Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
kampanyaya xilaskirina ferhenga şikestî ya ji stenbolê - tirşik
kampanyaya xilaskirina ferhenga şikestî ya ji stenbolê

Navê mijarê ya ewil ev bû:kampanyaya ferhenga şikestî ji stenbolê xilaskirinê
(0) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. Kampanyaya aniha destpê kirî. Ji bo serbikeve pêşî wê kesên piştgirî bidin li vir berhev bibin. Ji ber ku yê kampanyayê dayî destpê kirin pir amator e wê paşê biryar bê dayîn ka wê çi bê kirin.



07.07.2015 01:20 | azadixwaz

2. li amedê jê re îşekî bibînin, an her meh nivîskarên tirşikê bila di nav xwe de pereyan kom bikin bi vî awayî debara wî bigirin ser xwe û brusk56 jî bila mala xwe nefeşkilîne, bi tiştên xwe yên malê ve bila mala ku wê jê derkeve bidiyê, û hûn sax û ez silamet..



07.07.2015 04:25 | endazer

3. kampanyeka wisa bi pêşkebe ewê gelek baş bibe ji hukûmeta kurdîstanê ra bêjin nivîskarekî heyf heye hûn çima lê xweyî dernayên li îstenbolê bêxweyîye rihê keçika qetand. ma qey perê petrolê/neftê tev para we dikeve law! ger ibrahim halil baran me di şopîne bira dengê me herê ferhenga şikestîbi çiyê xwe ji we nivîskarê rûdawê kême? he?





dibe ku nivîskarê rûdawê jî birçîbin wê demê em lêborîn ji wan dixwazin



07.07.2015 13:38 | shorbevan

4. Ji bo rûmeta mirovatiyê û ji bo azadî û serxwebûn û têkoşîn û pêşveçûna kurdistanê divê zû bi zû kampanya li her derî li dar keve. Ev mîrata stenbolê hingî wî xwar xwar êdî mêrik ji hal û pertav ketiye. Ez dixwazim piştî biserketina kampanyayê weke semboleke hezkirina ji dîyarbekir dibê peykerî wî li dax qapî biçikînin da ku heta û hetayê ji her gêncê kurdê nehşî û nestêle re bibe îbreteke beloq û berbiçav da ku êdî berê xwe hew bidin welatên xêrnexwaz û mêtinger û dagirker.*



07.07.2015 13:44 | ceso

5. ez piştgiriyê didim vê kampanyayê, çi ji destê min were ezê jê texsir nekim

ger di wezareta tendûristiyê de torpîla we hebe, ger hûn karibin bi vê torpîlê teyîna vî camêrî bînin amedê, wê gelek bextewar be û hûn ê jî şîrînlerê bibînin*



07.07.2015 18:53 | ferhenga şikestî

6. bira simurg56 û hemû moderator ya çarekî bibînin ya jî îstifa bikin qardeşım wiha nabe.



07.07.2015 19:46 | shorbevan

7. Divê kitekit û statuya karê xêrxwazê hanê aşkere bibe.

(bnr: kampanyaya rumetê)



07.07.2015 23:13 | azadixwaz

8. kampanya ku divê xwe bigihîne her xêrxwazê kurd, hemû şaredariyên me *. ev lawikê qeşeng î spehî yê yaqişixlî li wan çol û çolterên stembola neşewitî perîşan bû, zeîf bû, wek zîxelokekî lê hatiye. canim ya.

(bnr: agir geş bikin)



08.07.2015 21:19 | xendekî

9. kampanya ku hêjî me dengê xwe ne gîhandîye simurg holdîngê. gelo xêr xwaz tinin bibin sponsor.



08.07.2015 21:28 | shorbevan

10. Kampanyaya nêzikî serkeftinê ye. Niha ji bo wezîrê tirkiyê yê tenduristiyê ji hdpê be kar tê kirin, ku wisa be wê rehettir bibe. Lê divê heta hilbijartinê em karê xwe xilas bikin ha.



18.08.2015 21:49 | azadixwaz

11. ger xelaskirina wî bi hineka bibe /bi hineka bi qede wê qenc bibe jiber ku ferhenga şikestî jî piştgirî daye vê kampanyayê.. lê hdp nikare torpîlan bike qey dewleta wê bavê wêye.. wê rebenê ferhenga şikestî ji karê wî bikin mala wî ava bikin di rîya tirkîyeyîbûnêda bibin serok wezîr jî nikarin tişkî bikin( nahêlin bikin) kes wan bi (stur: kxîrê xwe hesab nake niha 80 endamê wê hene lê dibêjin tunene werhasil ez li vir biqedînim dîsa firên teqîya ketim sîyasetê.



18.08.2015 23:03 | shorbevan

12. (bnr: wezîrên hdpyî)



21.08.2015 23:24 | azadixwaz

13. kampanyaya ji ber levent tüzel û emepê ketî avê de.

de were û riyeke din bifikire. uuuuffff....



03.09.2015 00:08 ~00:11 | azadixwaz

14. saleke din van çaxa ji stenbolê xelas dibe, bila kes xem mexwe êdî

(bnr: em bawerî pê destpêka demsala sar bînin)*



03.09.2015 00:27 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» kampanyaya şikandina rekora peyaman a tirşikê
» ferhenga rezvaniyê
» şikestî

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî