Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    jan - tirşik
    jan
    (0) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. di kurdî û kurmancî de di wateyên wek êş, azar, ezyet, ezab, şkence, tazîb, nexweşî, kul, derd, elem û nesaxiyê de tê bikar anîn..



    2013.07.28-09:39 | endazer

    2. helbesteka şairê kurd rênas jiyanî ye..

    ku cara pêşîn di kovara nûdemê de di hejmara 29an ku di buhara 1999an de belav bûyiye de derketiye..



    ''i

    Li xirbê pêsîrên min

    dûvpişkên kumêd

    bi kevokên min ên li ser hêkan vedidin.



    Li kêleka skelêtê çena min

    ku hema ramûsan bixuyin

    gur û wawîk li ser şer dikin

    Xwedê bi gepê mezin dixwin



    bi barana werza 5an

    bişom vî mêjiyî

    nizanim,

    ez ê bibim xwedîderûneke çikî sayî

    cilêt di dest de

    xeratê mêjiyê xwe me

    jêkirî dijîm di hundirê kalaneke şûr de

    rûxuyane zagonên hişmendiyê ji bin ve

    serî mîna rojhilata navîn tevlihev

    wekî Raskolînkov hey bi tayê me

    hemû evîndarên min,

    di bedewiya Qûasîmodo de

    awiqîne xew li min

    kaprîsên min ên mirinê çêbûne

    zayîn trajîk mirin erotîk bûne

    (ez)...

    (hemû jiyana min di navbera kevanekê de asê bûye)



    2

    mirovahiya xav û şil li ser riha xwe

    ya min ji şînê berdaye

    dibe qerqîtik ji

    naşibe tu camêrî

    ji girêza mêrkujan

    gav nayên avêtin li kuçan

    . . . û Kurdistana min rakişandine çarmîxê

    mîna kurê Xwedê îsa. . .

    bi sê telaqê bêfitwe Kurdistana min

    ez ê gemara li ser te

    bişom bi xwêdana eniya helbestên xwe

    heke heyverona bûk

    di şeva xwe ya ewil de bakîre dernekeve jî. . .



    3

    min hêrs ajotine devê lûla demançê

    tiliya min li ser nikilkê qahrê, jahrê

    dikim bi hewa xim

    jan, jîn, jin!..

    dêl im di saygonên fîraûnan de

    hemû pîramîdan bi tena serê xwe ava dikim

    tu yê bêjî qey ez ê di wan de bimirim

    serê xwe bi wan re zahf diêşînim



    bêyom im

    ji kê hez dikim,

    di torên masîdaran de "pif' fanosê çavên xwe dikir

    bêyom im

    ji kê hez dikim,

    dibe rêwî di hundirê rêviyên xwe de

    li devê devê xwe rêwîtiya wan bi versiyê bi dawî dibe

    ne bi xêr û ne bi ahlen

    van rojan min dest bi xwe jî hezkirinê kiriye



    4

    bêhna pîşo dihat ji zaroktiya min

    bûme mêr,

    di nasnava min de

    "şewat" hate nivîsîn

    navê min

    navê te

    ala hatiye çirandin

    ka navê te

    ka navê, ku di golên bi wêrdek de

    di avêtina kevirekî de (n)avên xelek xelek dinepixe.



    5

    stûneke keserê me

    hogira min a herî dilovan

    tava rûniştiye li ser tutukan

    dirêj

    dirêj digavînim kolanan

    minareyên bêmele me li sûkan

    bi te tişt im

    nîn tişt im

    bê tişt im

    ji xeynî;

    derzî û pênûsa min a di ber serê min de

    hemû bajar ji min re gewende

    pasila te

    ketiye çalakiya derabegirtinê ji min re



    6

    li ser atomên evîna te kurk ketime

    li ser atomên evîna te kurd mirime.



    7

    Pêpelûkan çêdikim ji mermerê hestiyê parsûyên te hildikişim

    parsû bi parsû sînga te. Li lûtkeyên bêdawîbûna xwe digihêjim

    hêza tîrêjê, molekulên min bela-wela dibin li gerdûnê, ku

    nabim gerestêrkek jî, dibim meteoreke tolaz li valahiyê.

    -çermê wextê digurim-

    nîra tu tê de dijî qirneke cih ji min re vekî. Di rastiya xwe de

    tenê cîhaneke

    nîqasî veke. Di nav zeryayan de ne di kêfxweşiya "hêêêêy!. . . li

    bergehê hawa reşahî xuya bû" de me, xwelîreng ruyê te, ji min

    re parzemên e

    /Ka ruyê te,

    ka ruyê keça ferx, ku porê xwe dikir porçê ji bûka

    lîstoka destê xwe re/



    8

    hûr dibim li xalek valahiyê

    ji jiyanê tirsiyame

    ziq dinihêrim

    mîna peza çav li gur keve

    dengan dimêjim

    wekî zarokekî nû fêrî zimên bûye pir dipirsim

    mijangên xwe dirûçikînim

    çavên min pelçimok

    û çavên te di ruyê te de hilnayên

    devê min kêm dibe

    monologiya min a kurdî di civatan de dest pê dike

    birûsk li kenê nuquçkan vedidin

    kevirekî pahn im li ser avan

    bêhnçikiyayî

    bêrex

    her dipengizim



    9

    li ramanên beyar nivîsên biyar çandibû min

    jipayizan

    divê bûbûna roman havînan

    hîn kîtşitil in

    nivîs hew regl dibe

    kîjan têgînên qelew

    dimiçiqin

    di binê bîrên bêhnçikiyayî de

    canê te yê bi qorzî

    li ser kendalên kubar

    bû krîstal

    kengî tu ji hev veçirî bêjeyên watenewal

    hîngê ezê bi teşiya te re bibime heval

    ji vejena sosinên te yên nêromê

    vejiyan 365 mêrkujên hestedar

    û pîrebokên dilsoj û dilovan



    te hîn pêsîrên xwe kişf nekiriye

    tu hîn li simbêlê min varneqiliyî



    10

    li xortaniya min heram kirin qîzaniya te

    di cihê pêwendiya me ya herî tengav de

    berê "Ez û Tu" yek hebû

    û di okyanûsan de şopa meşê me

    (dolfîn çavdêr)

    tahma xeydên te

    aramiya hêşinahiya rehên te

    nifireke me

    û axirê mirineke me



    navê xwe dikim belavok li stasyonan

    navê min hilde

    li giravên te xwe bi masiyên lal dorpêçaye

    gunehkar im ax!

    destên min bi destê Meryem bûye

    Min biricimînin!..

    bila Beatrîce

    bimîne bê Dante

    min biqijilînin...''



    2013.07.28-09:45 | endazer


    4. navê jan: yek ji wan navan e ko forseke dide xortê kurdan û bi vî navî rihettir derdikevin nêçîra keçkên alemê...



    2013.07.28-19:10 | pezkûviyê cûdî

    5. (bnr: jirjanamedi)



    2013.07.28-19:15 | endazer

    6. nexweşin (bnr: janazırav) nexweşina zırav(ince hastalık) verem, kanser.



    2013.09.20-14:37 | hun çawane heval:)))))))

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.12.21-05:34 | ciwan

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.02.16-16:39 [guhertin:2015.04.19 10:07]| qivaro

    9. navê rêzefîlmeke cure drama ye ku li ser ekranên trt kurdî tê weşandin.. ez ne xelet bim serlehengê rêzefîlmê berdan mardînî ye, gava dî li ser youtubeê derket pêşiya min, min jî beşek jê vekir û darî çend sehneyekî kir, pirraniya lîstikvanên rêzefîlmê bi kurmanciya hînkerê diştexilin, gerçî mesele ne ya lîstikvanan e, senarîst çi ji wan re bêje ew jî wê sufle dikin, ligel hemû kêmasiyên xwe deh qetî ji wan fÎlm û rêzefîlmên ku bi dublaja kurdî tên weşandin çêtir e..

    min hêvî heye vê rexneya min bixwînin û biçekî din giringiyê bidin kurmanciya rêzefîlmê..



    2015.05.08-02:19 | endazer

    10. rêzefîlmek trt kurdîyê ye.

    niha lê rast hatim û min 10 deqeyan bala xwe dayê.

    min dît ku zilamek, jinek û keçikek bi hev re bi kurdî diaxivin. tîpên wan jî mîna kurdan in.

    lê navên wan barbara, samuel û Yûlîana bû. şaşwaz bûm.

    paşê hîn bûm ku di derbarê 3 malbatên de ye ku misilman, suryanî û êzîdî ne.



    2015.10.27-21:54 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    şahînê bekirê soreklî [1]
    çîroka marquez ya tenahiya sedsalî çi bi min dabe hîskirin, ev çîroka ...
    ulysses [2]
    Bo ew Kesên ku tema wan heye vê romanê bixwînin, pêşnîyara min heye. D...
    nifşa pokemon [1]
    xwezî bi wan rojan ❤
    ...
    selahattin demirtaş [1]
    berî çend rojan ji doza xwe ya sereke, bêguneh hat dîtin. di dozekî di...
    hafiz nazerî [1]
    kurê stranbêj û hunermendê navdar ê ji rojhilatê kurdistanê, (vbnr: şe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » jana werther

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî