Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
keça perî - tirşik
keça perî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteke bro omerî ye ku ji aliyê jan arslan ve wek stran hatiye gotin. di albûma jan arslan a bi navê evînperwer de cih girtiye, mûzîka wê jan arslan çêkiriye:





28.05.2015 21:36 ~21:40 | xendekî

2. heman helbesta bro omerî ye ku ji aliyê îssa hassan ve jî bi mûzîka îssa hassan hatiye gotin:





28.05.2015 21:39 | xendekî

3. Helbesta bro omerî ye. Bi zimanekî zelal û delal hatiye nivîsîn ji bo wilo dibe ku Zarokek jî,evîndarek jî , pîr û canek jî ji vê helbestê hez bike. Weke helbestên malayê cizîrî , xwedî bandor e.

Destxweş bro omerî,



Bi dengê rêşad sorgul









Keça Peri wa da derî

Hiş çû ji serî, wexta seher

Digeriya, li her çiya

Keçperiya, bi bask û per.



Gula zinar, derket ji xar

Min nû dît yar, bi tac û dar

Lêvên şîrîn, bûm har û dîn

Kirim bê vîn, işqa dîlber



Çav kil dida, perde hilda

Heyv li çarda, şev ronî da

Çavxezalê, camzelalê

B’ava xemrê, hiş bir ji ser



Por li ser mil, kezî bi gul

Tîr avêt dil, dil bûye kul

Keça ciwan, lêv erxewan

Ji gewheran, taca li ser



27.04.2016 16:01 ~16:04 | gumgumok

4. (bnr: perî)



27.04.2016 16:33 | shorbevan

5. helbesta ji aliyê jan arslan ve bi deng û awazeke pir xweş hatî strîn.





27.04.2016 17:17 ~19:59 | azadixwaz

6.





srtana ku hevaleke me ye xelqê pirsûsê ji min re şandibû gotibû aha guhdar bike kes zêde vê stranê nizane. û tu jî kesî re neşîne bila nizanibin *

min ev mijara dît ew hate bîra min.



mixabin ew mehek ewil hate girtin. niha jî girtîgeha sîncanê ye.

erbaneya xwe xwastibû lê me nikaribû bişanda

gelo niha çi dike, çi difikire.. nizanim.

ezê bêjim dinya tu qehr bî lê zimanê min naçe ser!



27.05.2016 23:59 | bûtîmar

7. bı ya min xweştirÎn ya albûma peşk ê ye . bi aliye kerem gerdenzerî ve hatiye strîn.

gavaguhdar dıkım bêhna stranÊn ınglizî jê hildidim . bi min ev jî ji wan stranÊn rojên bi şilî de di otomobîlê de tê guhdarkirin ê ye







28.05.2016 21:23 ~21:24 | xeteraqirêj

8. Di demekî de navê min ê twîtterê bûy. Niha hinekê din rahiştiye *



28.05.2016 22:13 | biaqila malê

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» keça kerê
» perîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî