Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
koma dengê azadî - tirşik
koma dengê azadî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. muzikek ku dılé mere germ dike çédikirin. albümé mina hêvî, em azadîxwaz in, welatê min/roj wê bê u Fedi çékirin u wek wenda bun. Gohdarikirina Fedi nayé gotin.



29.07.2013 15:57 | saryaudisasarya

2. koma ku solîstiya wê stranbêj û mûzîsyenê navdar ê kurd mehmet atlı dikir.. stranên vê komê yên wekê mihemedo, negirî, fedî, dilê xemgîn, no çi halo, dêra sorê, zerî gelekî xweş û mirov ji guhdêrînê têr nabe..



29.07.2013 17:13 | endazer

3. komekî pir kevin lê xwediyê tarzek pir nûjen e.

stranên koma denge azadi ku ez beriya herî kem 7-8 salan nas bûm, hê jî dema guhdarî dikim dibînim ku ji piraniya stranbêjên kurd gelek baştir in .

bi teybetî albûma wan a bi navê fedî nayê ji bîr kirin. li zaningehê, ez û yek hevalê xwe herdem stranên koma denge azadi û yên agirê jiyan ên kevin diavêjin kombersê û wextê mamoste ne li polê be lê didin.



30.07.2013 01:48 | brusk56

4. Ji bo ev komê hinek dibêjin "tirşikçî".



04.08.2013 19:17 | zîpik

5. em nû hîn dibin ku ji aliyê hinekan ve weke tirşikçî hatine binavkirin.

hey lê malik çûyî mîratê ew tirşikçî bin hûn qene ne tirşik in jî.



04.08.2013 19:24 | simurg56

6. Camêrên ku gotine ev kom tirshikçiye ji alîkî ve ne neheqin, jiber ku di her albumên wan de straneke ji helbestên kemal burkay çêbûye heye û heta strana sereke ji helbrstên wî ne.



04.08.2013 20:40 | hemdilaarda

7. koma ku bi bikaranîna helbesta kemal burkay bûne tirşikçi * em ê hê ecêban bibînin .



15.01.2014 01:07 | brusk56

8. dilê xemgîn e…







10.02.2014 23:34 | ervah.azad

9. koma ku kilama dilê xemgîn dibêje ye. kilamek encax evqasî xweş dibe.



Ji vî dilê xemgîn çend evîn derbasbûn

Dê dilgerm bû bavêm comerd û mêrxas bû

Birayên min hêja bûn, xwîşkên min delal bûn

Ji vî dilê xemgîn hezar evîn derbasbûn



Keçkên ku min hezkir

Hemî niha derew bûn

Ya pêşîn deh salî bû

Ez jî zarok bûm

Lê ewa dawîn çiqas xayin bû

Lê ewa dawîn çiqas bêbext bû

Hêvîyên min ji min dizî ji min dizî û wenda bû



Zaroktî xewnek bû, wek xewn zû derbas bû

Ciwanî azadî bû

Wek teyrek firya çû

Li vî dilê xemgîn çend şewat peyda bûn

Ji nav xwelîyên wan hezar hêvî hêşîn bûn



23.02.2014 13:28 | nazim tolhildan

10. hemû albûmên wan (ku yek ji wan jî êdî wek kaset an jî cd li bazarê nîne) li spotify û li platformên din ên dîjîtal hatin zêde kirin.

ha ji we re Here lînkê



10.03.2016 02:28 | xidiran

11.



02.11.2016 11:07 | nazim tolhildan

12. koma muzîka şoreşgerî bû. koma girêdayî an jî nêzîkî partiya sosyalîst a kurdistan / psk bû. navê wan dişibe navê ewil ê pskê (özgürlük yolu). gelek stranên xweş ên şoreşgerî, civakî, welatparêzî, evînî sazkirine. helbesta kemal burkay a binavê "em ne binketî ne" gelek xweş strandine:





16.05.2020 20:40 ~20:41 | hespêsor

13. Berê rastê stranên wan hatibûme jî nû wan nas dikim û stranên wan didim rêzê guhdar dikim.

Albumên komê;

hêvî (1991)

em azadîxwaz in (1993)

welatê min/roj wê bê (1995)

fedî (1998)



23.04.2021 23:43 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» komagene
» dengên ecêb
» azadî bi derbirîna hestan destpê dike

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî