1. şîr di qazanê de qasî tiliya mîrov tê de dimê tê germ kirin..li gundan bi piranî şîr dikelînîn piştrê sar dikin ku hin kes dibêjin ev ne hewce ye..dema ku qasî tiliya mîrov tê de dimê li gorî şîr mast tev dikin û hinek tev hev dikin..dora qazanê bi parçika ve tê girêdayîn qasî penc şeş saatên din dikin sarincê..dema mîrov şîr pir sar kir û meyand hingê dereng mast çê dibe, hê pir germî de şîr meyand tamê mêst tirş dibe. |
|
14.08.2015 00:38 |
havka
|
2. Pêşî şîr tê kelandin, da ku mikrobên şîrî werin qelandin. Peyre tiliya qelîçankê bixe nav şîr. Divê tiliya mirov jê neşewitê. Yanî bila têhna şîr bişikehê. İda haveyn bixin nav wî şîrê têhn-şikestî û bi kinc û paçikan dora şîr binixumênin da ku şîr sar nebê. Armanca me ew e go mast ji bakteriyan çêdibê. J'bo ev bakteriya mêst bi mîtozê zêde bibê, divê germa mêst stabîl bê û li dora 36-43 dereceyan bê. |
|
14.05.2018 03:29 ~03:34 |
gumgumok
|
tehdîdên kurdî [1] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |
|
fuckîro rebeno [2] |