Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
hola êzîda - tirşik
hola êzîda
(16) (4) (6)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê nû yê tirşikê ye. bi navê wî meriv dibê êzidî ye. bi xêr hatiye.



17.06.2015 15:29 | berxweda

2. li gorî agahiyên profîla xwe, li berlînê ye. bi xêr hatiye. belkî yekemîn nivîskarê ji dîasporayê ye.

(em cînorek û dijber dîaspora nahesibînin, ew ji wî milê dinyayê ne)



17.06.2015 21:03 | simurg56

3. nivîskarê dibe navê xwe şaş nivîsandibe rastîya wî ola êzîdîya be dibe jî kêfî jî wisa nivîsandibe werhasil bi xêr hatîye.



17.06.2015 23:37 | shorbevan

4. nivîskarê ku hêvî dike îslam jê re bêje "erê wê hemû mirov herin cinnetê. misilmantî, xweda, perestin û hwd. ne formalîte ye."



19.06.2015 23:25 | simurg56

5. Ew jî kurd e em jî kurd in.ol tiştekê wîcdanê ye.divê dev ji dijminetî ya islamîyetî berde.bila birneke pyd pdk mislimanin,gihane hewara şingalî.anha jî kampekê êzîdîyan sêrtê he ye.çi alîkarî destên me hatiye me ji bo wan kirye.me ne got ola wan ola şeytanî ye.(ku em zanin ne wisa ye jî)bi şexsîyeta xwe bila êzîdîyan ji çawên me reş neke.



20.06.2015 01:00 | ronahî

6. nivîskarê ji misilmana tije bûye hetanî qirkê lê mafdare xuyaye ku êzidîye û di vê ferqêdaye ku ezîdî û yahudî....heqê jîyanê tuneye ji wanra ji alî hinek misilmanada.



20.06.2015 01:30 | shorbevan

7. Hol Hola Siltan Êzîdê Sore



20.06.2015 01:49 | hola êzîda

8. Xuyaye ronahî ji min aciz buye. Eslê wê ji mala adiya ye



20.06.2015 02:22 | hola êzîda

9. Em eslî xwe inkar nakin.her derî dibijîn eslî me çîye ku bi vî jî serbilindin.lê dijminetîyan olan tukesî nayê ji êzîdîya qet nayê



20.06.2015 03:12 ~03:12 | ronahî

10. kê dijminatî kiriye vira?

(bnr: dojeh di ayetên quranê de)



20.06.2015 03:19 | hola êzîda

11. (bnr: don't feed the troll)

(bnr: trollan xwedî nekin)



20.06.2015 08:54 ~08:58 | simurg56

12. nivîskarê ew ronahî, hogir elegez, aynştayn, simurg56 û çendhebê din jî hene navê wan nate biramin li gorî formatê na nivîsînin tu dibê qey hatine malpareka chatê ez cardin we nebînim ez bibînim ezê berê entryê we jê bibim paşê we girêdim çend dara li wexim û dawîya dawî ezê we sürgün bikim allah wekîl min acis nekin zû herin formata tirşikê bi xweynin.



20.06.2015 14:56 | shorbevan

13. troll e.îxtimalek mezîn êzîdî ninû û dike ku hesûdiyek di navbera kurdên misilman û kurdên êzidî derxine.



20.06.2015 15:03 | kaşanî

14. tirşikvanekî ku tim di destpêka nivîsa xwe de pênasek datîne, çawa format jê dixwaze. Lê mixabin ew ji aliye misilmanan bi trolltiyê û binpêkirina formatê tê sûcdarkirin.



20.06.2015 15:04 | hola êzîda

15. trooleke. armanca wî cûda kirina misilman û êzidiya ye. ev rewş ewqasî mezin bûye ku êdî kurd giş ketine min navê misilmanan. yanî li gorî wî kurd misilman in û ji xwe êzidî jî êzidî ne.



bila bizanibe tiştekî werr tune ye. erê pirraniya kurdan misilman in û misilmanê rijd in. ji bo misilmanetiyê ermenî kuştine, asûrî kuştine, keldanî kuştine û heta nesekinîne birayên xwe yên êzidî jî kuştine. lê bila bê zanîn ku kurdan ev tişt ne ji bo kurdayetiyê kirine. ev tişt ji ber misilmanetiya bi dek û dolaban ve hatine kirin. heqê wan e ku agir ji wê misilmanetiyê bibarînin (ji xwe ew ne misilmanetî ye, ji ber şîrovekirina îslamê ya bo menfe'etê ew êdî minafiqî ye.)



û daxwaza min ji hola êzida jî ev e. ji xwe me van qir û fen û fûtan dizanin. tu jî ji kerema xwe re ji me re behsa êzidibûnê, êzidiyatiyê bike. tiştên wê yên baş û yên nebaş derxîne holê. bi vî awayî em ê jî êzidîbûnê nas bikin. em tije agahiyên şaş in. ji xwe a mezin jî em dibêjin êzidî ji xwedê bawer nake û ji şeytên(melek tawis) bawer dikin. di vê rewşê de em ê çawa êzidiyan nas bikin?



20.06.2015 19:14 | berxweda

16. Armanca wî qet ne trooltîye. Ma ev karê trollaye (bnr: lêkolînvan)? (bnr: ethnocentrism)

hema em Hola Êzîda û mesela kurd/êzîdî deynin alîkî; îcar kesên ne kurd nikarin bibin tirşikvan? Tek milet? Tirşik bûye tek şînkayî? Ji vî mejyê xwe yê hişk û teng derkevin loooo.

Xuyaye gelek tesîra pdk û barzaniyan li hişmendiya tirşikvanan bûye.



20.06.2015 21:59 | hola êzîda

17. dibe ku armanca wî ne trooltî ye. lê li gorî wî êzidî ne kurd in. û kesên ku wek wî nafikirin jî bandora barzanî mane. lê xelet difikire. ka ji mer bêje ezidî bi kurmancî diaxifin an na? an jî ji me re bêje têkiliya nijad û ol çi ye ? heke kurd navê ji piştî misilmanbûyina êzidî ye, wî wext kurdên ne misilman ( ne jî êzidî) kî ne ?



dikare xwe kurd nabîne, jixwe kes jî nikare tiştek bêje. lê dev ji teoriya xwe ya kurd-ezidî berde. ji ber ku bêmantiq e.



her wiha ez bawer im ku li vir pir kes dixwazin hînî ola êzidiyan bibin. ji kerema xwe re derheqê ola êzidiyan ji me re piçêk daxuyanî bide.



ew muzîka ku ez pir hez dikim jî ji min were hola êzîda.







20.06.2015 22:12 | endazyar

18. Niha 4şem tv veke tu yê tiştna bibîne.



20.06.2015 23:01 | hola êzîda

19. nivîskarê nizane ku kurd neyarê hevin, bixwe bixwe hev di kujîn, kurdîstan kirine çar perçe, gelê kurd yê misilman jî yê ezîdî û yên din jî perîşan kirine... bes bira gazina bike em jî weka wîne ji misilmana tije bûne lê ka em çewa bikin.. hima bira ji bû xatir û qedrê melekê tawis, û şêx serfedîn û beyta laleş bike bira di tirşikêda propaganda ji bû perçebûna gelême neke kurdîstana çar perçe ew neke pênc şeş perçe.



21.06.2015 14:46 ~22:25 | shorbevan

20. Nivîskarê ku xêr hatiye * rengek nû ye bila herdem li vir be *



21.06.2015 14:55 ~14:56 | brusk56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hola êzîda

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî