Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
weşanên avesta - tirşik
weşanên avesta
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. edîtorê wê evdila keskin e. weşanxaneyek herî serkeftî ya kurdî ye.



28.07.2013 02:33 | arami

2. weşanxaneyeke serkeftî û jêhatî ye. li ser ziman û çanda kurdî de gelek berhem çap kirine. kitêbên wan hem ji hêla berg û dîzaynê hem jî çapa wan gelek biqalîte ye. bi taybetî seriya kürt araştırmaları, kitêbên li ser mem û zîn û magna carducia gelek baş in.



lê mixabin vê dawiyê de bi taybetî jî çîrok û romanên werger a ji soranî bo kurmancî qet nexweş in û bêqalite ne. wergerên wan de pirsgirêk hene.



(bnr: besam mistefa)



28.07.2013 03:43 | kelemejû

3. weşanxaneya bipirestîj ya kurdan e. edîtorê weşanxanê: (bnr: abullah keskin)e



31.07.2013 05:55 | seydayê_peyvan

4. wilo kurdewar in ku Kitêba "zend avestayê" "bi tirkî" chap kirine.....



05.08.2013 23:08 | rojgar

5. ji bo kurdolojiyê PIRTÛKÊ HERÎ girîng çap kirin e û di vê rêya de meşîna xwe berdewam dike. ji bo zend avesta ya kurdî jî dixebitin. ha berÊ tirkî çap kirin e ha BERÊ çapa kurdî weşandÎ ne. ê tevgera hewceye ku bê teqdîR KIRIN EV E KU JI BO KURDÎ DIXEBITIN. *HÊLA DIN TIŞTEKÎ TAYBETIYA WEŞANÊN KURDAN HEYE KU EW JÎ LÎTERATURA KURDA DIXWASIN BIDIN BER ÇAVÊN TIRKA. JI BO KU TIRK JI HÊLA DEWLET, EV EM BÊJIN SED SAL E TÊ XAPANDIN. DÎROK Û WÊJE Û HERÎ WEKÎ DIN LÎTERATURA KURDA NEBIHÎSTINE, NEdîtIne, niZANIN... kî çi bêje JÎ HEWCEYA KU EM XWE BI TIRKÎ BIDIN NASÎN...



(bnr: kurdolojÎ)



12.10.2013 12:58 | biruya hayao miyazaki

6. Wesanxaneya herî pirr ji kurdî pere qezenc dike ye, ji ber ku dikare pirtûkên xwe hebo hebo/perekende jî bifrose û yên wesanxaneyên din ên kurdî jî bifrose.



12.10.2013 13:16 | dîno

7. ku bi vê serkfetinê herin metîs ji bo tirkî çi bê avesta ji bo kurdî ê ew tişt be.



12.10.2013 21:45 | tivirloismail

8. pirtûkên wê zehf buha ne..

ji bo nimûne pirtûka mueyede teyyîb ya bi navê ne ba min hilfigire ne ax min peya dike, 21 lîreyên tîrkî ye.. lê li gorî piyasê heqê buhayê wê pirtûkê 10-12 tl ye.. min ji xanima bi navê songul ya li ber pirtûkfiroşgeha avestaya li amedê disekine, re got, hindik mabû pê berde pey min.. *



28.06.2014 15:46 | endazer

9. weşanxaneya ku ketiye 25 saliya xwe. li kurdan pîroz be.



piçekî din zû destpêbikira em ê di temenekî de bûna *



27.01.2015 22:28 | berxweda

10. Weşanxaneya ku ciwanmerd kulek transfer kiriye.



28.01.2015 00:24 | seydayê_peyvan

11. ez roja şemiyê çûm cihê wan ê li kolana îstîklalê. dora saet 15:00 bû hatibû girtin, cihê wan li piştê mizgefta hüseyin ağa ye. ji derve min lê nêhirê avahiyê wan avahiyekî 3 qat e wê dîrokî û kevnar e, zahf xweş dixuya. nesîb nebû ku min evdila keskîn bidîta pê re hinek sohbet bikira.



02.09.2015 00:07 | mîr

12. Weşanxaneya dema şaredarîya akdenîza mêrsînê the little Prince wergerand kurmancî û navê we kir şehzadeyê biçûk Weşanxaneyê xwe li erdê xist û got wergera wê berê heye heke we bixwesta em ê bi heqê mesrefê an belaş bidaya wê.



Îsal roja zimanê kurdî li antalya şagirtan bawernameyê xwe distendin. Me jî me got em ê wek koma xwendinê a antalya pirtûkan bikin diyarî. Ez bi wan re ketim têkiliyê û min rewş eşkere kir. Min got hunê bi çiqwasî bidin me fîyetek dan me. Me ji pirtûkakurdî .comê jî buhayê pirtûkê xwest. Dûr me dît buha yek in Qaşo avesta difroşe pirtûkakurdî.comê. min fahm kir ku ew tu tiştê zêde nakin lê tim bi ziman dibêjin em hazir in.



06.12.2015 01:57 | berxweda

13. weşanxaneya ku di van rojan de daxistineke pir baş kiriye ye. ji bo xatira bîst saliya avesta di van rojan de fiyêta hemû pirtûkên wan ji sedî çil erzantir e. mala wan ava.



27.12.2015 23:49 | kurê xelkê

14. weşanxaneya ku navenda wê li stenbolê ye.



28.12.2015 01:46 | subasi842

15. Weşanxaneya ku embara wan ya li Amedê ji aliyê hin kes/kesan ve rastî êrîşê hatiye û di encama şewatê bi gotina edîtorê wê Abdullah Keskîn nêzîkê 4 hezar pirtûkên wan zerer dîtine û nayêne xwendin..Kî çima dixwazê bişewitînê ?

Bûyerek ecêb e.



12.06.2016 19:07 ~19:11 | nan û av

16. Di bas nûçe'yê ev nûçeya reş wiha derçûye :BasNûçe - Depoya Weşanên Avestayê ya li navçeya Sûrê duh êvarî saet 22.00’an rastî êrişê hat û depo ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve bi molotofan hat şewitandin û gelek pirtûkan zirar dît. Edîtorê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin li ser vê yekê ji BasNûçe’yê re axivî û got ku em nizanin kak ê kiriye. Keskin eşkere kir ku gef li wan dihat xwarin û ev yek di mailên wan de hene û wiha berdewam kir: “Heta niha gef li me dixwarin û di mailên me de ev yek heye. Sala 2016'an li navenda Amedê pirtûkên Celadet Alî Bedirxan, Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî şewitandin. “ Edîtorê Avestayê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ji çar aliyan camên depoyê şikandine û molotof avêtine hindurê depoyê û got, “li ser caman wêneyên bergên kitêban hebûn. Em nizanin bê kê kiriye. Em şermezar dikin.”



12.06.2016 20:03 | azad30

17. cemil meriç/52771



06.01.2018 19:32 | mîr

18. zêde zêde ecêb e avesta ji her qedexekirin û cezayê biqezenc dertê. vê taliyê jî pirtûka wan a kürdistan tarihi hatiye qedexekirin û di medya civakî de gelek kes wek bertek dibêjin heke qedexe be emê jî vê pirtûkê bikirin. mîna teyrê sîmir her carê ji xweliyê xwe radibe.

(bnr: all publicity is good publicity) ango (bnr: reklama xerab tune)



27.07.2018 00:56 ~01:04 | tizbîkêş

19. piştî mehmet dicle û ciwanmerd kulek, kawa nemir jî ji hûriktirîn weşanxaneyên kurdî, tevlî gewretirîn weşanxaneya kurdî bûye. kitêba wî ya soneyên sewdaserê wê ji nav weşanên avesta derkeve.



07.09.2019 14:58 ~2019.09.17 02:22 | tizbîkêş

20. avesta bûye hêlîn û lîsa kurmancî ya esil.



17.09.2019 02:15 ~02:17 | nejbîr sîtav

21. avesta transferên muezem dike, îcarê jî xebera xêrê ji berken baba hat. berkenê bereh jî tevlî avesta bûye. super e bi qur'an! fûar is coming*



17.09.2019 02:18 ~02:19 | bargiran baran

22. weşanxaneya ku di pêşerojê da ez ê wergerên xwe yên ji Rusî bidime, yanî ka em meyzênin *



17.09.2019 18:06 | gulêê

23. îsal dê 25 salîya xwe li diyarbekirê bi pîrozbahîyekê û çalakiyên cûda (belkî kokteyl, panel, hwd.) pîroz bike, yanî bi qasî ku zanim.
ji niha ve li avestayê û kurdan pîroz be.



05.02.2020 08:51 | lehî baranyan

24. Pîroz be! Tiştê min bihîstî yekem weşanxane ye ku telîfê dide lêkolîner, nivîskar û wergêr û kedkarên xwe. Heyran di zimanê kurdî de jî pîyaseyeke azad û serbest çênebe hunermend ji ked û hunera xwe kar neke berdewamîya derçûna berhemên hêja ku bikaribin bên firotan jî zêde nebe û herwiha motîvasyon jî ne bi hunermend û ne jî xwîner û ne jî bi weşanger re namîne. di vî karî de divê herkes kar bike û bextewer bibe



05.02.2020 17:23 | oceancr

25. weşanên ku 25 saliya xwe pîroz dike. hey maşallah !
aqubet serê 50,75,100'ê.



13.02.2020 00:19 | brusk56

26. ev salek e gelek pirtûk werdigerînin û dikin malê zimanê kurdî... karekî pîroz û giranbiha dikin. Ya dilê min diêşîne jî wergêr zêde kêm in, hinek pirtûk bi zimanên orîjînal nehatine wergerîn! Hîn wergêrên me bi zimanên duyem werdigerînin... ka wergêr... wergêr divê!



02.05.2021 01:04 | nivîskarê gêj

27. di vê demên dawî de hewl didin ji zimanên xerîb ber bi kurmancî ve pirtûkan çap bikin ku bi ya min weşanxane divê polîtîkaya xwe ya weşandinê wiha bike. bi vê ew ê lîteratura zimanê kurdî firehtir û cûr bi cûr bibe.

WERÎSÊ SOR & KIZIL URGAN Alan Ward
KEÇA KAPÎTAN A. S. Puşkin
MACBETH William Shakespeare
ROMEO Û JULIET William Shakespeare
SERCEM SONEYÊN WILLIAM SHAKESPEARE
ODEYEK JI BO XWE Virginia Woolf
NETEWEPERWERIYA FEMINÎST Lois A. West
GATSBYÊ BÊHAWE F. Scott Fitzgerald
MERREYÎ Û MERDIMÎ John Steinbeck
ŞEVÊN SPÎ Dostoyevskî
DEWLETA CIHÛYAN Theodor Herzl
MÎRZAYÊ PIÇÛK Antoine de Saint-Exupéry



04.05.2021 19:50 | biruya hayao miyazaki

28. herhal pereyekê xweş ji muhsin kızılkaya girtine, loma pirtûkên wî li pey hev çap dikin.



29.10.2021 17:00 | asîmanê sêwî

29. navê wê bixwe jiturkiyêwergeřandî ye îja xwînerên kurd çawa bi turkî nefikirin

(bnr: weşanxaneya avestayê)



29.10.2021 17:06 | keyomerd

30. îro dadgeh li malpera wan astenga têketinê çêkir. ji hinceta terorê. meraq dikim li ser tiştên wan çi were, weşanxane, nivîskar, rêvebîr û belavkerên pirtûkan bikevin rewşekî çawa? ev weşanxane bi asta yêkemîn an jî dûyemînê cî digre di nav weşanxaneyên me yên bakurê...



22.02.2023 19:08 | ciwanzêr

Hemûyan Bixwîne