Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hermione granger
peyamên çepikkirî

69227. karakterekê di pirtûk û fîlmên harry potter de ye..




her çiqas dê û bavê wê muggle bin jî efsûnkarekê kedkar û serkeftî ye.. hevala harry potter ya herî nêzîk e, lê dilê wê dikeve ronald weasley û hestê wê jî bêgerew namîne.. di şer û cengên di navbera potter û lord voldemort de piştgiriya wê hartim bi potter re ye.. piştî zehferanê ku li hember voldemort, perwerdeyiya xwe bi dawî dike û bi ron re dizewice.. yek lawik yek keçik 2 zarokên wan çêdibe..



13.06.2013 23:24 | simurg56

76019. ji bo her malê kurdan hermionekê divêt. ji serî heta dawî ya di rêze-fîlmên harry potter de lehenga herî biaqil û îdealîst ev keça şêrîn e. vê jîrbûna wê ez dibêjim him ji ber jêhatiya wê ye û him jî mugglebûna xwe ye. mîna kurdên me çawa li nav tirkan ji wan çêtir tirkî dipeyivin,* ev jî li nav sêrbazan ji wan çêtir sêran dike. ji ber ku ew mensûbî eqeliyetekî ye. dilê wê bask bû çû çû ronald weasleyê min! kûçikbavo(heşayî bavê wî) * li çavê qulinGÊ XİST.



06.06.2013 16:08 | endazer