Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
hola êzîda - tirşik
hola êzîda
(16) (4) (6)
di mijarê de bigere

21. Kêfa wî gelekî ji tirşikê tê. lê mixaben, ew rastî êrîşên tund û tûj tê (bnr: terora psîkolojî) ji aliyê tirşikvanên radîkal tê.



21.06.2015 19:07 | hola êzîda

22. li tirşikê bi kêfxweşî hatiye pêşbazîkirin lê ew bixwe ji sibeh heta êvarî êrîş û îftîrayên bêqalîte û bêbingeh dike. mirovan bi pedofîlî, kujerî û hemû tiştên din yên gemarî tawanbar dike lê yê gilîker dîsa ew bixwe ye.



21.06.2015 19:37 | simurg56

23. eger wî tiştek ji bêrîka xwe derxistibe, hingê ew neheqe. ê?



21.06.2015 19:50 | hola êzîda

24. rêvebiriya ku fermana vekişandina berî jin zarok kal û pîr dide, bi namûse. Ew kesên wan jin zarok kal û pîr diparastin jî bênamûsin? Dîsa dengê def û zirna Barzanîciyan hat haaa



21.06.2015 19:56 | hola êzîda

25. xwe ji tirşikê vedikişîne

(bnr: rûdaw: li şingalê xwevekişandina taktikî)



21.06.2015 20:03 | hola êzîda

26. xwediyê zimanek dûrî rêzgirtinê ye û piraniya fikrên wî jî ji pêşdaraziyan pêk tê:



- me weke barzanîcî bi nav dike lê ger peyamên min xwendibûya wê bizaniya ku nêzikî pkkê me.

- kurdan û misilmanan bi kujerî û bêxwedîhiştina êzidiyan tewanbar dike lê nizane ku urdên hatibû n fermana wan piranî misilman bûn. dîsa dema hatîn tirkiyê jî gelê kurd yê ku li wan xwedî derketin misilman bûn. dîsa nizane ku di nav kesên li vir ji bo alîkariya şengalê kampanya dan destpêkirin de dîsa misilman jî hebûn: kampanyaya tirşikvanan ya ji bo piştgiriya şengal û rojavayê

- behsa kurdnebûna êzidiyan dike lê ji bo vê yekê ne xwediyê çavkaniyên zanistî ye.

- besa pedofiliya misilmanan dike li di pirtûka pîroz ya misilmanan de tiştek wisa tune.

û hwd.



welhasil ji bêrikên xwe gelek tiştan derdixe lê me pêşîn jî gotibû trollan xwedî nekin

ger ne wis bûya ev mijar hemû jî hêjayî gûftûgoyê ne. lê bi weke însanan.



21.06.2015 20:56 | simurg56

27. - xwedê (eger hebe) xêra herkesî qebûl bike, bê firqiya dîn û hertişt.

- xwedê (eger hebe) bi hemû şervan êgît mêrxas jinxas şêr û piling re bin. Şehîd taca serê me ne helbet. (gotina şehîd cem êzdya nameşe, ji ber têgehek îslamî ye, em dibêjin cangorî).

- ez zanim kê çi kir û kê çi nekir

- cavkaniyên zanistî gelekin

- kecikên 14 salî di stranên êzdya de jî hene, min tenê swr we negiotiye. eyşika hemed tenê mînakek bû. Di sirat resulalah û hedîs de dibêjin 7 salî bûye. rast nerast kî zane lê ev 1200 sal hedîs bingeha qanûna cihana îslamî ne. hûn reformatorên takekes herin ji misilmanan re bêjin dev ji hedîsan berdin, ji xwe ez êzîdî me.



21.06.2015 23:40 ~23:49 | hola êzîda

28. nivîskarê wî li halê wî bihêlin ew jî wekî meseleya mirîyaye dibêjin meriv çiqas mirîya mizdide hewqas tirra dikin ew jî ewe gere meriv zêde wî nede xeberdan.



21.06.2015 23:57 | shorbevan

29. xatirê xwe ji we hemiyan dixwaze. ji ber ku karekterê wî û vanê din qet bi hev nakeve. xeydok û dilmayînok û tirşok nahêlin ew rihetî karê xwe bike. hema tiştê herî kêm bila bersiva wî nedin û wi aciz nekin. (bnr: xwedê xeydoka nexeyidîne)



22.06.2015 01:03 | hola êzîda

30. oxir be. *



22.06.2015 01:07 | endazyar

31. merax meke me tû zaten sîlmîş kirî.

bi aklê xwe yê sivîk te kir ku êzîdîyan li vir reş bikî. lê tû trollekî.

em trollan baş zanin. êzîdî jî em in misilman jî emin. em dizanin çava her çawên xwe hez bikin. de here bi duran kalkan we li ser çiyayê qendîlê bi tirkî biaxive.

bila kemkî destê te miste.



22.06.2015 01:48 | kaşanî

32. kaşanî, pêlava Duran Kalkan li ser serê te ye. û êzîdî cilsipî ne, tu jî bextreşî. me tenê pirsek kir meriv çawa hesab sîlmîş dike, pirsek normale, lê tu ne normale



22.06.2015 02:03 | hola êzîda

33. bi rastî jî nivîskare yan trolle, kî ye, heye yan tuneye, kurd e yan na, heta êzidî ye yan na nizanim... ez ji xwe gelek caran misilmaniyê rexne dikim, rexneyên min xweşa gelek kesan jî naçe, heta ji ber rexneyên min hêrsa gelek kesan tê û heqeretan jî ji min dikin. yanê parastina misilmaniyê ji min re nemaye. lê heya niha min kesek nedît ku wek vî nivîskarî rexneyên bê manê û ya girîngtir jî rexneyên nelazim dike.



daxwazeke min jê re heye û ger qabûl bike ezê pir kêfxweş bim. xuyaye ku rexneyên te yên li hember misilmaniyê yê berdewam bike. çend peyamên wî de jî min dît ku pkkê diparêze. ji kerema xwe re êdî pkkê jî neparêze. kesên ku wek te dema ku pkkê diparêzin û vedigerin misilmaniyê rexne dikin, tenê dibin sedema reşbûna pkkê. yanê dema ku civat kesên ku wek te dibînin, dibêjin "lê binêre, hemû pkkyî wisa ne". bavo temam misilmaniyê rexne dikî bike, qet nebe di şexsê xwe de pkkyîyan reş neke...



23.06.2015 15:44 | nazim tolhildan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» hola screen lock

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî