Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
di kurdî de zehmetiya vekirina mijarên dirêj - tirşik
di kurdî de zehmetiya vekirina mijarên dirêj
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rastiya ku ji mijarên li çepê jî tê fêhmkirin.

mixabin ji ber ku me zimanê xwe hê bi awayekî niviskî ji bo têkiliyê bi kar neaniye, em hê zimanê xwe baş nas nakin û vê zehmetiyê dikişînin.

ji ber vê yekê jî piraniya mijarên tirşikê ji navên hunermendan, komên mûzîkê, peyvan û ji tiştên 2-3 peyv pêk tê.

helbet her ku me li vir nivîsî, em ê zimanê kurdî baştir nas bikin û ji bo karîna vekirina mijarên dirêj, riyên nû bibîbin.



29.07.2013 19:06 | simurg56

2. ez naha li nucetv dinêrim. mevanên beşdarî programê bûne, gelek zelal kûrdî diaxivin lê, bala min gelek kişand navê welatên bîyanî temam tirkî bi nav dikin. mînak; Îngîltere, Fransa, Amerîka hwd. Tişta ez dizanim gerek ev welat jî bi kurdî bên bi nav kirin. Mînak îngîltere= îngîlîztan, fransa= fransîya, Amerîka= emrîka

wusa ne bedewtire?



29.07.2013 21:26 | urartu3000


4. (bnr: li kurdî)

(bnr: di kurdî de)



19.12.2013 00:45 | oxir

5. ji ber ku ferhenga înteraktîv îcada tirkan e û zimanê tirkî ji bo wan ferhengan başe lê kesên tirkiyeyî nikarin sedema wê bizanin mînak mijara xwe wisa vedikin: 09.09.2017 maça dalkurd û falkenbergs ff
lê divê wisa vebikin: maça dalkurd û falkenberga ff a 09.09.2017
di tirkî de peyva eslî piştî hemû peyvên din tê û dikarî 100 peyv binivîsî lê di kurdî de peyva eslî yekem tê û nivîsandina mijarek dirêj zehmete



10.09.2017 13:46 | mindal

6. dikim ku hin mijaran vekim lê dinêrim vekirina mijareke dirêj bi kurdî gelek zehmet e, di xwe re nabînim û dev jê berdidim.



04.05.2019 21:11 | roza

7. pirsgirêka ziman nîn e. ya me ye. ez jî zehv caran dixazim mijarên dirêj vekim lê nikarim..



04.05.2019 21:20 | bûtîmar


9. ji bo min êdî ne problem e. weke li jor jî hatiye parvekirin û weke ku her roj em li aliyê çepê di lîsteya mijaran de jî dibînin, êdî ev wek problemek nikare were dîtin.
min vê mijarê berî 6 salan vekiriye, lê gelek sal derbas bûn.
dema mirov %95ê jiyana xwe bi zimanê serdest bijî û paşê vegere 5 deqe li tirşikê binêre, zû bû zû nikare oryante bibe. lê dema çend rojan di nav xwendin û nivîsandinê de zimanê xwe dîsa germ bike, êdî rê li ber fikara bi kurdî ya mijîyê mirov vedibe dîsa.



07.05.2019 22:52 | simurg56

10. Nîn e.



11.05.2019 04:28 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîzade ehmed ramîz
» zehmetiya dîtina pirtûkên bi kurdî
» vekirina mijaran a li gorî kar û beşa xwe
» mijarên ku hun çawane heval rast vekirine vs mijarên ku hun çawane heval şaş vekirine
» dirêjî (yekî) kirin

Kategoriyên mijarê:: tirsik ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî