Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 77 peyam
paşeroj an pêşeroj - tirşik
paşeroj an pêşeroj
(7) (0) ecêb (0) (11)
di mijarê de bigere

1. bi kurdî "gelecek" paşeroj e an pêşeroj e li ser vê mijarê fikra we çiye?

li gorî hin kesan di wateya "rojên beriya me /pêşiya me " de ye yanê pêşeroj

li gorî hin kesan jî di wateya " ew rojên ku wê paşê bê " de ye yanê paşeroj

gelo hûn çi/çawa difikirin



2015.06.21-04:14 | aynştayn

2. Ez dibêjim pêşeroj.yê tevlihev ke dikarî dahatû/rabirdû bi kar bênê



2015.06.21-04:20 | ronahî

3. ez jî wisa difikirim pêşeroj xweştire lê awayê din paşeroj jî ne xerabe :-)



2015.06.21-04:23 | aynştayn

4. li nav xelkê bakur pêşeroj e, li başûr paşeroj e. ji bo yekbûna ziman ferhengnûsên me yên bakur jî wê wek paşeroj qebûl dikin.



werr xuyaye em ê di pêşerojê de paşerojê bi kar bînin *



2015.06.21-04:27 | berxweda

5. pêşeroj û paşeroj werhasil herdû jî dertên şevê



2015.06.21-14:01 [guhertin:2016.02.06 23:28]| shorbevan

6. têgehên ku ez bi kar nayênim ji ber tevliheviya wan

Here lînkê



(bnr: deham ebdulfettah)

Here lînkê

(bnr: mirad gundikî)



2015.09.09-00:44 [guhertin:2015.09.09 00:49]| dijber

7. ez her du jî bikartînim û krîter û wateyên wan ji van gotinan derdixînim:

gotinên pêşiyan ew pêşî ku zû de mirine û çûne. paşê ez hatime dinyê.

ango:

pêşeroj- past

paşeroj- future.



ji ber çi hew qas tevlihev dikin, nizanim. ev her du bikaranîna mînakên ku min da, herroj ji devên kurdan tê bihîstin.



2015.09.09-13:18 | biruya hayao miyazaki

8. (bnr: kêlekroj)



2018.08.01-20:44 | xwelî li ser

9. Di vê nîqaşê de divê mirov navenda xwe baş dîyar bike.

Mînak eger mirov xwe bike navendê yanî bi çavên xwe binêre dînyayê ew dema ku hêj nehatîye jîyînê bo mirovî pêşeroj tê binavkirin.

Lê eger tu hinek ji laşê xwe dûr kevî xwe bi jor de binêrî tu ji çavê "dîrokî" binêrî aha hingê ew dema ku hê nehatîye jîyîn dibe "paş" û yê hatîye jîyîn ew jî dibe "pêş". Înşelah hatibe fehm kirin.



2019.12.17-09:46 | azad30

10. kurd çima van her du peyvan li hev dixin fêm nakim
paş a rojê
pêş a rojê
paş a rojÊ yanî ew roj e ku li paş roja îroj maye
pÊş a rojê ew roj e ku aniha li pêş a li roja ku tu têde yî...

li gorî ferhengê paş (hoker) aliyê bi gelemperî berê mirovî ne lê ye, aliyê ne li ber çavan: li paş xwe zivirrî lê ti kes nedît. ne aliyê bi gelemperî tiştek ber bi wê ve dimeşe: em pirr li paş mane. jê dûr: divê mirov xwe ji agir bide paş daku neşewite


li gorî ferhengê pêş 1. ber û ne li paş 2. hember, dij *“bi darê zorê, tu tişt nayê pêş” [ii] 1. daw 2. qûntar pêşan nîşandan
(hoker) ber, bersîng, aliyê li rû, ne paş, pêşmalk, bervank, pêştemal

bi kurtasî paşeroj ew roj e ku li pişt mayiye, pêşeroj ew e ku li ber me ye hê em neketine wê rojê.
lê em ketine paşerojê, em ketine û em li ser derbas bûne û li paş me mayiye



2019.12.17-10:31 [guhertin:2019.12.17 10:31]| ferhenga şikestî

11. tevlîhevkirina van peyvan asayî ye. kesek biyanî ger kurdî hîn bibe dê zehmetî kêşe. hevalên dibêjin paşeroj=future, pêş û paş di wateya zeman de bikartênin, pêşî-paşê. rastin, yên pêşeroj wek future fehm dikin, diyare pêş û paş wek hêl, alî qod kirine li aqlê xwe. mirov ji zaroktî bê zanîna rêziman hînî ziman dibe, gel ji bo future dibêje paşeroj. min gelek nebihîstye ji mêjû re gotin pêşeroj an pêşeroj, yanî rojên berê wek têgihek nabêjin. axir, future paşeroj e, pêşeroj jî dibe past.



2020.02.27-23:23 | hevînevî

12. pêşe+ roj - rojên pêş de , paşe+roj - rojên paş de.
Bi rastî jî bo kesên nû hîndibin dibe ku dijwar be ji bo ku dişibin hev.



2020.02.27-23:33 | brzn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
formata tirşikê [1]
Formata ku di van rojên ku endamên nû yên tirşikê zêde dibin de divê w...
firefox [1]
mijar a yekem a ku tirşikê de hatiye nivîsandin e.Kerema xwe jê re rêz...
tiştê meriv pê ji kena diqelişe [1]
:ddd sermijara bi valahîya xwe ji kenan hinavê min wek qûna asena reqi...
vîrûsa koronayê [1]
Virûsa ku Tirkîye ji bo pera kampanya çêkirî ye....
nivîskarên ku ji ber serbestiya fikrî ya di tirşikê de dev ji nivîskariyê berdidin [1]
(bnr: bila moderator endazer were guhertin)...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşeroj
» pêșeroja kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî