1. pir in. herkesî ji xwe re yekî dîtiye. |
|
22.06.2015 09:21 |
brusk56
|
2. (bnr: di karên giran de xebitandin) |
|
22.06.2015 09:22 |
brusk56
|
3. helbet bêbawerî û ateîstî sedemên girîng in. lê bi taybetî di tirkiyê û kurdistanê de cûdahiya baweriyan jî sedemeke bingehîn e. elewî hene*, xiristiyan hene, êzidî hene, cihû hene û hwd. yanê em ne tenê misilman in. heta bi ya min, ger em bêbaweriyan ji tê de kesên ku ne misilman in bidin aliyekî, dibe ku %50 hejmara tirkiyê zêdetir be. yanê dawiya dawîn, %50 hejmara tirkiyê rojî nagire, lê mixabin nikare xwe eşkere bike. |
|
22.06.2015 09:32 ~09:32 |
nazim tolhildan
|
4. Ma hûn gerek bi dizî xwarinê bixwin? |
|
22.06.2015 09:40 |
hola êzîda
|
5. (bnr: ji îslamê xeyîdîn) |
|
22.06.2015 09:45 |
xendekî
|
6. fitî/fetwa ji xwe heye ji rojîyara.. |
|
22.06.2015 12:22 ~13:19 |
shorbevan
|
7. ê min tu sedemên min tunebûn ji ber ku ez misilmanekî durust bûm min digot "ez nikarim bigrim" qey bi zor e wîî! Û min nedigirt. wextê ku min nimêj jî dikir min rojî nedigirt. yanî ew gavên ku ez misilmanekî muhafazakar jî bûm min rojî nedigirt. qet ji bîr nakim rojekî ez ê ji gund biçûma farqînê û bêrojî bûm. Li gund fitar bûm û kesê lomeyan Li min nedikir min jî got herhal farqîn jî wisa ye!! min nizanîbû ku li farqînê hîzbilşeytan li her derî hene. Ez serê sibê heya saet çar û pêncan tî û birçî geriyam. Axirê min xwe avêt bextê şîranîfroşek mi go abê Ez xwe diavêjim bextê te serê sibê da heya niha fitar im lê dikim ji tî û birçîna bimrim ka ji kerema xwe re di cihek veşartî de hinek tiştan bide da ez bixwim û vexwim xwedêjêrazî hinek av û şîranî da min* û min jî li quncikekî bi dizî xwar. herî dawî sala çûyî min rojî girt. Ji ber ku êdî herkes digirt. Min heya panzde rojan jî girt û min îsyan kir mi go ez êdî nagirim vêca heval û hogir pirsîn ka sedem çî ye xêre tu nagirî, min jî go welle ez ê herim dixtor rapor bistînim gava xwedê go ka rojîya te ez bêjimê ha ji te re ez raporlî me* û bêhenek ez çûm dixtor lê îsal bêrapor ez nagirim. Nagirim ewqas. |
|
22.06.2015 14:04 |
ceso
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |