1. karek dûv û dirêj e, li ber me disekine. weke tê zanîn, êdî dema mirov mijarek nû vedike, mirov kategoriyên wê jî hildibijêre. |
|
20.05.2015 19:16 |
simurg56
|
2. agahî: kategorya dijûn û nifir jî hat çêkirin. |
|
20.05.2015 19:34 |
simurg56
|
3. kategoriya nivîskar heye le belê kategoriyekî bi navê "tirşikvan" hebûya baş dibû, ji ber ku mîr û jan dost ne yek in. |
|
20.05.2015 21:37 |
mîr
|
4. heta niha bi sedan mijar hatin kategorîzekirin. |
|
20.05.2015 23:34 ~2015.05.21 18:38 |
simurg56
|
5. mixabin maye ser milê min. |
|
24.05.2015 20:45 |
simurg56
|
7. agahî: kategoriyên ekonomî, nebat, ajal hatin çêkirin. kategoriyên ku zêde ne populer in hatin veşartin. |
|
24.05.2015 22:58 |
simurg56
|
8. kategoriya pirtûk hinekî serê min gêj kir. ji xwe wêje-helbest heye. qey ji bo cûreyên nivîskî ya din hatiye tevlî lîstêkirin. wekî mînak pirtûkekî qala dîrokê/olê be. ya hebûna helbest û wêje? helbest ne wêje ye..ka ew bira hebe, hêsanî dide... ya stran/stranbêj û li hemberî wan hebûna kategoriya muzîk :/ |
|
25.05.2015 00:00 ~00:03 |
biruya hayao miyazaki
|
9. mantiqa kategoriyên giştî yên weke wêje û mûzîk ev e: |
|
25.05.2015 14:31 |
simurg56
|
10. kategoriya "sigmund freud" çi ye, nizanim, hema min qulipand. * zanistî? |
|
25.05.2015 23:51 |
biruya hayao miyazaki
|
11. kategorîya min tiştek jê fehm nekirîye û xuyaye ezê fehm nekim jî durî cenabê min de werin vî kerî ji vê avê derbaskin |
|
26.05.2015 22:51 |
shorbevan
|
12. kategorizeya zaravayan jî were çêkirin wê gellekî baş bibe. yekî/yeka li mijarên kirmanckî an jî soranî bigere wê hêsantir bibe. |
|
28.05.2015 21:01 |
berxweda
|
13. kategorîzasyona ku wê ji bo zaravayan jî were çêkirin. lê di vê mijarê de hinek problem hene. |
|
28.05.2015 21:41 |
simurg56
|
14. katagorîzekirineke baş e. lê gotina li jor a katagorîzekirina zaravayan ne tişteke rast û kêrhatî ye. ji xwe li vir em dixwazin kurd hemu bi hev re têkiliyan danin ji ber wê divê em rastî tiştên ne zaravaya me ne jî bên. hey ne bila tirşikeke zazakî jî vebe û hew. na. wextê ez peyaman dixwînim baş e ku ez rastî peyamên zazakî jî bêm û dibe ku ev tişteke nu jî li min bide hînkirin. û dibe ku zimanê me nêzikî hevudin bike û dibe ku rê veke em bi rehetî ji hevudin fêhm bikin. |
|
28.05.2015 22:04 |
azadixwaz
|
15. kategorizeya ku nivîsîna kurmancî-zazakî-soranî asteng nake ye. tirşik wê her wek xwe be, tenê dema yek li mijar/peyamên zazakî-soranî bigere wê zûtir bibîne. |
|
28.05.2015 22:07 |
berxweda
|
16. teqez divê kategoriya gotin/peyv jî hebe. di tirşikê de bi sedan mijarên wiha hene û meriv nizane bê wê wan têxe kîjan kategoriyê.. |
|
23.06.2015 23:18 |
mergehez
|
17. jixwe kategoriyên biwêj û gotinên pêşiyan hene. ji bo peyvan jî dikare were çêkirin, lê gelo wê kêrî çi were? ez bixwe van mijaran têdixim kategoriya yên din. |
|
23.06.2015 23:23 |
simurg56
|
19. kategorîzekirina ez qet serê xwe pêra na êşînim sernivîs vedikim û di sipêrim simurg56. |
|
24.06.2015 21:23 |
shorbevan
|
20. karekî dijwar e. carina 2-3 rojan qet naxebitim û têm dinêrim ka tirşikvanan xêra xwe çend heban çêkirine lê ohoo, hew dinêrim hê zêdetir bûne. êdî ez ê reşşik bidim tirşikvanên mijarên nû vedikin û kategoriyên wê nabijêrin * |
|
24.06.2015 21:26 |
simurg56
|
21. wer xuya dike ku mijar dê neqedin. kengî bişkokê bibînim dikevimê çend mijaran çêdikim lê niha 11480 heb mijar hene. zor e zehmet e... |
|
07.08.2015 20:53 |
mergehez
|
22. xebata ku hê jî negiştiye %50ê. divê hemû tirşikvan alîkarî bikin, nexwe zehmet e. |
|
07.09.2015 18:13 |
simurg56
|
23. (bnr: bixwerenedîtina kategorîzekirina mijaran) |
|
07.09.2015 22:16 |
endazer
|
24. tişta ez her mijarekê vedikim bicîh tînim. lê yên kevn piçekî teşqele ye. heta ne piçekî gellekî teşqele ye* |
|
07.09.2015 22:53 |
berxweda
|
25. ji min re kul û derd e. û ji xendekî re... |
|
22.09.2015 11:42 |
simurg56
|
26. ji min re ne kul û derd e û ez hîn nizanim bê wê çawa çêbibe lê xwezî kategorî li gorî rêza elfibêyê bihatana rêzkirin, ez carinan aciz dibim gava li navên wan digerim. |
|
22.09.2015 18:26 |
dijber
|
27. karê ku wek xwarina dendika ye: mirov nikare dev jê berde, heta ku mirov jê nebetile.* |
|
14.12.2015 21:54 |
qivaro
|
28. xebata ku ger biqediya, niha me dikariya bi saya vê taybetiyê tenê mijarên siyasî yên li tirşikê, ji bo mêvanan û endamên ne-kevin bigirin. mijar û peyamên din wê vekirî bimana. |
|
07.08.2016 11:05 |
simurg56
|
29. % 1'ê din jî qediya, ma % 27,98. |
|
07.08.2016 19:50 |
xendekî
|
30. ji vir û pê de li ser wan nivîskarên mijareke nû vedikin divê bê ferzkirin û bibe xizmeta mecbûrî ya welêt. hey nexwe wekê sîsîfos û kevirê lanetê, em ê dehf bidin ew ê dîsa bizivire bê. |
|
16.08.2016 19:41 |
endazer
|
31. niha ji %80ê derbas bûye. jixwe mijarên ku nû tê vekirin piranî tên kategorîzekirin lê dîsa jî dema kategorîzekirin xelas bû, wê di pêvajoya vekirina mijarek nû de kategorîzekirin bibe ferzek. |
|
16.08.2016 22:24 |
simurg56
|
32. ma çar hezar û pênsid û tiştek. hindik ma :s |
|
16.08.2016 22:31 |
berxweda
|
33. bûye pirsgirêka cîhanê kî çûye hatiyemijarek li serê vekiriye * niha 4444 mijar mane rojê hevqas bên kategorîzekirin 5-6 rojande yek namîne |
|
16.08.2016 23:32 |
shorbevan
|
34. ma 3300.. |
|
18.08.2016 00:36 |
berxweda
|
35. bin 2000 ket, ji ku hate ku, ji 30.000î hate giha -2000î. nema nema. xilas. |
|
20.08.2016 13:06 |
xendekî
|
36. Mesele ye ya rast. Ji ber ku kategoriya mijarekê gorî peyaman e, ne gorî sernav e. Weke mînak "dar" peyv e, bila marangozî be. Lê ez deh roj din bêjim navê straneke filan komê ye yan filmeke tarantlno ye kategorî diguhere. Yekî din rabe bêje bila biçi nizam ku dera erdoxan ve, wî behsa darên geziyê û cerattepeyê nizam çi gotibu jî kategorî dibe siyaset û divê yên ne endam nebînin. |
|
20.08.2016 17:59 |
azadixwaz
|
37. mijarên divê em weynin ser 1'î û ji xendekîre bihêlin bira dawî lê bîne * |
|
20.08.2016 20:33 |
shorbevan
|
38. xebata ku hema bêje gihişt dawiyê. %4.9ê mijaran man. îşelleh wê îro an jî sibe xelas bibe. piştî ku xelas bû, em ê taybetiyên nû yên gelek xweşik li tirşikê zêde bikin. ez bawer im ew taybetî jî wê di nava heftiyekê de amade bin. |
|
20.08.2016 21:27 |
simurg56
|
39. ma 500.dibêm qey wê îro biqede.. |
|
21.08.2016 13:34 |
berxweda
|
40. moderatorekî veşartî niha dumanê lê radike.nêzî 10 heb man. |
|
21.08.2016 17:03 |
bayesar
|
41. xelas bû ser xêrê. destê herkesî sax be. lê ji kerema xwe re bila êdî herkes dema mijarek vedike, kategoriyan hilbijêre û wisa veke. |
|
21.08.2016 17:21 |
simurg56
|
42. xebata ku êdî giha armanca xwe, ji îro pê ve herkes dikare mijaran li gorî kategoriyên wan lîste bike; sîstema nû ya tirşikê/93482 |
|
28.08.2016 21:34 |
simurg56
|
43. ji niha pêve mijara vekim kategoriya wî dikim siyaset êdî bese! ez li hemberî mêvanan acisiya xwe nîşan didim * |
|
06.10.2016 22:18 |
shorbevan
|
44. Ketegoriyên ku "pirs'ê nahewîne. |
|
14.01.2020 00:56 |
gumgumok
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |