Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
zanîngehên taybet - tirşik
zanîngehên taybet
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. şîrketên ku dîsa dest bi reklamên xwe yên ji-dil kirine. ji ber ku dîa serdema bijartina zanîngehan ya xwendekaran hat.

gelek ji wan tenê ji apartmanek pêk tên lê dema mirov li reklamên wan dinêre, dibêje qey harward in.



07.07.2015 00:05 | simurg56

2. di sala 2009'an de li zanîngeha dîjleyê min beşa edebiyata tirkî qezenç kiribû, heta ku ez ketim wê beşê malîk li min çûbû mîratê, ji ber ku hem matematîka min nîn bû, sifir bû hem jî nota min a dîplomayê gelek kêm bû, ji bo ku qezenç bikim divê kêm zêde min hemî pirsên sosyal çêkirana, û di 120 pirsan de min 108 net çêkiribû, gelek westiyabûm, ji jiyanê sar bûbûm..

rojekê min ji lîseyê hevalekî xwe dîtibû, necamêr gelek teral bû, mi go tu niha çi dikî? go niza li kîja bajarî beşa edebiyatê dixwînim ez şaş mabûm, mi go kîja zanîngeh? niha nayê bîra min lê zanîngeheke taybet bû, yanê bi pereya bavê xwe ketibû, bavê min feqîr bû lewma mi qûna xwe çirrandibû û niha ez û ew heman beşê dixwend.. gelek zora min çûbû gelek gelek..

ji wê rojê vir de ye ku îmana min ji xwendekarên zanîngeha taybet diçe



07.07.2015 00:16 | ferhenga şikestî

3. Weke parparê li her derî bilav dibin, her roj navê yeke din derdikeve holê, ji xwe qet behsa yên derveyî tirkiyê nekin. Şikir ji xwedê re tu eleqeya min bi wan çênebuye, aqubet li serê zarokên min jî.



07.07.2015 01:00 | azadixwaz

4.



07.07.2015 01:17 | simurg56

5. zanîngehên derê wan bi pera vedibin mala xweyê feqîrîyê bi şewite û xwedê nehele.



07.07.2015 15:37 ~15:38 | shorbevan

6. (bnr: xwendina di zanîngehên taybet de)

(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)



07.07.2015 18:37 | ceso

7. Zanîngehên çiqas ji bernameya taybet aciz im ewqas ji wan aciz im. Piranî kêrî tu tiştî nayên û yên kêrî tiştekê tên jî ji heqê xwe zêdetir distînin.



07.07.2015 23:25 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» zanîngehên taybet
» taybetmendîyên mirovên beradayî

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî