hene. ji bo peyvan jî dikare were çêkirin, lê gelo wê kêrî çi were? ez bixwe van mijaran têdixim kategoriya yên din.



ji aliyê din ve jixwe ger mirov here profîla havka, dikare hemû peyvan bibîne *



23.06.2015 23:23 | simurg56

18. kategorîzekirina ez qet serê xwe pêra na êşînim sernivîs vedikim û di sipêrim simurg56.



24.06.2015 21:23 | shorbevan

19. karekî dijwar e. carina 2-3 rojan qet naxebitim û têm dinêrim ka tirşikvanan xêra xwe çend heban çêkirine lê ohoo, hew dinêrim hê zêdetir bûne. êdî ez ê reşşik bidim tirşikvanên mijarên nû vedikin û kategoriyên wê nabijêrin *



24.06.2015 21:26 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kategorîzekirina mijaran

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî