Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
keçê dînê - tirşik
keçê dînê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (navê gelek stranan e lê aniha mijara min beytocan e)



navê straneke beytocan e. straneke pir balkêş e. mi go ka ez gotinên wê binivîsim lê nebû. kurmanciya min têrê nekir. hema min çawa fahm kir, min nivîsand. --edît*--



stran: www.youtube.com/watch?v=_nw_66MW_iA

kêm-gotinên wê:



Keçê dînê ava Diyarbekir rabûye

Him û guma wê ye

Li ser serê min û te zalima qe rê nedaye

Qurban heta sala çûnê

Taximê bax û boxazê memkê te ye

Gul û mirwarî xweşikê min bû

Wê lê lê îro çend roje nizam kê konê xwe li ser dadaye

Ax de were lê lê

Ez aşiqê bejn û bala te me

Ax ji min ra bêje lê lê

Hay hay hay hay



Xanimê dev piçûkê

Wey xanimê dev piçûkê

Destê xwe bide destê mina

Herin xopana Dêrikê

Bavên eskerê gumrikê

Çû Midyadê gilî bike

Berê xwe da cem hakim

Bi ramûsankê razî dike

Xwe ji Rûto berdide

Li ser Xidirko qeyd dike

Derdê dila xanimê hay hay hay hay



Keçê dînê çiya li ser çiya dikir gazî

Qurban ji eşqa dilê min û te ra

Daran pelê xwe weşandin

Mane rût û tazî



Keçê te goştê laşê min helandî

Tu ji hestîkê min çi dixwazî

Ax lê de were lê lê

Wez meraqliyê te me lê lê

Wez aşiqê bejn û bala te me ax

Ji min re bêje lê lê hay hay hay...



Xanima Osmanliya

Wey xanima Osmanliya

Qirik dirêj, çar tilî ya

Dostê Xidirkê Omeriya

Ketim dilê min êşiya

Kabikê min l’rê heliya

Reha navê min qetiya

Derdê dilan xanimê



edît?: min gotinên rast aniha dît. belasebep min ewqas serê xwe pê êşand yaw



17.07.2015 01:51 ~01:55 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keçên anîmeyan

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî