Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
elewiti & êzdîtî - tirşik
elewiti & êzdîtî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. -civaka herdûyan jî pirr zilm dîtine , di dilê wan de kerbeke mezin heye. Herwek ermeniyan

-wexta kurdek bibêje ez misilmanim , ew jî dest pê dikin dibêjin em ne kurd in.

-Rikberiya wan hêjayî lêkolînên berfireh e.

-xwedê zilmê ji ser kurdan rake , ev qewm di bin stres û tahdayê da hishê xwe winda dike bi çolan dikeve.



23.06.2015 02:31 | derqamij

2. elewîtî û êzîdîtî têgîhên olî ne. ji ber ku herdu gelan ji aliyê ola xwe ve zilm dîtinê, bi çar lepan ve olên xwe xwedî derdikevin. olên xwe wek nasnameya xwe qebûl dikin. ev jixwe pirsgirêkeke civaknasî ye. ger tu zengîbûna yekî qebûl nekî, ewê zengîtiya xwe xwedî derkeve, ger tu elewîtiya yekî qebûl nekî ewê elewîtiya xwe xwedî derkeve, ger tû ezîdîtiya yekî qebûl nekî ewê ezîdîtiya xwe xwedî derkeve û ger tu kurdbûna yekî qebûl nekî ewê kurdbûna xwe xwedî derkeve. yanê rewşeke pir asayî ye. lê ev rewş carinan digihîne asteke nexweşiyê. yanê mirov carinan aliyê xwe ê zilm dîtiye wisa xwedî derdikeve ku nasnameyên xwe yên din ji bîr dike. wek ji aliyê elewî û ezîdiyan ve ji bîr kirina kurdbûna xwe.



gelek hevalên min ên elewî hene. dema ku ji min dipirsin "tu ji kîjan neteweyî yî". ez dibêjim ez kurd im. lê dema ku heman pirsê ez dipirsim, dibêjin "em elewî ne". îja hêrs dibim û dibêjim "kuro malava ez ola te napirsim, neteweya te dipirsim". lê dîsa dibêjin "em elewî ne". yanê elewîtiya xwe wek nasnameya xwe a bingehîn û ne tenê wek olekî, wek neteweya xwe jî dibînin. di vê rewşê de helbet kurdbûna wan ê paş de bimîne. yanê dawiya dawîn ji bo elewî ezîdiyan, elewîtî û ezîdîtî ji kurdbûnê girîngtirê.



23.06.2015 10:05 | nazim tolhildan

3. herdû jî olin û hew.

sernivîsa wiha "elewiti & êzdîtî "şaş hatîye nivîsandin pêwiste wiha be

elewîtî & ezîdîtî.



23.06.2015 16:06 | shorbevan

4. (bnr: di êzîdîtiyê de şeytên tune)



23.06.2015 18:23 | hola êzîda

5. Ezîdîtî u yahudîtî da ev tişt heman e ku yên dê u bavê wan ne êzîdî be nikarin ji vî olî bin.xweda êzîdî u insanin din cuda afirandi ye.



23.06.2015 19:22 ~19:39 | ronahî

6. êzîdî ji xwe re dibêjin miletê tawisî melek



23.06.2015 20:21 | hola êzîda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» elewiti & êzdîtî
» êzdîtî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî