Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
xweştirîn hevoka pirtûkan - tirşik
xweştirîn hevoka pirtûkan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pênas: ew sermijar e ku tirşikvanên me hevoka herî xweş a pirtûkan di vir de dinivîsin..

yek jê mijara popûlertirîn a ferhengên înteraktîf e, tunebûna vê mijarê ji bo civata me şermeke mezin bû dive bihata dagirtin*

bi her zimanan -çi bi kurdî çi bi îngîlîzî, çi bi tirkî û farisî- dikare bên nivîsîn

not: ezê car carinan ji notên xwe yên ji pirtûkan min xêz kiribûn, bêm û di vir de binivîsim



15.07.2015 19:26 | ferhenga şikestî

2. ''wê şeva payîzî xewê riya çavên min winda kir, genaralên artêşên fransiz û alman û ingilîzan jî wê şevê çav nedane ser hev, ez difikirîm çi bikim û berê xwe bidim kîjan bajarî? kîjan bajar ê min û birînên min hembêz bike! ew difikirîn kîjan bajarî têxin bin lingên xwe! ez jî difikirîm kîjan bajar dikare ji min re bibe penah. ez generalê evîneke sêwî bûm wê şevê!''



jan dost/ mijabad/ rûpel 37



15.07.2015 19:35 | ferhenga şikestî

3. xanî - temo eger tu karibî çend qurt mey ji min re bîne.

temo - seyda!

xanî - na na ne weke ku tu xeyal dikî! lê ez dixwazim meyê tev li hibra ku pê mem û zînê dinivîsim bikim. Ez dixwazim derdê dilê xwe bi xeyaleke hişyar û hibreke serxweş binivîsim.



Jan dost - mîrname rûpel: 24-25



15.07.2015 21:17 | mîr

4. ew xwediyê min e

û ez li wî digerim.



Jan dost / mîrname / rûpel: 225 / weşanên avesta



15.07.2015 21:19 | mîr

5. hevokên ku ewê di bin vî sernivîsîda bên nivîsandin û ji kesê bîna min bi xwera nabînin/xurnedîtî ewê ji wanra gelek başbe edî bi xêra hinek enayîya emê jî ji hevokên xweş yên pirtûka feyde bibînin û hîn bibin

(bnr: mala ferhenga şikestî ava)



(bnr: hevokên pirtûka yên herî xweş)

(bnr: ji lêgerînê îmankirin)



15.07.2015 21:33 ~22:09 | shorbevan

6. fikirdar-4:

"li ber stranên têlên polayî yên sinirên te yên rakişiyayî gurên manco dansên yamyaman dikin."



di tuwaletê de, rênas jiyan



17.07.2015 18:52 | xendekî

7. "Serxet, binxet, rex-xet û berxet em nas nakin. Çawa ku dil her dil e, ji hev nabe, welat jî wek dil e, ji hev û bê hev nabe. ..."



sê tilîlî, muhsîn ozdemîr

weşanxaneya ronahî, r: 63



17.07.2015 19:28 | xendekî

8. "nalet were li wî warê ku, gelê xwe ji mirinê agahdar neke. ev jiyan ciyê xapê ye. mirov tê de tê xapandin. meriv dibêje qey meriv dê her bimîne li jiyanê, lê dawiya dawî her kes dê terka ciyê xwe bike û biçe. çûyîn ne weka hatinê bi kêf û şayî ye. bi şîn û girî ye. dema zarokek ji meriv re dibe, mirov bi hatina wî dilşa dibe. lê dema dimire meriv dikesire û digirî. xwezika hatin û çûyîn berevaciyê hev bûyana. mirov bi extiyarî bihatana dinê, dûre nexweş bûyana. lê her gav ber bi xweşiyê ve biçûyana, xweş bibûyana. dûre neviyên wan çêbûyana. dûre zarokên wan xwediyên kar û huneran bûyana. dûre ciwan bibûyana, hemû xweşkahiyên dinê tehm bikirana. dûre bibûyana zarok. bileyîstana. dûre bibûyana pêçek. dûre biketana zikên dêyên xwe û jiyana wan bi pevşadbûna dê û bavê wan bi dawî bibûya. şevekê dema dê û bavê wan bi hev şa dibûn, di wê pevşabûnê de, bibûyana mistek av û vegeriyana piştên bavê xwe. jiyana wan bi zewqeke mezin bi dawî bibûya." (rûpel: 128)





...................

...................



"(...) wê demê ji şêro re gotibû: 'şêro, min li vir veneşêre. min bibe amedê, gundê min.'

niha di dilê xwe de got:

-heke ez mirim jî bila mar û mişkên kurdistanê bixwin laşê min.

beriya birîndarbûna xwe digot: 'heke ez dêya xwe bibînim ez ê herim welêt an jî naçim ev der xweş e.(ji bo stenbolê dibêje)' lê dema ku birîndar ketibû û mirin hîs kiribû, xwestibû ku li welatê xwe be.

kêm kes dixwazin li warê xwe bijîn, lê her kes dixwaze li warê xwe bimire. di nava xwezayê û mirovan de têkiliyeke hestî heye. her çiqas xweza bêruh were zanîn jî ruhekî xwezayê jî heye û bi yê mirovan re di têkiliyekê de ye. (...)"(rûpel: 145)



bendewarên adarê, mihemed ronahî

weşanxaneya ronahî



17.07.2015 19:33 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xweştirîn hevoka pirtûkan
» hevoka kurdî ya herî dirêj

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî