Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
heşda şeibî - tirşik
heşda şeibî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Hêzeke nû yê li başurê kurdistanê ye. Bi piranî ji kurdên şie pêk tê. Gorî nuçeyeke rudawê vê mehê dest bi perwerdeya leşkerî kirine û dîsa gorî heman nuçeyî heta niha ji herema germiyanê 3500 kurd tevlî vê hêzê bune. Fermandareke vê hêzê dibêje ew ne girêdayî malikî ne lê fermanê ji encumena wezîran a iraqê distînin. Û ger şereke navbera kurd û ereban de derkeve ewê li milê kurdan cih bigirin.

Hingî roja paştir e tevlîhevî û parçebun zêdetir dibe. Rehmet li rihê yekitiyê.

Here lînkê



11.07.2015 14:55 | azadixwaz

2. (bnr: nizanim kî di dîya wan niyaye)

hêza piştî rizgarkirina şengalê agir ketîye dîya wan ji alî tirkîyêve werhasil Ez naxwazim zêde gotinên argo bikarbînim lê kes tune di dîya wanne.



15.11.2015 12:29 | shorbevan

3. (bnr: hêzên parastina şingalê)

Ev hêz wextêkî ji bo pera bibû heşda şeibî û pere ji iraqê stendibû. Dawiyê hatin rê lê ji ber wan çaxan serokwezîrê iraqê dibêje me jî alî rizgarkirina şengalê kir. Wer û dîn nebe yaw.



15.11.2015 13:38 | berxweda

4. Hêza ku pirranî ji milîsên şîe pêktê ne. Tu ferqa wan û Daişê nîne. Ev e çend roj in li navçeya

tûz xûrmatu yê di navbera wa û pêşmergeyên Kurdistanê de şer û pevçûnên dijwar derketiye. Pêşmergeyên Kurdistanê hemî baregeh û biryargehên wan yên li bajêr dorpêç kirine. Ne dûre ku ev çete jî ji bajêr bicehimin..

Nîşe: Hêza YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) jî ku ji aliyê PKKê ve hatiye damezrandin girêdayî çeteyên Heşda Şe'bî ne...



25.04.2016 21:15 ~21:16 | nan û av

5. Xwediyên kûçikên Ybş. (bnr: ybş)



25.04.2016 21:18 | biaqila malê

6. lîstikvaneke di lîstika şerê dijî daîşêde. hêza girêdayî îranê. weke her lîstika enternasyonel di nava demeke kurtde dibe ku her tişt biguhere. loma niha dijminê me kurdan e û nalet li wan lê kes nizane wê sibe çawa be.



25.04.2016 22:28 | azadixwaz

7. li vîkîpedîya yê derheqê wande çi agahî nîne.



gelo ybş ji kû derket vêca ?



25.04.2016 22:35 | mijdar

8. mixabin xeylek kurdên feylî jî ti nav refên wan de ne.



26.04.2016 17:58 | cinorek

9. Bûyerên dawî jî nişan tidin ku paş daîşê ew ên bibin problema herî mezîn.
(bnr: Şêra hêzên kurd û heşda şeibî li şingalê)



06.03.2017 19:53 | elaziz izzetpasa camii

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» heşda şeibî

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî