Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
eyarkirina jinan - tirşik
eyarkirina jinan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: ji eyarda xistina jina)

zehmete heta niha me yekî eyar nekir (yên jidil) û çû ev jî şans û sihûda meye li stenbolê yê min dema wan bi enextara îngîlîzî û bi qirbacix eyar dikir û kaste kast bi wan diket pir bûn lê niha edî tev ji dest çûn.



14.07.2015 17:19 | shorbevan

2. ji eyarkirina jinan mebest çi ye nizanim, lê navê mijarê serpêhatiyeka min anî bîra min ..



rojekî ez hêj 11-12 salî, ez hingî diçûm sinifa 7ê, du hevalan -yek jê kurê alÎkarê midûrê mektebê bû, gotin min em ê herin parkê, keçikên mekteba mumin heybetê hatine wir seyranê, em ê biçin ji xwe re li wan binêrin, ka tu jî nayî?.. min jî go temam.. axirê em ketin ser rê, em hatin parkê, hewzek hebû em li dora wî hewzî rûniştin, û me civat gerand, keçikên mekteba mumîn heybetê jî çend mitreyekî ji me dûr ji xwe re rûniştibûn, kurrikên sinifê jî wêdetir ji xwe re talê dileyîstin, dilxwede em hatine keçikan bibînin, bi wan re rûnin û biştexilin, ku xwudê kir nesîb bi qewlê tirşikê ji xwe re yekî jê eyar bikin, lê herdu heval jî hema çawa hatin qûna xwe pehn kirin rûniştin û ji cihê xwe neqeliqîn, neyse bi qasê nîv saetekî em rûniştin, paşê kurê xalê min li ser bisqilêta xwe hat parkê li cem me, ew jî qederekî li cem me rûnişt, min bisqêlata wî jê stand, û li ser bisqilêtê ez çûm cihê ku keçik lê rûniştine, bi bisqêlêtê ez li dora wan re diçûm û têm û di ber re jî fîtiyan ji wan re didim, û keçik jî hingî dema ez di ber wan re diibihurim û fîtiyan didim berê xwe bi min ve dikin û dibêjin ''salak'', ''geri zekalı'', ''aptal'' filan.. (pirraniya xwendekarên vê mektebê an bajarî bûn an jî zarokên memûr û eskera bûn, ji ber wê bi tirkî diştexilîn, ez vê jî bêjim keçikên mektebê jî gelek spehî û levhatî bûn).. neyse piştî çend seansên çûnûhatinê, ez hatim cem hevalan, min bisqilêta kurxalê xwe dayê, ewî xatir ji me xwest çû, em dîsa ketin nav şitexaliyê, tabî di nav şitexaliya xwe de ez behsa meseleya gava dî dikim, ji kêfa dîn dibin, axirê nîv saetek di ser re bihurî, me da xwe ku em rabin, min hew dît, 10-12 kurrik bi ser me de tên, em ji nû ve di cihê xwe de rûniştin, yek ji wan derket pêş, berê xwe bi min ve kir, go te bela xwe li keçikên sinifa me daye, te fîtî dane, an tu wê bêyî lêborînê ji wan bixwazî an jî em ê li te bidin.. min jî xwe li mêraniyê danî, min go ma devê keçikan nîne, hûn ewuqatê wan e qey? aciz bibin bila ew bixwe bên bêjin hingî ez ê lêborînê ji wan bixwazim, heyna dinya xira bibe ez lêborînê ji tu kesî naxwazim, gotinek ji wan yek ji min, min hew dît em ê bi hev ketine.. axirê ez û elî me lêdana xwe jî dixwar lê me bere bere li wan jî dida, lê em nediketin erdê, lê hevalê me yê din -kurê alîkarê midûr- feqîrê xwudê ji erdê ranedibû, hingî dema diket erdê em diçûn me radikir, lê çawa me pişta xwe didayê me hew dinêrî wê dîsa ketiye erdê û sê çarik ketine ser zikê wî, ji wî eyarî dêxin eyarek dî de.. qederekî dirêj şerê me dewam kir, pişt re, xortek teqrîben 20 salî ji wê ve hat, dengê xwe li kurrikên sinifê kir, go kuro hûn fihêt nakin qey, hûn deh çûne sêya? ma ev mêranî ye? filan xwudê xêra wî jê binivîse em ji hev vekirin, kurrikên sinifê çûn cem cihê xwe yê seyranê, me jî da rê em hatin mala xwe..



ya ji hemûyan ecêbtir ku hê jî dema tê bîra min, kenê min tê, şer xilas bûye, em ketine ser rêya malê, kurê alîkarê midur, nûka zirt û fortên mêraniyê dide, dibêje xwezî niha li vir bûna, ka min ê çi ji wan kiribûya, ew jî ne bes e, kenê xwe bi wan dike, dibêje hemû wekê petata rizî bûn, xwe ji piya nedigirtin.. filan



û divê vê jî bêjim, hingî hêj ez bi xwe nehesabûm yanî balix nebibûm, lê herdu hevalên min ên din du sê salan ji min mezintir bûn, nû balix bibûn, te di go qey filfil di qûna wan de ye, di cihê de nedisekinîn, etlehî bi ruhê wan nediket, li mektebê dema zingila tenefûsê lê dida, xwe di nav keçikan re dikirin û tilî davêjtin wan, di sinifê de dema mamosteyekî jin etekê mînî li xwe dikir, eynik datanîn ber lingê xwe û ji eynikê re lê dinêrîn filan..



14.07.2015 21:27 ~23:01 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» eyarkirina hostesên balafiran

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî