Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lîstika lihevanînê - tirşik
lîstika lihevanînê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1.

Lîstika Lihevanînê
- Ev lîstik bi taybetî ji bo zarokên Kurd hatiye çêkirin lê her kesên ku bi kurdî dizane an jî dixwaze Kurdiya xwe bi pêş bixe dikare bilîze
- Tê de gelek kategorî hene weke Hejmar, Reng, Enstruman û hwd.
- Lîstik bi du zaravayên Kurdî (Kurmancî, Dimilkî) dixebite.


hevalno lîstikeke min heye lê min naveke xweş jê re nedîtiye heta niha. listik wiha ye:
mesela di asta hêsanê de 16 heb bûton hene û di binê her bûtonê de peyvek heye. 8 heb peyvên cot hene. divê meriv wan bibîne. mesela rast-çep divê li dû hev bên dîtin. tirkî: eşleştirme
fikra min 'lîstika cotkirinê' ye lê bawer im navek din a xweştir heye. we got çi hevalno?

Hêja azadîxwaz pêşniyara lihevanînê kir, xweş e li gorî min. Niha ev e. Dibe ku biguhere li gorî pêşniyarên we.

Pêşniyarên azadixwaz: tirşik forûm/72561



21.07.2015 22:48 ~2022.02.11 22:15 | mergehez

2. (bnr: cotik)

(bnr: cotika wê bibîne)

(bnr: cot bike)



21.07.2015 23:40 | xendekî

3. (bnr: mizgînî)*
Sepana ku min nêzî saetek berê li marketa androidê zêde kir. Daxînin bilîzin bidin daxistin bidin lîstin *

lînka daxistinê: Here lînkê



06.07.2016 01:49 ~2022.02.25 12:42 | mergehez

4. xebatek xweş e, ji bo zarokên 6-10 salî.

lê heçko di lîstika rengan de xeletiyek heye. ev rengê ku min di wêneya jêr de nîşan daye, weke qehweyî hatiye qeydkirin.

Here lînkê



06.07.2016 10:52 | simurg56

5. lîstikek ji lîstikên herî jê hezdikim yeke, lê belê; çend kêmasîyên wê hene, kêmasiyek jê gelek zehmete hişê meriv dike shorbe.. ev dibe bi hineka xweştirbe lê di cîhê nivîsande(sor, spî heft xiyar..) jî Wêne hebûna di Wênede nav hebûya wê baştirbûya ez leyiztim rengê zîv û gewr pir nêvzî hevin û reş û spî jî pir dûrî hevin *... ez li hemû Kategorîya beşa dijwar leyistim di tevade 29 ceribandin.. bawerim Ji bû zaroka gelek zore.. beşa hemwate/dijwate.. jî naxebite herwiha destê simurg56 terrbin lîstikek xweşe *



07.07.2016 01:19 | shorbevan

6. sepaneke xweş û kêrhatî ye, ji bo zarokên piçûk. hin çewtiyên wê hene; lê hê nû çêbûye, wê bi rojanekirina ew çewtî jî safî bibin. piroz be.



08.07.2016 09:42 | xendekî

7. Sepana min berê jî daxistiye ji xwe. Çend caran min bi birazîyên xwe jî da lîstin. Gelekî baş e ji bo hîn bûnê.
Gelo haya xwediyê wê ji şiroveyên faşîstên kûçik heye li binê sepanê?



17.05.2020 12:09 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lîstika lihevanînê
» lihevanînên zarokatiyê

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî