Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
şevên spî - tirşik
şevên spî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûkeke di sala 1848an de ji aliye fyodor dostoyevskî ve hatiye nivîsandin.



13.08.2015 00:20 ~2016.04.21 02:31 | sloujouc

2. û (bnr: rojên reş)



13.08.2015 23:15 | shorbevan

3. strana nû ya ciwan haco ye. bi navê xwe pirtûka fyodor dostoyevskî, şevên spî yên petersbûrg û xemên wan şevan tîne bîra kesên wê pirtûkê xwendî. di vê stranê de tiniyên muzîka rojavayî hene, ciwan xwe ji bandora muzîka tirkî -ku di albûmên dawî de dihat sehkirin- rizgar kirye. melodî hêminker e, kompozîsyonek levhatye, pîyano xweş hatye lêxistin. klîb jî li stranê tê û qasî stranê serkeftî ye. qedeh û şûşa meya sor destên ciwan de pir ciwan xuya dikin.



14.03.2020 19:35 | hespêsor

4. Straneke nû a ciwan Hacoyî. Eger ji alîyê muzîkê gelekî baş û gelekî serketî û gelekî niza'm çi be jî kêfa min jê re ne hat. Tew wê gava ko ciwan dibêje "te yên spî ez dimam" tişteke jê nayê fêhmkirin. Min li nivîsa stranê niherî û ew hevok nivîsandiye. Ez dikarim bêjim rihê vê stranê tuneye.
Û bes a rast gotinên stranê neket serê min.



06.04.2020 01:53 ~21:28 | giyanstêr

5. Întroya stranê rengê stranên country yên fîlmên western dide. mûzîkek xweş, gotinên pûç û tewş, klîbek wekî piraniya klîbên mûzîka Kurdî dûr û berî ji temayekî, behsa çi dike nayê zanîn.
detaya ya rastî reklama şerabên kurdistanê ku bi rastî jî marqeyeke wisa ya şeraban li Fransayê heye di klîbê de kêfa min anî.
Û cihê kêfxweşiyê ye ji bo min ku ciwan biçekî jî be li mûzîka xwe ya berê vegeryaye lê xwezî gotinên helbestkarekî jê deyn bikira şûna gotinên xwe.



06.04.2020 04:45 ~04:46 | endazer

6. kesî jî negotiye ka ez lînka stranê barkim *





06.04.2020 11:36 | bûtîmar

7. Filîmekî luchino visconti ye ku Ji ber romana Dostoyevski ya bi navê Şevên Spî hatîye kişandin. marcello mastroianni têde dileyîze.

Bi binnivîsa Kurdî ya brahîm ronîzer, hûnê tehmeke dîtir jê bistînin!



24.02.2022 03:58 ~04:02 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şevên şi'r û şerabê
» spîtavk

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî