Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mehmet dicle - tirşik
mehmet dicle
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê pirtûka "nara" yê, çîroknûsek serkefti ye. çiroka nara diyarî şakiro kiriyê û bi qerhetê dengbêjî bi formeke modern nivîsandiye



28.07.2013 02:28 | arami

2. pirtûka wî ya yekem "asûs" ji weşanên tevnê derketibû,



28.07.2013 02:31 | arami

3. ji çîroknûsên kurdan yê herî serkeftiye,bêdeng û bê olana mixabin. çîroka camêr a bi navê "nara" meriv dikare li ser mijara "di edebiyata kurdî de wek îmkanek folqlor" ê de bike ders.



16.09.2013 21:07 | tivirloismail

4. pirtûka wi ye çîroka dawî nû derket,xweş derket navê wê ta ye.hersê pirtûkên wî ji ji nûve nav weşanên avestayê derçû,mala wî ava.bi heyecaneke mezin li benda pirtûka camêr im.



08.11.2013 23:08 | tivirloismail

5. çîroknûsekî kurd î vê taliyê ye ku çîrokên wî gelek serketî ne, ez ne şaş bim heta niha sê pirtûkên çîrokan nivîsiye; asus, ta û nara..

min ta û nara'yê xwendiye têde çîrokên gelek xweş hene hêjayî xwendinê ne

bi pirranî qala jiyana gundan dike, mijara çîrokên wî bi pirranî li gundan diqewimin bi awayakî veşartî rexneyan li ser jiyana bajarî a kurdan dike, gelek biwêj û qalibên resen li ser çîrokên xwe difesilîne

zewicandî ye û li stenbolê dijî



28.08.2014 13:55 | ferhenga şikestî

6. Ku we heta niha pirtûkên wî nexwendibin. Bila sibê karê we ê ewil xwendina pirtûkên wî be.

Pir serkeftiye lê ew serkeftina wî ji çi diqewime nizanim. Çîrokên wî bêhempa ne



20.12.2014 23:38 | cîncoqo

7. navê pirtûkeka wî asûs e. ji çîrokan pêk tê. di ser bergê vê pirtûkê da wêneyeka xeyalî heye. di vê wêneyê da çûkên dêw, sewalên asayî û yên derasayî bi hev ra ne. min bergê pirtûkê eciband û dest bi xwendinê kir. bi serî da beşa yekem (çîroka yekem) gulên sala bû. dilê min heland. ne bi tenê ji ber xweşbûna merseleya çîrokê. vegotina wî ya ne wek kesên din, hevokên wî yên wek helbestan û hwd... nivîskar jêhatî ye.

min berhema mehmed uzunî jî xwendîye, ya ronî war û firat wergerîyî jî xwendîye. her sê jî, nivîskarên birûmet in. meriv yekî ji wan li derve bibîne xwe dide hev an radibe ser piyan (mehmed uzunê rehmetî, êdî hûn nikarin cihekî da rastî wî bên). nivîsên mehmet dicle bo min şêweyeka nû ye. min nivîskarîya wî eciband. pênûsa wî bihêz e. hebûna berhemên wî ez pir bextewar kirim. ez dê bibînim beşên din yên asûsê çawa ne. hin pirtûkên wî yên din jî hene (nara, ta) ez dê yek bi yek giştan biqedînim îşela. îcar ji ber dewlemendîya gotinên wî, ji min nahê ku ez berhemên wî bilez bixwînim, wek avê vexwim.

edît: min vê vîdyoyê nedîtîbû



24.12.2018 22:58 ~2020.02.16 17:38 | mirovekirind

8. Çîroknûsê ku divêm pirtûka wî ya nara bixwînim lê hem wext tûne ye û hem jî di rêzê pir pirtûk hene.



25.12.2018 12:37 | xelîl

9. heftê û heft xwezî li wan kesan ku li ber çoka Mehmet Dicle guh dane wî.



20.02.2022 15:02 ~2022.02.21 19:50 | ezcan

10. min heta îro romanekê mîna berfa sor, wisa xweş û bilind bi kurdiya kurmancî nexwendibû. dest xweş mihemedê dicle! Here lînkê



06.02.2024 07:17 ~07:21 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmet masum suer
» diclefirat

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî