Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nifirên kurdî - tirşik
nifirên kurdî
(51) (10) (5)
di mijarê de bigere

1. Di civaka me Kurdan de nifir cihekî taybet digire.

Di şer û pevçûnan de heya nifirek neyê ser ziman ew şer û pevçûn naqede an kêm dimîne.

Ji xwe di şer û pevçûnan de ney bikar anîn ew şer-pevçûn wek xwarina bêxwey e.



12.07.2013 15:43 | gulan

2. (bnr: wey topa seddam li nav şeqqê te bikeve)



12.07.2013 15:50 | endazer

3. ji kilamên dengbêjan nimûneyek (bnr: xêrê bikî û qet nebînî)



12.07.2013 15:51 | endazer

4. Li ber lehiya gulanê herî.



12.07.2013 15:58 | gulan

5. gotinên nexweş in lê li ber dijûnên me sivik dimînin.



12.07.2013 17:08 | simurg56

6. mejiyê te bi tekerê kamyonan bizeliqe

tu bibî hestî têkevî ber vî destî



29.07.2013 20:28 | quto

7. nifirê kurda ewqas tûj û dijwarin hey hewar. xwedê parastinê bide. kengê kurd êdî nifirê tûj bi dengekî li ser dijmina dike, ew dijmin sedê hezar tarûmar dibe!

"xwedê xezeba xwe li ser te de bîne!"

"hewara min a xwedî li te nebe sibe!"

"penceşêr bikeve dil û hinavê te!"

"xwedêêêêê zû ruhê te bistîne ne dereng xwedeeeeee!!!!"



29.07.2013 21:42 | urartu3000

8. dema diya min ji me aciz dibû an jî dema me ew di qehirand ji me re weha digot: hey piştka te şkestî, bîboka te xelayî.. min şkestina piştê fêm dikira lê ez hê jî nizanim bîbok çî ye..



29.07.2013 21:56 | nan û av

9. çavê te birijê, bîbok bi teqe, stû bişikê.trîolojiyek wusa hebû li gundê me.



29.07.2013 22:57 | çukko

10. nifîrên ku mînakek ji wan, yek cîranê me rojê hezar caran ji kurê xwe re digot ; "osooo kezeba te reş bibe osoo"

ew zêde bikardianî ku ev dialog, ne ew qas ecêv bû ;

dayik ; osooo kezeba te reş bibe osoo

oso ; çi bû yadê ?

dayik ; were xwarin bixwe .

oso ; temam

zêde tê bikaranî zêde ..



30.07.2013 00:27 | brusk56

11. heyta bi heyta tu ruyê xweşiyê nebînî rebbî!...



30.07.2013 00:50 | cirano

12. nifira xwehê: birawo, tu li serê heft çiyabê jî, her tim ew gula kumê te ji min ve xuya be.



nifira birê: wey xwehê tu dewamî li ser tenûra be!



30.07.2013 02:50 | seydayê_peyvan

13. bayê tofanê li te xe..

lawo tu qet bi mirazê xwe şa nebî

Agir têkevê mala te .....



30.07.2013 11:37 | newenda

14. tu xêr ji xwe nekî



30.07.2013 12:05 | pezkûviyê cûdî

15. Hey te heft xwelî serê xwe kiro...

Mala te mîratê mao...



30.07.2013 12:12 | pezkûviyê cûdî

16. "Çûndin hebe hatin tinebe"

"Top a asîmana li te bi keve"

"Qeda li te keve"

"Çav ê te birije"



30.07.2013 14:39 | sorro

17. bavê min dema navê dewleta tirk dibihîsê vê nifirê dike: ''dewletê tu li ser dewletan bigerî.'' yanî tu bibî piç û parî û dewletên cîran jî te di nav xwe de ji xwe re leve bikin..



30.07.2013 15:06 | endazer

18. "serê xwe xwaro"

"tu di ber top û tekerleka ketî"

"belqitiyo"



06.08.2013 12:05 | saryaudisasarya

19. kezîkurê!

porkurê!

Xwudê te nehêle ji bavê re!

Xwudê te ne sehlîne!

xwudê bela xwe bide te!

stû bişike!

pişta te bikeve ber te!

agir bi kezeba te bikeve!

bi penceşêrê bikevî rebbî!

bi goştê canê xwe bikevî!

xwudê bike ez qetên te ji erdê vedim!

xwudê te xevs bike!

ji bêvila te re derkeve!

wey çavên te birijin rebbî!

pişta te bişike!



06.08.2013 12:18 | endazer

20. xwudêjiminstando! an wey rebbî xwudê te ji min bistîne..



06.08.2013 12:26 | endazer