Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
yadê - tirşik
yadê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li deverên wek botan û toran û xerzan û behdînan yên kurdistanê bi vî navî li dayikan tê gazîkirin.. li deverên wek amed û serhedê jî wek dayê dayîk navê dayikan tê hildan.. ji ya û dêyê pêk hatiye.. yanî yaaa dê an waaa dayikêê.. herwiha bav jî li heman deveran wek yabo tên gazîkirin.. ew jî ji ya û boyê pêk hatiye.. yanî yaaa boo an waaa bavooo.. nizanim çima lê di kurmancî de şirîntir û siviktir peyv e li ber dilê min..

berê wextê em zarok dema me şer dikir û yê ku lêdan dixwar ji bo hawara xwe bigihîne diya xwe digot ''yadêêê'' me digot: ''yadê çû midyadê''..



28.07.2013 05:14 | endazer

2. navê straneka ciwan haco ye.. bawer nakim ku kesek li dûrî û dûryanan bijî û dema ku guhdarî vê stranê bike xwe ragire û negirî.. newaya stranê ji milkê û gotinên stranê jî ji milkê bi bistikên sorkirî hinavên mihû dax didin.. yanî heçiyê li xerîbiyê dijî bila xwe ji vê stranê dûr bide..



'Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,megirî megirî

Gava ez mirim tu megirî



Erê yadê,yadê îro

Talan û hingavtin e

Erê yadê,yadê îro

Ledan, agir û xwîn e



Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,megiri megiri

Gava ez mirim tu megiri



Erê yadê,yadê sibe

Wekhevî û azadî ye

Erê yadê,yadê sibe

Serxwebun û asitiye



Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,megirî megirî

Gava ez mirim tu megirî'



ji bo ciwanik û ciwanmêrên ku hê jî di nav daw û delingên diya xwe dijîn û qedrê diya xwe nizanin:



28.07.2013 05:19 | endazer

3. navê helbesteka şairê kurd yeqîn h. ye ku ez ne şaş bim di hejmareka kovara çirûskê de derketibû.. mixabin niha di dest min de nîne lê eger şaş nebim ristek wek ''dizane ev kur yadê, te çend tenûr dadan li emrekî'' derbas dibû di helbestê de..



28.07.2013 05:22 | endazer

4. peyva herî xweş *



28.07.2013 15:01 | felek

5. ferhenga yek peyf û ya herî berfireh



28.07.2013 18:32 | seydayê_peyvan

6. di telefona min a bêrîka de navê dayikan min wuha di nivîse. dengeki ji dil tê



29.07.2013 07:52 | saryaudisasarya

7. bingeh û dîwarê avahiya zikê zarokan. bav jî stûn e...



29.07.2013 15:53 | cirano

8. yaaaa ya ku mirov jê dibe.. *



29.07.2013 17:18 | endazer

9. ya herî rasteqîn e li dinê.



29.07.2013 17:40 | gulan

10. yadê gotina zarokan ya ewilîne... di helbesta rênas jiyan de derbas dibe..



29.07.2013 18:09 | siyajîn

11. her çiqas telefona diya min jî li ser telefona min weke "yadê" hatibe qeyidkirin jî rastiyê de em botî ji yadê re dibêjin dodê



29.07.2013 18:31 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yadê yabo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî