Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
koreya başûr - tirşik
koreya başûr
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (kul û derdê mîr bû)



bi navê xwe yê fermî komara koreyê (Koreyî: 대한민국 Daexan Mînguk; kurt: 한국, 韓國 Xanguk), dewleteke li Asyayê başûrê Nîvgirava Koreyê ye. Li hêla rojava ve cîranê komara gel a çînê ye, ji rojhilat ve cîranê japonya û ji hêla bakur ve jî cîranê koreya bakur e. Paytexta koreya başûr seul e. Axa koreya başûr wek axa Kurdistanê axeke çiyayî ye. Sînorên Koreya başûr ji 100,210 km²yî pêk tê. serjimara wê nêzî 50 mîlyonî ye.



koreya başûr di 1950î de ji aliyê koreya bakur ve hate dagîrkirin, piştî şerekê dijwar agirbest hate îlankirin. wek tê zanîn koreya bakur temsîla bereya rojhilat (ya bi serkêşiya sovyetê) dike, koreya başûr jî temsîla bereya rojava (ya bi serkêşiya emerîka) dike.



piştî şer herdu koreyan ekonomiya Koreya Başûr gelekî pêş ket û bû xwediyê ekonomiyeke pêşketî û demokrasiyeke xurt. Herwiha Koreya Başûr li Asyaya Rojhilat di asta hêza herêmî de ye.



zimanê fermî: (bnr: koreyî)



Koreya Başûr komareke bi pergala serokatiyê tê rêvebirin û bj şazdeh herêmên îdarî hatiye dabeşkirin. Herwiha standartên jiyanê li wir pir bilind in, ango şert û mercên jiyanê xweş in û Koreya Başûr di statûya welatê pêşketî de ye.



Li asyayê xwediyê ekonomiya herî mezin a 4. e û li cîhanê jî di nav rêza ekonomiyên herî mezin de 15. an jî 12. e. Ekonomî li ser îxracatê (firotina derve) ye, bi taybetî di sektorên wek endustriya elektronîk, endustriya otomotîv, çêkirina keştiyan, endustriya mekîneyan, petrokîmya û robotîk de hilberîn xweyîhêz e.



Koreya Başûr endamê rêxistinên wek neteweyên yekbûyî, rêxistina bazirganiyê ya cîhanê, oecd û g20 e. Herwiha endamê damezrîner ê apec û serokatiya asyayê ya rojhilat e.



14.07.2015 08:14 ~2015.08.15 16:19 | xendekî

2. (bnr: dehanminguk): welatê mezîn ya gelê han (koreyî)



29.12.2017 20:24 | cinorek

3. Dewleteke ji bo aboriya xwe pêş bibe, mirovên xwe gelek nav şertên dijwar da hiştiye û ji xwe re kiriye çand. Lê bila neheqî li vir neyê kirin ev ne tenê çanda koreya başure, çanda (bnr: koreya bakur) e jî. Ez bawer im hinek mijaran de k. başur dijwar e, hinek mijaran k. bakur dijwar e. Sala 1953 da dema şerê herdû koreyan xilas dibe k. bakûr bi aboriya sosyalîst, k. başûr bi aboriya kapîtalîst welatê xwe avadikin. K. Bakûr bin bandora Sovyetan dimîne lê ev rewş bi demekî dirêj nadome (ji ber ku dibe komarek dîktatoryal û dûrî sovyetan dikeve, pişt re sovyet jî alîkariyên xwe ji dewletên din re êdî hindik dikin) k. başûr jî bin bandora DYA dimîne û hê jî wisa ye. Ev bandor ne bi tenê mijara aborî da ye, her mijarî da didome. Niha çand, jiyana rojev, stran, hînbûnî, avahîsazî hwd. Her tiştê herdû koreyan hev cûda dibe heta cilên ku xwe dikin jî hev cûda bûye niha. Ev rewş mînakekî gelek başe ji bo peyitandina "çand, bi çalakiyên aborî ava dibe". Lê ev pêşbaziya herdû dewleta mixabin jiyana mirovê xwe teng kiriye. Niha mijar k. başur e ji ber wê ezê ji vir çend mînakan bidim. Li koreyê zarokên 7-8 salî dest pê dike heta yê ku diçin zaningehê hemû piştî dibistana xwe diçin fêrgehan û li wir em dikarin bêjin waneyên dibistanê dîtine jiber dikin. Dibistan û fêrgeh tevahî hinek caran bi 12-13 saetan demên wan hildigire. Mal-derbanên malbatên bi çend zarokên wan heye, tenê 70-80 m²ne. Mirovên wir li jiyana xwe da demekî pirr girîng li dibistan û karistanan derbas dikin salê da navînî tenê 4 roj betlaneya wan heye (helbet yê zêdetir jî hene niha). Ev rewşa ku jiyana giştî jî ya rojev jî hemû bi xebatê derbas dibe ji wan re bûye çand û ji bo pêşketina neteweya xwe vî rewşî pêwîst dibînin û pê şanaz dibin. Gorî min ev pirsgirêkekî giştî ye ne yeke taybet e, ji bo pêşketina neteweyekî xebata mirovan bi şertê dijwar gelo etîk e yan na?
Çend mijar heye li koreyê, ji meriva re pirr tevlihev tê ku çawa wiha dibe? Yek ji wan olperestiya filetiyê (mîsyonertî) yek jî mijarên dadî. Gelek mîsyoner li wir tên û propaganda dikin, ger hûn rojekî jirêzê û netaybet werin bajarê wanê gelek koreyî hûnê bibînin. Rewşa balkêş, filetî ne ola koreyê ye, dema kore mêtingeh bû, dagirkerê wan filetî ji wan ra anîn. Ji bo mijara dadî jî ez fîlmekî ji were pêşniyar bikim: (bnr: silenced), ev fîlm li bûyerekî rastî da hatiye girtin û dema we fîlm temaşe kir li wir behsa dadweriyê da çawa pirsgirêk hene dikin.
Tiştên li k. başûr da herî baş; mirov hemû ji xwe û xerîban re rêzê digirên û hez dikin, aboriya giştî ya netewî gelek pêş çûye lê ya mirovan pêş neçûye (mîna çînê), fîlma(bnr: squid game) ji bo vî rewşî fikirek dide mirov. Akademîsyenekî tirk dema çûbû koreyê rojeveke malbatekî wir bi vîdeoyekî parvekiribû:
lînk:



05.05.2022 00:14 ~01:38 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» koreya başûr
» başûrbakur

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî