Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
hola êzîda - tirşik
hola êzîda
(16) (4) (6)
di mijarê de bigere

34. nivîskareke ku tiştek ji bêrîka xwe dernexistiye. eger rast derxitibe, bila tirşikvanên din li gorî formatê mijarê serrast bikin. ev ferhengek înteraktîv e. mijarên "bê mane" û "nelazim" hene di ferhengekê da? civat çi bêje çi nebêje, hola êzîda dimîne tirşikvanek azad. bila pkk di daxuyanîyek fermî di televîziyonê bide û bêje ku ew êzîyên ku îslamê rexne dikin qebûl nakin. wê çaxê gûftûgo wê bi awayekî din berdewam be.



23.06.2015 16:15 | hola êzîda

35. nivîskarek pir bi aqile lê pir ne bi mantiqe çavê wî timî li îbnetîyaye

(bnr: :)





edît: not: bira îbne şaş fehm nekin hurmeta me ji wan ra jî heye..



23.06.2015 16:21 ~16:46 | shorbevan

36. îcar yekî ku pkk diparêze nikare îslamê rexne bike? (bnr: mafê azadiya derbirrînê)



23.06.2015 20:24 | hola êzîda

37. ji aliyê derqamij rastî rexneyên bêbingeh tê. behsa nasnameya xelkê dike. bûye wek tirkan, ku behsa nasnameya kesên ne tirk dikin. lo de ji her nasnameyê re rêz bigre, ew jî bila rêz ji nasnameya te re bigrin. û tu sax. rexne mafê her kesî ye, her alî ye. derbarê şeytên, derbarê ayetan, derbarê her tiştî de.



23.06.2015 21:27 | hola êzîda

38. zane ku ji vî zimanî re herwiha kurmancî jî tê gotin. û ji kurdên bi şeref û namûs hez dike.



23.06.2015 22:48 | hola êzîda

39. baş e qenc e lê zêde zêde zorê dide entryan yanê gelek entryên camêr ji eyar ketî ne, ne bo dêrê ne jî bo mizgeftê ne, bêhna trollî jê tê lê bila xwudê bi xêr ke*



07.07.2015 00:09 | ferhenga şikestî

40. êzîdî ye. ne erebe ne almane ne kurde ne tirke ne faris ne nizainim çi ye. ji ber vê jî ne bo dêrê re û ne jî bo mizgeftê re dibe. tenê ji qubê re dibe. quba xas û çakên êzîdiyan. ewê dîsa formatê bixwîne ji ber gilî û gazinên tirşikvanan ji wî hene. berxwedan jiyan e.



07.07.2015 01:55 | hola êzîda

41. potansiyela faşîzm û bêtehemûliyê ya di dilê gelek nivîskaran de derxistiye meydanê û daye ber tavê, bi kurmanciyeke fesîh dinivîse, çavkaniyên ku jê vedixwe -bi baweriya min- şêlo ne, cihê ku pal û pişta xwe dayê û xwe pê girtiye leq e lê retorîkeka wî ya xurt heye, dikare bersiva xwe bide..

çawa pirraniya kurdên misilman nasnameyên xwe yên dînî didin pêş nasnameyên xwe yên din ên etnîkî, qewmî û malbatî, normal e ku kurdeke êzidî, elewî, yarsanî ûhwd. nasnameya xwe ya dînî bide pêş nasnameya xwe ya kurdbûnê, mafê wî ye ku xwe kurd nebîne û qebûl neke.. nasnameya kurdbûnê li ser yekî ferzkirin eger ew kes ji heft bavê xwe de kurd be jî faşîzm e, û ji ber vê helwesta wî cih lê tengkirin an tehn û mineta xêr û qenciya xwe lê kirin jî bêtehemûlî ye..



li ber dilê min deh qetî ji wan kurdên ku bi zimanên biyanî heta êvarî behsa kurdbûn û kurdistanê dikin lê bi xwe re nabînin xwe bielimînin çend lefzên kurdî çêtir e û biqedr û qîmettir e..



07.07.2015 03:50 | endazer

42. rebenê hêjî ji ştrê qey wîda ez moderatorim xuyaye jimin bizdîyaye lê ez jêra îtiraf dikim ez ne moderatorim û xwedê neke ez moderatorbim.



07.07.2015 14:17 | shorbevan

43. nizane derbarê çi de çavkanî jê tê xwestin.



07.07.2015 22:39 | hola êzîda

44. mafê wî ye jî xwe tenê êzîdî bibîne, eger heftêûheft bavê xwe ve êzîdî be. herwiha mafê wî ye, xwe wek kurd bibîne, eger heft bavê xwe ve êzîdî be. lê ew li ser eslê xwe dimîne û xwe kurd nabîne.



08.07.2015 00:27 | hola êzîda

45. ji gelekan re silavek taybet şandiye lê kesek xwe aciz nekir, tenê yek bersivên tûj dide û meriv mecbûr dike ku hîn tûjtir lê vegerîne. îcar pirsgirêk li aliyê kê de ye, hûn ji xwe re binirxînin



08.07.2015 01:05 | hola êzîda

46. Dema tê gotin êzîdî kurd in faşîst bun e lê dema ew bîjê êzîdî ne kurd in ne faşîsbun e.dema ew reşkirna islamê dike ne ecêb e.lê heman tiştî em bikin (ku xwedê ne ke) ecêb u şermekê mezin e.wele babo xweş bazar e.



08.07.2015 01:11 | ronahî

47. tu caran olên xelkê reş nake, tenê rexne dike. rexne kirin tiştek e û ji mafekî bêtir wacibek e civakî ye. û reşkirin û heqaret tiştek din e. eger yek entriyek hebe ku reşkirin tê de hebe, ez ê lêborîna xwe bixwazim. lê ez bawerim tune ye.



08.07.2015 01:17 | hola êzîda

48. rengekî cuda ye lewma jî ji hebûna wî kêfxweş im, ez hez nakim ku mîna zarokan serê carê behsa formatê bikim, mirûzê xwe tirş bikim lê ez çi bikim simurg56 axa ez kirime moderator lewma pêwîst e karê xwe bikim

ez ji vî birê xwe rîca dikim heke şîroveyên xwe bêtir li gor formatê binivîse û eyarekê bide entryên xwe yên berê wê gelek sûdewar be bo me.

û ez iddia dikim ku heke wilo bike wê bibe populertirîn nivîskarê tirşikê, çimkî ev potansiyel pê de heye

ji kerema xwe vê mijarê (bnr: formata tirşikê) carekê bixwîne



08.07.2015 01:25 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» hola screen lock

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî