Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
roja bavan - tirşik
roja bavan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rojeke Her sal roja yekşema seyemîn a meha hezîranê ji bo bavan tê pîroz kirin.



Min ji tirsa xwe hacî re têlefon nekir, min ji wî re negot "bavo roja te pîroz be" heke ew li vir de nivîskar be yan jî vî nivîsa min ê hanê dixwîne jê re dibêjim bavo roja te pîroz be!...



21.06.2015 17:31 ~17:32 | mîr

2. rojeke ku min di jiyana xwe de qet pîroz nekiriye ye :-) ne ez jê fêm dikim ne jî bavê min û wek heval "mîr" dibêje ger bavê min li ser tirşikê sörf dike û peyama min dixwîne ez roja wî pîroz dikim û destê wî radimûsim.



21.06.2015 17:49 | aynştayn

3. ev rojê taybet dive mirov hê di zaroktiya xwe de fêr bibe/bike naxwe tehma wê nîne û zede tîr naye pîrozkirin

mînak; roja bavan/70687 ,roja bavan/70690

.Ezê zarokê xwe fêrî vê kim lewra tiştekî ne xerab e û tekilîyê navbera zaro û bav de xurt dike.



21.06.2015 18:34 | hûteheftserî

4. di nav gelê kurd de hê bi qasê roja dayikan berbilav nebûye. piraniya kurdan (ez jî tê de) roja dayikên xwe êdî pîroz dikin lê ji bo bavan hê tiştek wisa tune. sedema wê jî ew e ku bav piranî dijî pîrozkirinê ne.



21.06.2015 19:35 | simurg56

5. roja ku kurd û kurdîstanî na lê wekî din herkes pîroz dike edî baş ne baş ez nizanim.. lê belê ewê ji niha pêda ji alî nesîla nûda ewê bê pîrozkirin.



21.06.2015 22:13 | shorbevan

6. Ez dixwazim vê rojê hanê de bavê tirsik.net ê simurg56 pîroz bikim. Roja bavan li te pîroz be, bavê tirsik.net ê

(bnr: te nebûya em nedibûn) ;)



18.06.2017 17:46 | mîr

7. îro ye. vê şeveqê piştî ku me taştê xwar, mesele hate ser rojbûyîna. bavê min got ya we teva rast. roj, meh, sal tev... di go min teva di defterekî de nivîsî bû. piştî ku em mezin bûn çûbûn nifûsê. ji bo min gotibûn em ê mehek kêm binivîsin. heke na divê hûn herin nexweşxanê raporê bistînin. (nizam bo çi) bavêm gotiye na. min biriyê nexweşxanê.
û paşî gote ya me ne rast e 01.01 e. xuyaye aciz bûye li ber vê. gotiye bila zarokên min ê xwe zanibin.



21.06.2020 12:28 | xwelî li ser

8. Roja ku ez her sal dîroka wê ji bîr dikim. Par, xwişka min serê sibehê li ser înstagramê wêneyê bavê min parve kiribû. Ewqasî tirsiyam ku berî nivîsa bin wêne bixwînim li xwişka xwe geriyam û min got ma bavê min miriye?

Pîroz be li hemû bavan û li yên xwe bav hîs dikin.



21.06.2020 19:39 | berijahr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja agir

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî