Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 1 peyam
    mehmet dicle - tirşik
    mehmet dicle
    (0) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskarê pirtûka "nara" yê, çîroknûsek serkefti ye. çiroka nara diyarî şakiro kiriyê û bi qerhetê dengbêjî bi formeke modern nivîsandiye



    2013.07.28-02:28 | arami

    2. pirtûka wî ya yekem "asûs" ji weşanên tevnê derketibû,



    2013.07.28-02:31 | arami

    3. ji çîroknûsên kurdan yê herî serkeftiye,bêdeng û bê olana mixabin. çîroka camêr a bi navê "nara" meriv dikare li ser mijara "di edebiyata kurdî de wek îmkanek folqlor" ê de bike ders.



    2013.09.16-21:07 | tivirloismail

    4. pirtûka wi ye çîroka dawî nû derket,xweş derket navê wê ta ye.hersê pirtûkên wî ji ji nûve nav weşanên avestayê derçû,mala wî ava.bi heyecaneke mezin li benda pirtûka camêr im.



    2013.11.08-23:08 | tivirloismail

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.08.28-00:11 | seydayê_peyvan

    6. çîroknûsekî kurd î vê taliyê ye ku çîrokên wî gelek serketî ne, ez ne şaş bim heta niha sê pirtûkên çîrokan nivîsiye; asus, ta û nara..

    min ta û nara'yê xwendiye têde çîrokên gelek xweş hene hêjayî xwendinê ne

    bi pirranî qala jiyana gundan dike, mijara çîrokên wî bi pirranî li gundan diqewimin bi awayakî veşartî rexneyan li ser jiyana bajarî a kurdan dike, gelek biwêj û qalibên resen li ser çîrokên xwe difesilîne

    zewicandî ye û li stenbolê dijî



    2014.08.28-13:55 | ferhenga şikestî

    7. Ku we heta niha pirtûkên wî nexwendibin. Bila sibê karê we ê ewil xwendina pirtûkên wî be.

    Pir serkeftiye lê ew serkeftina wî ji çi diqewime nizanim. Çîrokên wî bêhempa ne



    2014.12.20-23:38 | cîncoqo

    8. navê pirtûkekê wî asûs e. di ser bergê vê pirtûkê de wêneyekê xeyalî hebû. ew wêne bi çûkên dêw û sewalên asayî û yên derasayî bi hev re bû, bala min kişandibû. bi serî de beşa yekem a pirtûkê gulên sala dilê min heland. ne bi tenê ji ber xweşbûna mersele ya çîrokê dilê min heliya. vegotina wî ya ne wek kesên din, hevokên wî yên wek helbestan û hwd. mêrik jêhatî ye.

    min berhema mehmed uzunê jî xwendiye, a ronî war û firat wergerîyê jî xwendiye. her sê jî, nivîskarên birûmet in. meriv yekî ji wan li derve bibîne xwe dide hev an radibe ser piyan (mehmed uzunê rehmetî, êdî hûn nikarin cihekî de rastî wî bên). nivîsa mehmet dicle bo min nivîsekê nû ye. pênûsa wî bihêz e. pir bextewar im bi hebûna berhemên wî. ez ê bibînim beşên din yên asûsê bi çi awayî ne. hin pirtûkên wî yên din jî hene. ez ê yek bi yek giştan biqedînim. îcar ji ber dewlemendiya gotin ên wî, ji min nayê ku ez berhemên wî bilez bixwînim.



    2018.12.24-22:58 [guhertin:2018.12.25 08:08]| mirovekirind

    9. Çîroknûsê ku divêm pirtûka wî ya nara bixwînim lê hem wext tûne ye û hem jî di rêzê pir pirtûk hene.



    2018.12.25-12:37 | xelîl

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê [1]
    partosa gîhayan!
    merivê xwe serserkî biavêjê partosê oxx.. bib...
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [4]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [9]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    akrostîşên tirşikê [7]
    T ir û fis hemam germ nakin
    I rsî ye ev rik, dev jê bernadin
    R...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mehmet atlı
    » dîcle

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî