66. nivîskarê ti sebr û tebata ferhenga şikestî nehiştîye edî ferhenga şikestî pîyê xwe li mesê xistîye ti pêvajo nehiştîye û ferhenga şikestî rast dibêje em li pişta wîne bê mehne bira hola ezîda rexne bike lê belê heqaret neke. |
|
29.07.2015 16:02 |
shorbevan
|
67. nizane çima ewqas kurd ewqas bi hêrs in, yaw. ez bawerim wan ê min bixwara. hola êzîda niha fam dike çima êzîdî wek êzîdî di nav kurdan de nikarin bijîn û tim reviyane. |
|
30.07.2015 13:43 |
hola êzîda
|
68. hêrsa çi halê çi? û reva çi halê çi? |
|
30.07.2015 18:02 |
ferhenga şikestî
|
69. aresto momentum! riya merlîn, berçavka miyazaki! wey lo lo hun li vir çi kirine law! tofan li vira rabûye, ecêb e carekî jî çavên min li vir neketiye. minê bigota ka vî tirşikvano li van rojan nigên xwe li malperê nade qey, çi li serê wî hat ma mere ji ber xatirê silav jî nade! eyb e lo, hinek fedî bike. * |
|
17.09.2015 01:50 ~01:52 |
biruya hayao miyazaki
|
70. misilmanê bira min ji dîn û îman dernexe... |
|
25.09.2015 21:58 |
shorbevan
|
71. duh li mijara 24.09.2015 li hecê mirina 700 heciyan wisa henekê xwe bi mirina 700+ kesan kiriye; |
|
25.09.2015 22:11 ~22:16 |
simurg56
|
72. Derbarê qezaya hecê de ne henekê xwe bi qurbaniyan kir, lê rexneyek kir. Heta îro ji me re dibêjin şeytanperest û diherin li hecê keviran diavêjin ji "şeytanê me", û ji dêlva hecî mesrefa xwe bidin qurbaniyên daeş, û Siûd A. Jî wan cadirên li hecê têra milionan însanan bidin pênaberan, binêrin çi dikin. |
|
25.09.2015 23:07 |
hola êzîda
|
73. dixwaze hin nêrîna xwe derbarê tawanbariyên sîmûrg56 yên pir giran bibêje: |
|
26.09.2015 13:40 |
hola êzîda
|
74. di vê peyama xwe de (vbnr:hola êzîda/76838) çi qa gotinên beredayî kiriye, ew xwe nizane. divê di serî de fêhm bike têgeha "şeytan" a di îslamê de û têgeha "tawisê melek" ne heman tişt e. divê mirov binêre felsefeya herdu olan. di felsefeya îslamê de şeytan ew tişt/kes e ku li hemberî xwedê serî hildaye û berê mirovan dide nebaşî û xirabiyê. lê di felsefeya êzidîtiyê de tişteke din e, alîkarê xwedê ye, melekê herî mezin e, baş e, têgeha başiyê ye. du tiştên cuda ne. |
|
26.09.2015 13:58 ~13:58 |
xendekî
|
75. zilam di peyama xwe ya ewil de îroniyeke xweş û baş kiriye li ser tawanên şeytanperestiyê yên silmanan. pêşî qala nebaşiyên qraliyeta siûdê jî mîna îroniya xwe bikira wê çêtirîn bihata fêmkirin lê car din jî li wir tiştên nayê fêmkirin çi ye, nizanim... ha pareziya xwe ya li hemberî sîmûrg kiriye, bi ya min jî ne baş e. tenê navê wan hevpar e. HATİYE GOTİN; têgih û peywir û hebûnên melek tawisî û şeytên ne yek in, û gelek ji hev du cuda ne. mixabin xuya ye ku mêrxas hola êzîda mÎna silmanên nezan (ji dûrî wî) ketiye şibandina wan her du afirîdeyân. divê li ser vê yekê xweş û baş bifikire. bi dilgermî. |
|
26.09.2015 15:03 ~15:05 |
biruya hayao miyazaki
|
76. Kesê ji ku dera xwe dibêje û ji ku dera xwe dibihîse ne aşkere ye. (bnr: hola êzîda/76838">hola êzîda/76838) |
|
26.09.2015 15:28 |
azadixwaz
|
77. eger behsa şeytên dike, gorî têgihiştina wan kesan ên ku ew behsa wan dike, dike; jo bo ew têbigihêjin. yanî ne gorî têgihiştina êzîdiyan ji wan re behsa tawisî melek dike, ji ber ku wê çaxê ji xwe ew tênagehêjin ji ber ku ew naxwazin têbigihêjin. |
|
26.09.2015 16:01 ~16:36 |
hola êzîda
|
78. bila hola êzîda va provokasiona barde. ez dixazim bêjim ez jî êzdî me. dîne min minra ye dînê kurd-bisilmana wanre ye. gereki bîra neke îro pkk aliyê êzdiyada ye. hata pkk hebe em gerek bona xatirê pkk dijî kurda xever nedin gerekî em ji pkk ra bêjin bona safîkirnê. |
|
29.09.2015 01:53 |
ded hesen
|
79. êzîdîyê hêjayê ez bi vê peyama wî ketime gumana gelo rastî wî nivîsîye.. gelo ez bigrîm * /83702 werhasil ez çepik û piştgirî didimê.. |
|
13.01.2016 00:20 |
shorbevan
|
80. nivîskarê ku hê ferqên di navbera olan û neteweyan de nizane ye. (bnr:/88594) |
|
25.04.2016 11:48 ~11:48 |
nazim tolhildan
|
81. tirşikvanê ku ferqa ol û netew dizane, jiberku ne ewqasî jî bê aqile. û herwiha dizane ku gelek car ol netewan dike netew. mixabin gelek mirov fêm nakin. pirsgirêk dîsa jî tune, kî bixwaze lêkolîn bike, zanyarî pêşketiye. herkesekî dikare bixwîne. |
|
25.04.2016 20:05 |
hola êzîda
|
82. Nivîskarek êzidî ye lê belê kurdî dizane * |
|
28.08.2016 21:26 |
biaqila malê
|
83. Nivîskarê ku kengî peyamên wî dixwînim bi dengekî eşkîna dikenim û dibêjim lol * |
|
28.08.2016 22:10 |
biaqila malê
|
84. Here lînkê |
|
02.03.2021 03:46 |
heval.js
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |