Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 22 peyam
mêvanên tirşikê - tirşik
mêvanên tirşikê
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. kesên ku neendam an endam lê bêyî ku bi şîfreya xwe bikevin profîla xwe de dikevin tirşikê de.. niha 2 nivîskar û 31 mêvan dixweyin..



16.07.2015 04:17 | endazer

3. mêvanan ku bi saya serê wan ez xwe bêtir sêwî û bêkes hîs dikim, ez bawerim mêvanên me endamên me bixwe ne, dema li hesabê wan were yan jî tiştê hêjayî nivîsandinê bibînin têdikevin û dinivîsin yan na bi tenê wek mêvan dixwînin, inşalla ne wisa be lê wisa ye, zêde nefirin*



16.07.2015 04:35 | ferhenga şikestî

5. mêvanên wekî ku gotine %110 endamê tirşikêne dibe ku ibrahim halil baran tenê bi mêvanî tê. yek ji wan mêvana jî ezim. çewa dibe meriv li mala xwe mêvan be? ... ez jî nizanim lê mêvandarê tirşikê endamê tirşikê bin jî ne eyve û şerme tirşik jibû nivîsandinê tenê nîne hûn dikin ku edî çevê wan bi tirşikê nekeve mêvantî jî edî neyên ne xweynin jî.



16.07.2015 13:31 | shorbevan

7. kesên li tirşikê digerin lê têketinê nekirine ye. Lê nizam çi hikmete lê kengê lê binêrim dorî 20 kesan re ye. Çiqas zehf in? an ev hejmar xelet e?

Careke din wextê tirşik ewqas xalî ez hejmareke wisa bibînim ezê dijun li hinekan bikim ha.



18.07.2015 19:48 ~19:49 | azadixwaz

8. (bnr: xweyê tirşikê)

mêvan ji xweyê male bêhtir di malêdane. mêvan hatine mala fatê fatê jî çûye civatê.



18.07.2015 22:12 | shorbevan

9. li gorî nimroya ip'ya wan tên tespîtkirin, şopandin û jimartin. hejmara wan rast e, lê heye ku carina yek ji wan botên googleê fîlan bin jî.



18.07.2015 23:53 | simurg56

10. mêvanên ku gellek zêde ne. bila hinek ji wan jî têkevinê law.

niha 1 endam (ez* ) û 27 mêvan hene. ev mêvandarî bû çi *



30.07.2015 19:46 | berxweda

11. Yên ku nîşan danê ku em li vir ne tenê ne û berevajî em gelek qalabalix in jî *



31.07.2015 13:23 | brusk56

12. (bnr: mêvanên xwedê)

bira werin ne tirsin endambûn belaşe tu mesref tune di nava rojekîda meriv dibe nivîskar niha qampanya heye kî bibe endam wî dikin moderator niha ev qampanya li ti ferhengî tune destê xwe sivik bikin.



31.07.2015 14:47 | shorbevan

13. nîşandayîna hêjmarê derew e, manîpulasiyone ji bo populerkirina tirşikê lê bêfaydeye



31.07.2015 23:47 | hola êzîda

14. Ez bawer im hejmara mêvanên ku di demeke diyar de ketine, nîşan dide. Belkî 10 deqe, 30 deqe belkî jî saetek..



01.08.2015 01:24 | mergehez

15. rast in û hene.

hesaba wan jî wisa ye: dema kesek têkeve tirşikê û têketinê bike, jixwe tirşik wî kesî li lîsteya nivîskarên girêdayî zêde dike lê ger têketinê nekiribe wê demê pergal ip'ya bikarhêner distîne û wî kesî weke mêvan li lîsteyê zêde dike. ger ew mêvan di nav 15 deqeyan de tu çalakîyek neke (li derek netikîne, tiştek nenivîse fîlan) wê demê sîstem wî mêvanê ji lîsteya mêvanan derdixe û jê dibe.



loma ew hejmara mêvanan, hejmara kesan e ku di nav 15 deqeyan de li tirşikê çalakî kirine.



03.08.2015 18:34 | simurg56

17. tirşik arsa ofisi geleceğin adresi zengin eder herkesi gelî hevala min bi tirkî got ezê bi kurdî jî bêjim werin werin werin ev tirşik pir erzane dereng neminin zû werin



söz muzik: yusuf harputlu



ji bû van mêvana werin bibin endam pêwiste ekrem incel û yusuf harputlu reqlameka wisa ji bû tirşikê jî çêbikin..



03.08.2015 21:29 ~23:13 | shorbevan

18. Gelo ez şaş dibînim yabo????

Hela hûn jî li hejmara wê binerin. Bi rastî jî 85 e???



03.08.2015 21:59 | mergehez

19. mêvanên ku niha hejmara wan 75 e, law ma bû çi,



03.08.2015 22:03 | xendekî

20. (bnr: mêvanîstan)



03.08.2015 23:05 | azadixwaz

21. (bnr: stan û istan)



04.08.2015 12:35 | dijber

22. Dereweke mezine. seat 6 ê sibehê û 25 mêvan? Virrrrrrrrrrrrrrrrrrr



06.08.2015 01:17 | hola êzîda


24. ev hejmara mêvanên heyalî ji binê serê ûç kaxitçî simurg56 û mergehezo nançû derketîye bi koda wan çêkirine.



06.08.2015 11:34 | shorbevan

25. ên ku hejmara wan herdem 3-4 qetê nivîskaran e. aniha hejmara wan 75 e. hebûna wan Û pirbûna wan ji me re motîvasyonek baş e. em dizanin ku nivîsên me gelek tê xwendin ..



17.11.2015 20:54 | brusk56

26. mêvanên ku îro miro çavê min li hejmara wan bû herî dawî 60 bûn tev bi saya serê min hatine.. îro min çend heb reklamên baş da rojê hewqas reklam bikim divê sîtilekî hebe ji bû wan..



17.11.2015 22:31 | shorbevan

27. mêvanên ku dikarin gelekî zêde bibin eger nivîsên tirşikê dimedya civakî de werin parvekirin:

bi min pergala bila wisa be, çi nivîsa çepik stend bila bi awayekî jixweber di twitter, facebookê de were belavkirin.

ji xwe re li ser bifikirin.

wisa dê tirşik zêdetir were xwendin.



17.11.2015 22:42 | dijber

28. Mêvanên her yekî du peyam binivîsiya em ê têketina rewşek nû ne. Xwedê hêzê têxe dil û tilîyên wan ku werin û tiştina li vir binivîsin



07.12.2015 01:42 | berxweda

29. Bi Xwedê bi xêr niha ez mêvan im, lê xuya dike ezê bibim mêvankî 24'r seet *



Silav û hurmet.



07.12.2015 02:16 ~02:23 | mesûd hemo

30. çidikin pir mereq dikim, aniha hêjmara wan 51 e. bêlomanî!



08.12.2015 20:42 | azadixwaz

31. cîhê wan li ser serê me ne. her çiqas nenivîsin jî, qet nebe dixwînin. yanê înşellah dixwînin*



10.12.2015 13:07 | nazim tolhildan

34. nîve şeve vî seate 5 endam 28 mêvan.xwede kêmasîya wan nedê bira hêdî hedî bibin endam û binivîsin



25.03.2016 02:32 | quşxaneli

38. Ew mêvanên ku îşev yek ji wan tevlî nivîskarên tirşikê bûye.



Tu bi xêr hatî mi go çi te go çi (:



15.04.2016 22:55 | gumgumok

39. yên ku tirşikê teqib dikin tenê nivîskar ninîn. gelek kes jî hene ku nivîskar nînin lê dîsa jî tirşikê teqib dikin. zêdebûna wan serkeftina tirşikê ye. ji ber ku her kes mecbûr nîne ku bibe nivîskar. zêdebûna hejmara nivîskaran her çi qas girîng be, zêdebûna hejmara mêvanan jî ew qas girîng e.



16.04.2016 11:14 | nazim tolhildan

41. ew mêvan in ku ne tenê ditirşikînin lê her wiha li beşên radyo, fîlm, pirtûk, caps û bi taybetî li beşa ferhengên duzaimanî wext diborînin.



24.07.2016 17:28 | simurg56

42. mêvanên ku simurg56 solên wan derxistiye ber derî * niha bitene ji dervede malê dibînin..



25.07.2016 00:24 | shorbevan

43. Xeyal in. Û bi xeyal in. Bi mijarên xeyalî tirşikê dişopînin. Destê wan sax be, xwezî xiret bikirana ku bibin nivîskar jî.



25.07.2016 07:15 | azadixwaz

44. Mêvanên ku niha hêjmara wan 23 ye. Çi îşe we li vir heye ? Herin ji xwe re razên , ma ne heyfa we ?



15.08.2016 04:38 | biaqila malê

45. Mêvanên ku ji piştî peyama min xeyidîne û hêjmara wan bûye 14. Min henek kiribû :(



15.08.2016 04:48 | biaqila malê

46. Mêvanên ku niha hêjmara wan 42 ye. Silav canimno hûn çi diken ? Tirşik dike ji tenêtiye bimre hûn çima têketinê nakin nayên vir ? Tenê ji bo hêjmara peyaman zêde bibe ez ji sibê de tiştên beredayî dinivîsim hûn çima nayên tiştên kêrhatî nanivîsin û me naxin li ber fediya ?



15.09.2016 15:06 | biaqila malê

47. mêvanê me yên ezîz niha jî 10 heb in û yê girêdayî dîsa tenê ez im * ezê ji wan re çay bidime ser. bila ew jî ne li ber pencereya min bisekinin, bila derî re bikevine hindir *



17.09.2016 01:16 | bûtîmar

48. gelo di kîjan rewşê de ne? di vê saeta şevê 38 kes in..



29.12.2016 04:03 ~04:04 | berxweda

49. di vê saetê hejmara wana 37 e.
çîqê tirşikê dikin û diçin û tên.

Gelo mijarên sîyasî de qe meraq nakin ku peyaman de çi hatiye nivîsandin ?

Agahî: Tenê nivîskarên tirşikê yên kevin û hinek peyam nivîsandî, dikarin peyamên siyasî yên di tirşikê de bibînin.

Gelo kêfa wana vê agahiya hişyariyê re tê an na? *



29.12.2016 04:14 ~04:18 | bûtîmar

50. Saet 03:02 ye û 100 mêvan hene.
min digo qey tenê ez hişyar im vê saetê..



21.02.2017 03:04 | bûtîmar

52. niha 65 heb in.
ew 65 a, reqema rast e gelo an hema şixwe 65 dinivîse?
an jî yek çawa navê tirşikê di internetê de vedike û paşê digre, wek mêvan tê de kom dibe..

ji ber ku evqas mêvan vê saetê da mimkun nîn e haa..
Di hişê min da pirs û analîzên ecêb
Vê şevereşê..



21.02.2018 03:12 | bûtîmar

53. Xwedê xêr û bereketa wana zêde ke, niha qilî qilî 105 heb in.



01.05.2018 02:52 | bûtîmar

54. Di şeva 9ê îlonê da (2019), di saet 23.23an da hejmara wan 249 bû. Ya herî zêde min dît ew bû. Screenshota wê bi min ra heye. erê welleh.



24.09.2019 21:00 | mirovekirind

55. Niha hejmara wan 146 e
Sibey de ez li ser wan difikirim bê ka evana çi dikin
talî ez gihaştim çend encama

Yek jê dibe ku hevalên dixwazin nivîsandina kurdî fêr bibin tên û dixwînin

Yeka din hevalên mijara ku li ser googlê gerîyane û nedîtine tên li tirşikê lê digerin

Yeka din hevalên dilê wan heye bibin endam lê pêşî dixwazin formata tirşikê fêr bibin ji ber wî awayî berê dixwînin

Yeka din jî hevalên tên peyamê #shorbevan dixwînin û dikenin

Û ya dawî jî faşîstên ku têne rewşa tirşikê qontrol dikin bê ka kes dinivîse an na



31.01.2020 21:07 | tîrêj zana 21

56. Kesên niha hejmara wan bûye 242 ne.
Dema mirov van hejmara dibîne gelkî kêfxweş dibe ku ewqas kes hatine bi kurdî dixwînin û ji tirşikê sud werdigrin.
Dibe ku îro roja zimanê zikmakî ye ji ber wê ewqas kes hatibin lê dîsa jî ev yek hem ji bo kurdî hem jî ji bo tirşikê baş e.
Bi hêvîya ew mêvan bibin nivîskarê tirşikê û bi wan agahî û zanebûnên xwe tirşikê bixemilînin û biedilînin



21.02.2020 23:59 | tîrêj zana 21

57. Her tim wisa dixuyê lê dibe ku bot bin ango kodeke tirşikê be jî.
Bi min ew kodek e , kod wiha jî dibin , jimarek fîx mînak wiha ye ; 200 kesên ku dikevine malperê lê zêde dikin dibe 200 + ew kesên zindî.



22.02.2020 00:58 | brzn

58. Waxtek ez jî wisa bûm.Wek mêvanek tirşikê ji dûr ve dişopand.Carna jî min di go dîsa ti mîjar tune li gor ekşi sözlük ê (hişê nezantiyê bû).Bi rastî dema ku ez diketime malperê li milê çepê ti mîjar tunebûn.

Sedemeke din jî ev bû kez ditirsiyam ku ez bibim endam gelo ezê bikaribim tiştên kêrr hatî binvîsim ? Ango ezê alfabeya kurdî bikaribim bikarbînim ?

Lê piştê endambûnê ew pirs êdî nehatine hişê min.

Mîjarên tirşikê , endamên tirşikê wek şepeya berfê her diçe zêde dibe.çiqas hêdî be jî...



09.03.2020 00:18 | brzn

59. (bnr: keremke bira nemîne ji derve)



11.04.2020 04:00 | de facto hozan

60. Hejmara wana a niha 204 e.
wey malnexirabno! hûn çi xwe pişt perdeyan da vedişêrin? Ka werin hundir ka di barê we da qe çi heye çi tuneye *



14.05.2020 23:55 ~23:56 | bûtîmar

61. biçavmirr mêvanê 24 seetan e .



15.05.2020 03:45 | shwinsherm

62. Vê gavê qasî çarsed û pîst û pênc mêvan diyar in, hejmareke gelek qenc e bi min. Qe nebe em bi xwe lênadin û bi xwe nalîzin.:dd



13 roj berê 09:34 | bayê xerbî

63. mêvanên tirşikê/144837 tirşikê de ya min dîtibû 900 tiştek bû*



12 roj berê 16:50 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
sendroma kleine-levinî [1]
Ew sendrom bi xewa zêde(hîpersomnîa) tê zanîn. Xewa zêde ne wek xewa m...
rêkutan [1]
Min çawa sernivîsê dîtt min got qey simurg56 ji bo dermana bi navê (vb...
siwar hatin peya çûn [9]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêvanên tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî