Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
bavê fexriya - tirşik
bavê fexriya
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bavê Fexro yan Bavê Fexriya kurê Hecî Mihemedê Bolindî ye. Ew gundê ku mala Heci Mihemed bi xwe lê rûdiniştin û niha jî ku zaroyên wan lê rûdinin, navê wî Kurtikê (Kortikê) ye. Hinek gundên wan yên din jî hene: Herfasê, Newalê, Hiznamîrê, Tapiyê, Hedhedkê, Dirbêsa, Taharîyê, Kelhokê, Zivingê, Baderesê ...

Hecî Mihemedê Bolindî mezinê eşîra Reşkotan bû, heşt kurrê wî hebûn (dibe ku neh bin, lê ez baş nizanim): Yaho, Sebrî, Rizo yan Rezo, Tewfo, Nayîfo ... Her çiqasî ji wan re Mala Axê dibêjin jî lê belê di van salên dawî de Hecî Elîyê Şemsê ku li Hiznamîrê rûdinişt, axatîya Reşkotan ji dest wan girt. Hecî Ehmed kurê Hecî Elî yê Şemsê beriya demekê Reîsê Belediya Qubînê bû. Ew niha axatiya Reşkotan dike.

Piştî şikestina şerê bi serokatiya Şêx Seîdê Pîranê (1925), fermana Reşkotan, ji alîyê hukumeta Tirk ve rabû. Gelek caran wan û hukumetê şer kirine. Di destpêkê de hukumetê tu tesîreke mezin li wan nekiriye. Şerê Reşkotan bi hukumetê re wek gelek kesên salmezin ku dibêjin, heta sala 1936/ 38-a devam kiriye. Destpêka şerê mezin weha çêbûye: Di wê demê de hukumetê ji bo ku bikaribe eşîrên Kurdan ji ber hev bixe, dostaniya hin eşîran kirine û ew bera ber hev dane, bi vî awayî dest avêtine eşîra Rema ku wî çaxî serokê eşîrê Emînê Ehmed bûye. Emînê Ehmed ji sê alayî, hin dibêjin Firqeyek eskerê Tirk re rêbertî kiriye. Ew eskerên Tirk êrîş birine ser eşîra Sînika (Sînka). Eşîra Sînka ji kontara Çiyayê Qêre, ji aliyê Bişêriyê û hetanî qismekî mezin ji deşta bişêriyê herêma wan e. Merkeza eşîrê Basorkê bûye. Niha jî ew gund ava ye. Serokê Eşîrê û mala Nêsir tê de dijîn. Ordiya Tirk pêşî li eşîra Sînkiya xistiye, Eşîra Sînkiya li ber dewletê şikestine û xwe avêtine nava Eşîra Reşkotan. Reşkotan piştgiriya wan kiriye û li pêşberî Ordiya Tirk derketine. Li Qêre şerekî pir mezin çêbûye. Li gorî gotinan; gelek topên ordiya Tirk di wî şerî de ji wan hatine stendin. Lê mixabin ordiya Tirk ji hev ne qetiya ye û gelek eskerên bi gelek car êrîş birine ser Reşkotan. Di dawî de Reşkotan jî mecbûrê vekşandinê bûne. Bi alî Çiyayê Mereto ve vekşiyane û xwe avêtine nav Eşîra Bekiran.

Dibêjin; wî çaxî ji xeynî Hedhedkê 59 gundên Reşkotan ji alî ordiya Tirk ve hatine şewitandin û her weha ordiyê taqîbata eşîra Reşkotan kiriye. Reşkotan, Bekiran û gelek kurdên din wê demê bi hebûn û nebûna xwe pêşberî dewletê şerekî giran danîne, li dar xistine. Merkeza şerê giran li sêrêya Mala Badê li kêleka zîyaretê, Quba Şêxê Zîlan, çêbûye. Di wî şerî de Kurdan bobelateke mezin bi serê eskerên Tirkan de anîne. Esker şikestine û revîyane. Yên ku sax mane, xwe avêtine ava çemê Batmanê, ji bo ku derbasî Deşta Silîva bibin. Lê belê li gorî gotinan, ev şer di dema buharê de çêbûye û wê demê ava çem rabûbû, bihur nedida. Eskerên ku sax mabûn xwe avêtine avê û hema hema tevên wan di avê de xeniqîne. Heta van salên dawî jî tivingin eskerên Tirkan di nav quma çem de, li nêzîkê Batmanê derdiketin, xelkên ku behs dikirin digotin ku ev tiving ên wê demê ne. Dibêjin, Emînê Ehmed û Silêmanê Biro (Ew jî Axakî Reşkotan bûye û li gundê Dawidîyê rûdinişt), li kêleka zîyareta Şêx Zîlan ku Ordiya Tirk şikest, siwarî bûne û bi xêra hela hespên xwe ji kuştinê xelas bûne.

Piştî vê şikestinê bi du salan hukumetê xezeba xwe bêtir avêtiye ser eşîrên Kurdan, herweha fermana Bekiran û Reşkotan rakiriye. Giregirê van eşîran ên ku berdest kirine tev surgun kirine, cihê wan guhestine (Weke; qismek ji eşîra Sinikya li derdora Qerejdaxê bi cih kirine). Yên ku xwe nedane dest reviyane, derbasî Suriyeyê, binê xetê bûne.

Hin kesên van eşîran ku bi ber peşka Hukumeta Tirk ketibûn, piştî salên 1950'yî ku Partiya Demokrat a bi pêşîkêşiya Adnan Menderes hate ser hukum û afiya wan dan, vegeriyane cihê xwe.

Strana li ser Bavê Fexriya di vê dema ji welêt bi dûrketine, hatiye gotin. Bavê Fexriya zilamekî pir bedew û li hev hatî bû. Dibêjin, rojekê Bavê Fexriya li hespê xwe siwar e ku navê hespê wî Gijo (genco) ye, li ser kaniyekê peya dibe ku avê bide hespê xwe. Keç liser kaniyê bûne. Keçek ji nav wan dil ketiye bejn û bal û bedewbûna Bavê Fexro ku keçikê bi pirsiyar ew naskiriye û zaniye ku navê keça wî Fexriya ye. Gelek dengbêjan ev kilama ku ji devê wê keçikê derketiye bi gelek awa li ser dildariyê dirêj kirine û gotine.



''Ez çûm Bolindê, Sebriyê Hecî ne li mal e,

Dibên li şerrê Tirka, li Pira Batmanê birîndar e.

Nizanim çi? Şerrê Steqlala Şêx Şeîd, fermana Kurda rabûye

Berê Sebrî, ta û ev birînê dane xeta Eleman e.

Ditirsim birîna Sebrîyê Hecî bimîne

Li binya xetê, bê hekîm û bê derman e.

Minê serê cotê zermemikê xwe biçirpanda,

Jê re bikira mîl û melhem û serderman e.

Dinya ewr e, nabe sayî

Xwezî çend roja li min û Bavê Fexro biba xweşî, bilindayî,

Nizanim çi? Steqlala Şêx Seîd, fermana Kurda rabûye.

Berê Sebrî dane binya xeta Firensawî

Bira li me nehata surra sibê, bayê van gelîya

Lênexista li bejna minî zirav, baqê sorgulîya.

Nizanim çi? Fermana Kurda rabûye,

Dibên berê Sebrî, tev birînê, dane Binya Xetê, ecnebîya.

Dora kanîyê dora min e.

Cerrê Batî, cerrê avê li milê min e.

Cerrê avê, bi xwe serê min û bavê min e.

Caba xêrê ji min re hatî:

Dibê:-Bavê Fexrîya, Kekê Yaho, Suwarê Genco,

îro sê roj, li Hafa Bolindê, li Eynqirda şewitî li benda min e.

Salixê didin; ava berrîya jêrîn,

Ava bîra ye, nexweş e ji hilm û bîna zerkullîya.

Ez zanim Bavê Fexro e1imîye sîya qesra,

Ava çema, sarkanîya.

Dibên; Bavê Fexrîya xwe berdayi binya Xetê.

Li şewitîya Kerengo, her çar malê Yezîdîya....''



28.07.2013 06:18 | endazer

2. diya min fexriya mi xwe ditibû, dı got yekî reşik î hûrik bû..



28.07.2013 11:48 | arami

3. Stranek (bnr: delîl dîlanar)



30.03.2015 18:20 | quşxaneli

4. stranê şivan perwer



30.03.2015 20:10 | şivanizm

5. kilama ku bi gotina "bavê fexriya siwarê gêjo" ve dest pê dike. lê carinan hin kes raveka duyem ya di hevokê de wekî "siwarê genco" bi xeletî tînin ziman. rastiya wê siwarê gêjo ye.



30.03.2015 20:48 | serhednişîn

6. dodan pir xweş xwandiye.
48 rojan de di youtubeyê de 374.615 caran hatiye seyrkirin.





25.02.2017 15:16 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bavê dewlemend û bavê feqîr
» fexriya adsay

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî