Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 67 peyam
semfoniya şingal - tirşik
semfoniya şingal
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi derhênerî û bi rêveberiya hunermendê kurd, dilşad seîd, bi beşdariya zêdetirÎ 130 mûzîsyenên byanî yên orkestraya senfoniya neteweyî ya Çekê û 13 stranbêjên kurd yên ji parçeyên cureûcur ên kurdistanê hatiye tomarkirin.. gotinên semfoniyê edîp çelkî nivîsiye, (bnr: eyûb elî), muhemmed taha akreyî, çopî, rêkeş seyranî, garê sazkar (başûr) diyar dêrsimî (bakur), narîn feqe (rojava) jî stranbêjên ku di vê semfoniyê de beşdar in.. li holeke bi navê smetana hall ya bi ser şaredariya praga serbajarê dewleta çek ve hatiye tomarkirin û cara ewil 01.08 li silêmanî, 02.08 li hewlêr, 03.08 jî li duhokê hatiye pêşandan.. Û hemû mesrefên ji bo berhemhênana vê xebatê jî tora medyayî ya rûdawê girtiye ser milê xwe, anku rûdawê fînanse kiriye..



gelek rexne û têbiniyên min li ser naveroka semfoniyê û hilbijardina di stranbêjên di semfoniyê de beşdar hene, belê ji ber ku fikreke gelek spehî ye, naxwazim tiştekî bêjim avê lê şêlo bikin..



04.08.2015 01:20 ~01:22 | endazer

2. senfonîya ez bawerim xweşe şef dilşad seîdbe dibe ku ne xweşbe lê mixabin ez ji senfonîya hez nakim bi min nexweşe.. senfonîya ku dengê chopî fetah gelek zelal û dengê wê bi ser hemû enstrumana dikebe bala min kişand.



04.08.2015 15:16 ~15:27 | shorbevan

3. semfonî bingeha miqam û melodiya xwe ji straneka kevn û gelêrî ya êzidî ya ji devera şingalê ya bi navê fehîma werdigire, ji xwe garê sazkar 8:44ê pêşiyê bi dengeke nizm vê stranê dinehwirîne paşê destê xwe dibe ber guhê xwe giraniyê dibêje..



04.08.2015 16:49 | endazer

4. semfoniya bi pereyên Neçîrvan û Rûdaw (Rûdaw jî ji xwe bi pereyên Nêçîrvan ava bûye) ji bo propaganda xebitiye. semfoniyek wisa belaş naxebite, bi deh hezaran dollar lê diçe. dewsa ew bi van pereyan propaganda jibîrkirin û veşartina xayintî û firotina şingal û êzîdiyan bikin, çêtir dibû ku van pereyan ji bo penaberên birçî û rezîl xerc bikiriana. lê ka wicdan? şanoger vekişîna tektîkî berdewame ....



têbînî û notek êdîtî: navê vê projeye "pêşmerge û şingal" armanca vê projeyê bi zelalî diyar dike, ne hewce mirov li ser biaxivi, ji ber ku vala ye, yê wijdanê wî heye jî xwe heye, eger tunebe, bi axafitinê naye rayê ...



05.08.2015 15:44 ~15:47 | hola êzîda

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» semfoniya pêşmerge
» şingal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî