Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    aydın aydın - tirşik
    aydın aydın
    (8) (0) ecêb (0) (27)
    di mijarê de bigere

    1. 1967 çolemêrg.



    trt 6'ê de pêşkêşvanê bernameyeke beredayî ku navê vê çepik e. xwe jî me kurdan jî rezîl kiriye û dike jî. klîba wî yeke bi heywanan re hebû. tê de pez û berxik hebû. dîsa dengê wan xweş bû. lê mixabîn di vê bernameyê de mamoste hema dizîre.



    (bnr: xwedê te islah ke)



    2013.07.28-03:31 | kelemejû

    2. aydin aydin ji me re îspat kir ku ne hewce ye mirov bi kurdî bizanibe da bernameyeke bi kurdî pêshkesh bike. di rêbaza birêz aydin de bi peyveke esmanî, peyveke xwedan bandor mirov dikare bernameyê bi rê ve bibe. erê bi peyva çepik.



    2013.07.28-14:23 | parsek

    3. ji beta wî zilamî tu qarîzma di colemêrgîyan de nema



    2013.07.29-02:44 | filankes

    4. şemo bi dêla ikbal gurpinarê re strana (bnr: acele giden ecele gider) duet kiriye. temaşe bikin, binêrin çi hunermend e! welleh bi a min ba min wî nedixiste batirsokê bîstanê garis jî. lê em çi bikin. bênder bi necamêr ma ye.



    2013.07.29-03:10 | seydayê_peyvan

    5. îşev jî bernameya wî hebû vê carê çûbû amedê.dîsa wek her gavê heman tişt qewimî.dîsa digot ha hu ha hu çepikkk û dawî lê anî.



    2013.07.29-03:59 | fizikzan

    6. tişte ku min di go xwezzila tunebuya..réza 68..



    2013.07.29-13:17 | roj

    7. her çolemêrgî bi navê çolemêrgê,çanda çolemêrgê ve serfiraz e ta ku dengê navê vî xudê jê standî dibihîsin! rûreşê çolemêrgê ye!



    2013.10.12-14:54 | mem alan

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.12-15:03 | elegez

    9. yilmaz erdogan,muhsin kizilkaya û aydin aydin ew mirovên rûreş û bextreş û zebeş in, ez êdî şerm dikim ku bêjim ez jî çolemêrgî me!



    2013.10.12-15:10 | mem alan

    10. binbêjinga govenda 23 nîsanê.



    2013.10.12-21:37 | tivirloismail

    11. ji ber ku ji xeynî peyva "çepik" tu peyveke din nizane, navê bernameya xwe jî kiriye çepik.



    2013.12.01-15:34 | simurg56

    12. helbet ev ferasat pişkulo, tevger çeqlomeqlo bi gelek awayan dike ku bibe mijara ber devê min.ezê îro kurt bibirim min navek îdaretên jê re ditiye heya tişteki baş bi vê îdarekrin cancanikan.ay aydin: zikêşa pişaftinê an virîkiya pişaftinê

    (bnr: bi tirkî asîmîlasyon îshalî)



    2013.12.01-21:53 | tivirloismail

    13. pirsa gelo gava ev pişkûl ji diya xwe bûye çend çepik(şimaq) bi qûna wî ve hatiine dayin tîne hişê meriv.



    2013.12.01-22:09 | tivirloismail

    14. jî navêN zarokêN wÎ jÎ tê fêmkirin ev zilam zilamekî asîmîlebuye. navÊ kurê wî Denîz e.



    2013.12.01-22:20 | bakur-başûr

    15. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.12.01-22:22 | elegez

    16. şemoyê trt-altıyê ye..

    li hekarya yê bo wî gotineke wisa heye: '' aydin aydin dikare teqlîda hemû heywanan bike lê tenê carekê be jî nikare teqlîda mirovan bike.''



    2013.12.02-15:41 | mîrêhekarya

    17. îro nûçeyê de derket, Ji bo kampanyaya nexweşiyê als dewsa ava bi cemed, jinên berîvan şîr dirijand serê wî, aliyek din jî sazê xwe lê dixist. Bi rastî dîmenek qet ne xweş bû



    2014.09.04-22:14 | mîr

    18. bila dilê xwe negire lê qeşmerekê xwudê ye û yek ji wan kesan e ku dilê min ji kurdîtiyê dixelîne..

    min tenê dizanî ku di trt şeşê de bernameyekî bi navê çepik pêşkêş dike, nizanim bername hê jî tê weşandin an na, niha di googleê de ez li navê wî geriyam vîdeoklîbeke bi navê kuzuların sesi ya vî necamêrî derket pêşiya min, min nekarî darî temamî klîbê bikim, ji xwe min hejê nedikir, cardî dilê min jê reş bû..

    ev çi qas e darî beşên berê ên rêzeşanoya bir demet tiyatroyê dikim, di beşeka vê rêzeşanoyê de jî ev necamêr, di sekanseke biçûk ya rêzeşanoyê de wek mitirbekî (em li cizÎrê ji wan sazbendên ku di dawetan de dibêjin û distirên re dibêjin mitirb, ji ber ku berê li cizîrê yên ku sazbendî dikirin hemû mitirb bûn) rol dilîze.. di wir de jî çend stranên bi eslê xwe kurdî bi gotinên tirkî dibêje..



    2014.09.05-00:56 | endazer

    19. dema wî dibînim peyva kiro ya tirkan dikartînî tê bîra min ku bi rastî bo wî gotinek pir li şûne ye. fartface'a kurdî nizanim çi ye, dibe ku ( fart= tir, face= rû )rûfis an jî rûtir bibe * ev gotin disa bo wî li şûne ye. yên ku cuda difikirin bila bernameyeke wî temaşe bikin.



    2014.09.05-01:37 | bêhûd

    20. Ew kesê ji xêra kurdî di trt6ê de pare dixwe û em jî pişt re kesan dibêjin, niha dibêje me herin cehnem bin;)



    2014.09.05-18:45 | mam selam

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    survival of the fittest [1]
    (bnr: bijartina xwezayî) di vê gotinê de wateya fittestê ge...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » aydın orak
    » aydin taşkesen

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî