Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
nivîskarên tirşikê - tirşik
nivîskarên tirşikê
(13) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. Gi(ş) mêrên doxinsist in, bi bendeweriya belkî em ji tirşikê çend keçan bibînin bixapînin hatine vê derê, lê destvala mayîne, wisa xûyane ku dê her û her jî wer bimînin in



28.07.2013 22:01 | bazirgan

2. her tim difikirin ku ka vê carê ez çi binivîsim ku bila tirşikgeh û şêniyên wê bihêjin.



29.07.2013 04:04 | fizikzan

3. gelek qelsin. dest valane.



30.09.2013 18:07 | takyudin

4. Di xew da ne. Nizam kengê hişyar dibin ku em rojbaşek li wan bikin!



30.09.2013 18:12 | ceso

5. yek ji wan jî ezim. çima we ji berê de ne got ku keçik jî li vir hene. ji îro û pêde kengî ez bikevime ferhengê de ezê bedlê xwe jî li xwe kim û runê zeytûnê li pora xwe kim.

heme go keçik nebin jî emê bine qunde, ma ne olmiş?



30.09.2013 19:35 | saladin

6. zêdetir di navbera saetên 21.00-01.00 de aktîf in.



01.10.2013 22:27 | simurg56

7. (bnr: nîvqaşokurd)

dikin nakin ji hesta kêmasiyê û(bnr: kompleksa xwekêmdîtinê) rizgar nabin, çi ew çi (bnr: selîm temo) û (bnr: îbrahîm xelîl baran) ( dizanim niha kêfa wan te ku dişibin van) lê pir guneh in û heta niha hewl didin ku (bnr: tirşik)ê bişibihînin (bnr: ekşisözlük)a tirkan.

Bila hinekî reseniya we hebe bila hinekî dilê we xurt be, mîzah û henek ne tenê di dijÛnan de ye û ne ji di şêweyê ku tirk pê diaxivin de ye, vegerin gund û bajarokên xwe û binerin bê çiqas tiştên xweş hene, (bnr: xwelîserno)!



12.12.2013 17:25 | dijber

8. ez nizanim çima Kurd evqas pirr hevudu tawanbar dikin? niha dibînim ku heman tişt di tirşikê de jî heye.. gava ku di feysbûkê de tiştêk dibêjî 'ev ji bo eyarkirina keçan e' tu di derveyê de tiştêk dibejî ' ev ji bo eyarkirina keçan e' û dizivirî li vir di tirşikê de jî heman şîroveyan.. ez ne bawer in kesên ku bi vî zimanî serê xwe diêşînin û tên li vir çend gotin dibêjin, ji bo keçikan be loo! de baş e em di malê de wek xulam rûnin û dernekevin derve jî!! dev jê berdin lo..



12.12.2013 17:40 | ferhenga şikestî

9. baş in qenc in pirr tişt ji wan hîn dibim



12.12.2013 18:00 | ferhenga şikestî

10. kesên ku nizanim gelo bi rastî jî dixwazin tirşik bibe wek ekşîsozukê, û ji bo vê dixebitin an na .

ger wisa be tiştekî baş dikin. yanê li gor min, ger tirşik bikaribûya bibe ferhengek wek ekşîsozlukê wê gelek baş bûbûya. çi taybetiya ekşîsozlukê xerab e qey ?

kurdên me bi rastî ecêb in. yek tenê ferhenga înteraktîf a bi kurdî tune ye ji bilî tirşikê û ê heyî jî ji ber ku dişibe ekşîsozlukê tê tewanbar kirin.

(bnr: xwezîîîîîî)



12.12.2013 18:56 | brusk56

11. an nizanin mijarên nû vekin an newêrin an jî bi xwe re nabînin yanÎ xîret nakin..

diçim û têm her heman tirşik, her heman mijar.. fîlozofekî gotiye ez nikarim di avekî du caran xwe bikim av lê ev cara çendê ye ku ez her di heman tirşikê de hesk û kevçiyê xwe dikim av..

û yek jî hê jî nivîskareke baş ku ez bikaribim bêjim vaye temam evî camêrî bi kurdî li ser filan mijarê teza xwe nivîsandiye û mastera xwe kiriye derneketiye.. yanî hê jî kî çi binivîse bêhna amatoriyê jê tê..



13.12.2013 20:48 | endazer

12. Bila qedr û qîmeta xwe zanibin. Temamî jî weke morîkên tizbiyeke pîroz û bimbarek in. Behênek lo! Lê!... Ez dixwazim li vir aşkera bikim ku carina ez diçim çav li ferhengên tirkî digerînim, ê de malumê we ye ku damezrînerên ewilîn yên ferhengên înteraktîf ew in lew. Lê li vê ecêba giran mêze bikin ku seranser forûm in. Çendî li gor formatê bên birêvebirin jî bi kêrî tu gûyî nayên niha. Dibe ku berê hêja bin lê niha li binê mijarekê di nav saetekî de dikarin 500 peyam binivîsin lê 500 peyamên wan nakin 50 hevok. Yanî bi kurt û kurmancî 500 peyamên wan nakin peyameke endazer an jî simurg56. Heqqet jî qaliteya tirşikê bilind e, çendî nivîskarên tirşikê hê ji format û mormatan re hinek xerîb bin jî wê qaliteya tirşikê hê pêşdetir jî bibin. Ez dixwazim nivîskarên tirşikê zêde bin lê encax divê hejmara nivîskarên aktîf! Ji 1000 derbas nebe ( de ew jî rojek gihîştê em ê ji kêfan bifrin). Lew mijara ku di nav saetekî li binî 500-600 peyam bê nivîsandin anku peyamên bêqalîte bên nivîsandin ez kîrê 'eçoyê dîn di wê mijarê kim. Li vir ez dikarim bi dilekî safî û pak bêjim ku nivîskarên tirşikê biqalîte ne. Lew dinyaDîtî ne, meşrebfire ne. Civîna wana li vir ji pêkhatina armancekî ye. Ji ber vê hindê ez nivîskarên tirşikê weke mirovên ku gihîştine asta xwe îfadekirinê dibînim. Jixwe kurdê ku bi kurdî dikare binivîse û bixwîne kurdekî entelektuel e. Neyse min mijarê pir şor kir. De ya bi xêr.



18.12.2013 00:24 | ceso

13. nivîskarên ku carina bi pesndayîna hev û din, dilê hev xweş jî dikin *



18.12.2013 00:35 | simurg56

14. giş bira û xwişka min in. kengî nîvîsên wan dixwînim ez wek peyvên ji malbata xwe dibihîsim û pir kêfxweş dibim. ji bilî homofobîk. mixabin ku hin homofobîk jî hene. xwedê qayl bibe, ewê jî biguhere. *



18.12.2013 00:57 | biruya hayao miyazaki

15. van rojan hema bêje komple wenda ne. kuro ma mit'ê operasyonek li we kir? an polîs û dozgerên ku akpê cihên wan guhertin hûn bûn?



18.01.2014 19:39 | simurg56

16. bi qewlê dijber qaşo nivîskar in.. *

mîratê mirovek eger biçekî sosyal be rojekî de fêrÎ sed tiştên nû dibe.. em tiştekî zêde ji we naxwazin qûna xwe ji erdê rakin û werin di tirşikê de ji nav wan 100 tiştan qenebe 10 tiştan binivîsin, û tirşikê şên bikin.. nizanim ne kurdiya wan têrê nake, ne bi rastî jî derheqê tu mijarekî de fikr û zanîneka wan nÎne, ne jî bi xwe re nabînin ger û geşta li ser twitter û facebook û ferhengên din ên înteraktîv ên tirkî xweştir tê..

rojê kêmanî 20-30 nivîskar dikevin tirşikê de û lê dinêrin ka çi heye çi nîne, her yek ji wan hema destê xe li deh peyaman bide dike 200-300 peyamên neşikandî ev e heqê nanê tirşikê derket lê ka?..



25.06.2014 15:21 | endazer

17. rast e. ji ber teralî û sersarî û bêxîretiyên rih û giyanê, ez jî bi ya min qaşo nivîskar im.. ez diheyirim yaw. tevî ku ji 1100 zêtir nivîskar hene, kengî dikevim û mijarên vekirî, yeko yeko dixwînim dibînim ku her tim heman nivîskar in. dev jê jî berde, yên dinivîsin jî kêm dinivîsin di rojê de zêtir 100 mijar vedibe, zêtir jî 200 peyam tê nivîsin. rêjeya entrêyan gelek kêm e li gorî hejmara nivîskaran...

divê em 'özeleştiriya' xwe bidin*

belkî min gûyê vê hevokê derxist(divê xwe jî jê derxim) lê belê mecbur dibînim ku mîna bandên qeydkirî û xirakirî cardî cardî dubare bikim

ez bi telefonê* dikevim lewma jî nikarim pirr binivîsim û êdî mîna rojên min ên betal û bêkariyê dema min jî pirr tune ye, yên heyî jî bi xwendina pirtûkan derbas dibe.. lewma jî keys û derfeta min tune ye ku rojane û aktuela kurdistan û cîhanê bişopînim û agahiyên objektîv û şîroveyên xwe yên şexsî werim li vir binivîsim.. wa ye min xwe-rexneya xwe nivîsand vêca dora we ye...



wek encam; divê hûn bi qasî 2 meh sebr bikin, piştî ku min kombereke xweş ji xwe re kirî, xwedê li min û li we mezin e, ez ê tofana peyaman rakim û li ser entryan werim xezebê:-)



25.06.2014 21:34 | ferhenga şikestî

18. Nivîskarên ku di van rojan de di nava wan de nivîsên derformat bûne moda û kes nabêje bê ka camêrno hun çi dikin? Mijarên anketîv û provakatîv vedikin û dikevin heftûheştê.



25.06.2014 23:30 | ceso

19. nayên hilbijartin lê wesf û qalîteya wan ne ji yên ekşi sözlükê kêmtir e. ekşisozluk ku di nav ferhengên tirkan de, nivîskarîbûn a herî zehmet e.

nizanim çawa çêdibe lê ji 1100ê zêdetir nivîskarên me hene dîsa jî yên dinivîsin, bi rastî jî hêjayê nivîskarbûnê ne. qalîteya peyamên wan û kurdiya wan jî têra xwe baş e. ev tê wê wateyê ên ku xwe hêjayê vî karî dibînin, vî karî dikin. qalîteyek asgarî di nav peyamên tirşikê de heye.

bila wisa bidome, wê nivîskarên aktîf jî zêde bibin, hijmara peyam û mijaran jî ..



26.06.2014 00:55 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên tirşikê bi selahattin demirtaş re civînek dixwaze
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî