Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
van hewayên xweş ez mehf kirim - tirşik
van hewayên xweş ez mehf kirim
(3) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirtûka orhan veli ye. Ez bîskek berê elimîm ku tirşikvanê me xendekî wê wergerandiye kurmancî. Dêmeg proje top secret*

Ji facebooka xendekî:



Xebata min a du salan,"Van Hewayên Xweş Ez Mehf Kirim - Orhan Velî", pêşengê helbesta tirkî ya nûjen, serkêşê ekola "Garip" niha kurdî ye. Ji weşanên Soran çap dibe. Ji bo alîkariyên mamosteyê hêja Zeynel Abidin Han malavayiyê lê dikim.



Hewayên Xweş*



Van hewayên xweş ez mehf kirim

Min di demek halê de îstifa kir

Ji karmendîtiya xwe ya weqfê.

Di demek halê de hînî titinê bûm,

Di demek halê de aşiq bûm;

Birina nên û xwê ji bo malê

Min di demek halê de ji bîr kir;

Vê nexweşiya min a helbestnivîsînê

Her di demên halê de xwe li min nû kir.

Van hewayên xweş ez mehf kirim.



*Ji pirtûka hozanvanê mezin yê Tirk Orhan Velî ya bi navê "Van hewayên xweş ez mehf kirim"



Pirtûk li ber çapê ye...

Wergêr: Rênas Xendekî

Weshanên Soran

2015-Berlîn

Edîtor: Zeynel Abidîn



14.08.2015 21:40 | mergehez

2. (bnr: chicken translation)



15.08.2015 23:12 | wiha wilo wisa

3. dibe ku çewtî hebin, tiştek asayî ye..ku min bûya werger weha dibû..



ayamên xweş



van ayamên xweş ez mehf kirim

min di demek weha de îstîfa kir

ji karmendîtiya weqfê

di demek weha de ez ho titûnê bûm

di ayamek weha de evîndar bûm

birina nên û xwê ji malê re

min di ayamên weha de bîr kir

vê nexweşiya min a helbestnîvîsînê

di demên weha de her vehatî

van ayamên xweş ez mehf kirim



16.08.2015 00:01 | havka

4. (bnr: van hewayên nexweş behna wî derxistin)

haji wera evjî vergera shorbevan

ji xwera verger bibînin;



güzel havalar

hewayên güzel

Beni bu güzel havalar mahvetti,

van hewayên xweş min mehfkirin

Böyle havada istifa ettim

min di hewayek wisada îstifakir

Evkaftaki memuriyetimden.

ji memûrîtîya xweyî evkafê

Tütüne böyle havada alıştım,

ez di hewayek wisada hînî titûnêbûm

Böyle havada aşık oldum;

ez di hewayek wisada aşiq bûm/ min dilgirt

Eve ekmekle tuz götürmeyi

birina nan û xweyê ji malêra

Böyle havalarda unuttum;

min di hewayên wisada ji bîrkir

Şiir yazma hastalığım

nexweşîna minî şiîr nivîsandinê

Hep böyle havalarda nüksetti;

tim di van hewayanda nûnbû

Beni bu güzel havalar mahvetti.

van hewayên xweş mala min xerakirin



16.08.2015 23:19 ~23:31 | shorbevan

5. hevokeke rast e. van hewayên xweş ez li vir kuştim. haho, hewar



17.08.2015 22:04 ~22:15 | berxweda

6. mijara ku ez şaş û mat hiştime. Gelo hûn bêhiş in an ker in? Li jor gotiye pirtûk li ber çapê ye, hûn çawa dikarin li ser şîrove an jî rexne bikin? bila çap bibe, bixwînin û paşê şîroveyên xwe bibêjin! niha tenê bibêjin 'ser xêrê be'. derdê we çi ye oğlim?



18.08.2015 16:59 | mergehez

7. bêhiş an ker * gelo helbesta orhan welî ya "istanbulu dinliyorum gozlerim kapali" çawa wergerandiye, pir mereq kir gelo çawa wergerandiye, xwezî yek li vir binivîse...



18.08.2015 21:14 ~22:36 | havka

8. pêşiya niha çend rojan cara ewil dema min ev mijar dît, min serê qelema xwe tûj kir da ku rexneyan lê bigirim, lê min bi xwe re nedît binivîsim -ya rast min nexwest dilê tu kesî ji xwe bihêlim- lê xwudê bihêle, ciwan, ya dilê xwe û ya dilê min gotiye û bûye tercûmanê bi milyonan.. ez dirêj nekim û serê we neêşînim, eger wergerra helbestên mayî jî bi vî miqamî bin, wergêrr tu merês nedaye karê xwe û nekariye ji heq derkeve..

li gorî min hevalê xendekî şûna helbest û çîrokan wergerîne, rûne li ser hiqûqê pirtûkekî wergerîne an bi xwe binivîse wê çêtir be..

û dixwazim ji bo hevalê ''yancî''yê xendekî jî bêjim, bêhiş tu yî, û ker jî.. neyse nele'l şeytên.. *



19.08.2015 21:20 ~21:33 | endazer

9. bira xendekî li qisûra me nenihêre jiber em hinek (bnr: çavnebarin) û jetona me dereng dikebe li ser xêrêbe hezar xêrê jê bibîne û jimera gotine hûn kerin başe.. lê şaş hatîye fehmkirin hûn kerin bawerim wekî biwêj hatîye bikarhanîn yanî xwestîye bêje hûn safin, nezanin, ehmeqin, dewarin, heywanin.. ka bisin pêkenokî dîsa hat bîra min rojek rovî bûye çi bûye meselekî dibê rewir/heywanên dora wî tev dikenin ker tenê nakene dibe roja din dibînin ker zikopişto bûye dikene dibên ev tu bi çi dikenî hewqas dibê pêkenoka rovî ku do got min niha fehmkir ez pê dikenim.









19.08.2015 22:07 | shorbevan


11. li kurdistanê hewa her dem germ e.



23.08.2015 12:46 | roj agir

12. ji heşbestên navdar yên orhan veli ye. tabî hema bêje me hemûyan bi saya dersên lîseyê van helbestan bihîstiye.

wergera wê ya li kurdî baş bûye. dema pirtûk derket dixwazim bixwînim. di eslê xwe de ez pirtxwxwkên helbestan naxwînim lê xebatên wisa bi qîmet in.



03.09.2015 21:46 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vandal çiye heval!
» xweş dilê min
» kirim

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî