Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
nifirên kurdî - tirşik
nifirên kurdî
(54) (10) (5)
di mijarê de bigere

56. Pê te bişkê!

Penceşêr li keçka dilê te bikevit!

Pençeşêr li te bikeve!

Pepûk û kondok di mala babê te de bixwînit!

Pêxember xenîbê te be!

Pi reş heşê!

Pişreşî li te bikevit!

Pişta te bişkê!

Pîlê te xilhin!

Pîlên te bixelin!

Pora te kur be!

Porkurê!



05.09.2013 01:26 | endazer

57. Qelihiyo!

Qesifiyo!

Qirr bikeve nav we!

Qulê serad û bijîngê di canê te de çêbe!

Qur‘an bi te ve bide!

Quriderê bixwî!

Qurmiçiyo!

Qurregisin bigrî!

Quzilqurt bixwe!

Quzulqurt!

Quzulqurtê bixwî!



05.09.2013 01:26 | endazer

58. Razan hebe rabûn tunebe!

Rebbî, tu kûr (kor) bibî ber destê min bikevî!

Rebbî, cî û war bi destê te nekeve!

Rebî, ava reş bi çavê wî bê!

Rebî, jê ketê pê ketê!

Rebî, marê kor bi te ve bide, porê serê te tev biweşîne!

Rebî, tu herî û venegerî!

Rêncareş bikevit nav hestî û weslên te!

Rêya te bibit rêya nehatinverê!

Rîşa xerab di te‘d derkeve!

Riya rast pêşiya te nekeve!

Rûviyên te li dest û pên te bialin!

Rûyê te reş be



05.09.2013 01:27 | endazer

59. Sepelîska (seperîska) san (koçkan) te bigirit!

Sewtik sar be (bî)!

Sewta te bê birîn!

Sitohê te bişkê!

Stoyê te bişkê tasê te bineqise!



05.09.2013 01:28 | endazer

60. şalê tu bipelçiqî!

şape li ser te de bê!

şêl û şehtî bî!

şelqitiyo!

şeple li te keve!

şer û pevçûn ji ber deryê te neçe!

şewitiyo!

şîn li mala te keve!

şîn û girî li mala te ranebe!

şîn û girî para te be!

şîrê min ji te ra heram be!

şîrê min li te ne helal be



05.09.2013 01:29 | endazer

61. Bila hestiyê te erd ê, goştê te binpê be



05.09.2013 13:37 | lorddadeon

62. mêrê te xişk û sor bê!



05.09.2013 19:23 | îrbome mem pulur

63. xwudê bela te ji ber piyê te bide te!



12.09.2013 15:44 | ahmet_amed

64. "Heyla topâ xwedê li bedenâ te ketî"

"weylé dîya te Bê sersaxîya te."

" weylê penceşêr ketî hinavé te."



12.09.2013 23:05 | cudî

65. wey tu bi belqitî û bi şelfitî : ji omerîyan



12.09.2013 23:26 | firat

66. Jan dost- kela dimdimê



Xwedê nehêle yê ku bû sebeb

ji devê wan derkeve kezeb



Warê wana be agir û dojeh

darê wan jêbin ji kok û reh



tenûrên wana qet neyên dadan

teşiyên wana qet neyên badan



qet ew neçinin zadê ku çandin

tev wenda bibin pezên civandin



mirazê keç û xortên wan nebe

deriyê rehmê li wan venebe



13.09.2013 00:05 | tavgezokî

67. hey pozneşewitîYO HEY xwêlîsero xêr ji xwe nedÎYO,AGİR Bİ MALÊ KETO, XWAZKA ERD Û ESÎMAN qelişîYO Bİ KEZEBA TEYA REŞO DE RİJÎYO :-)



13.09.2013 01:35 | yasê

68. Ez jî yên ku min kom/top kiribûn pêşniyarî we bikim:



1-Topa xwedê li te keve

2-Goştê te bibe xwarine mişk û maran

3-Mezelê te ne keve nava tu mezela

4-Dê û bavê te xêrê ji te nebîne

5-Xwedê te kewîr bike

6-Tu tu xêrê ji xwe nebini

7) Xûn di dev ra hato !

8) Dev li te xwar bibe !

9) Mala te bi serê te da bixelê (hilişîn) !

10) Tu, tu gûna nebîn î (Tu, qet tu gûna nebîn î)

11) Qanser lê hato !

12) Qanser li te were !

13) Su/stû li şikeştî yo !

14-Agir bi derê te keve

15-Agir bikeve mala te

16-Birûsk li te keve

17-Cegera te bişewite

18-Îlancix di gewriya te da were

19-Kevir û kuçik li te bibarin

20-Mal mîrat buyo

21-Top lê ketîyo

22-Tu bi goştê canê xwe kevî

23-Tu bi kansere bikevî

24-Tu car rîya te rast neçe

25-Tu dîn bibî bi çola bikevî

26-Tu hewcîyo ker û kûçikan bî

27-Tu ji herdû çava bibî

28-Tu ker û lal bibî

29-Tu perçe perçe bibî

30-Tu qe mezin nebî

31-Tu rezîl û riswa bibî

32-Tu sêwî bibî

33-Tu têkevî ber desta

34-Tu têkevî ber destê min

35-Tu xêre ji xwe nebînî



1-) Tu qe tunevî

2-) Tu xêre nebînê

3-) Hundir qul bûyo

4-) Kezew qul bûyo

5-) Mejo velo bûyo

6-) Firî ku firî bûyo

7-) Ma kesew li te riş bibe

8-) Ma goştê te mar û mişik bixwin

9-) Tu goştê xwe biruçkinî

10-) Ma li te zehr û zikkûm bê

11-) Ma serê li te bihise

12-) Ma serî te li kevirekî bikeve

13-) Heta mirine qa tu rindîye nebinî

14-) Çav riji bûyo

15-) Çav kûr bûyo

16-) Qurşun li te ketiyo

17-) Hîşk bûyo

18-) Har bûyo

19-) Xwîn verşîya.

20-) Dînîk bê û çolle ketîya

21-)Menzîl qût bûya.

22-)Mero gur li te bicivin û goştên te ji hestîyan te bikin.

23-)Tu ji destê xwe bibinî.

24-) Malik li te bela bibê.

25-) Mitike ketîyo.

26-) Kûr bûyo.

28-) Hundir reş bûyo.

29-) Tu gûno nebînî

30-) Tu heri û cex nebi.

31-) Hundir reş bûyo.



26.09.2013 20:29 | serxush

69. Qeda li te bikeve... *



26.09.2013 22:54 | ceso

70. (bnr: nîvê çanda kurdî) *

(bnr: xwedêkuştî)



23.10.2013 00:11 | brusk56

71. wan lê top'l emrê te ketî..



23.10.2013 01:51 | rexnegirêtagirtî

72. kafirên zindîk



23.10.2013 01:55 | rojabaz


74. Xwedê te nehêle!



23.10.2013 10:50 | kendal