Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
nifirên kurdî - tirşik
nifirên kurdî
(54) (10) (5)
di mijarê de bigere

111. quzulqurt!



27.10.2014 12:52 | endazyar

112. xwedê BELA wan JI BER PIYÊ wan bidê wan



27.10.2014 18:58 | xeyalperest

113. TI JI QUTÊ salê NEXWÊ rebbî!



27.10.2014 19:00 | xeyalperest

114. ti bi devê GUREKÎ har herê



27.10.2014 19:22 | xeyalperest

115. nizanim wateya wê çi ye lê (bnr: bedîlkurt)



27.10.2014 20:54 | simurg56

116. bextereş

quzilqurta canê te

tu geber bî

merez li canê te bikeve

tu di gola bê av de bixeniqî

tu negêhî malê

tu xêr ji gedê xwe nebînî

kula qanserê di canê te de were (an jî kula reş)

topa xwedê li te keve

xwedê xezeba xwe li te bike

emrê te kin be

çira te vemire

moz bi zimanê te ve bide

benikê doxîna te biqete

kund li warê bavê te bixwin

qirika te şil nebe

tu bibî şîva guran

goştê te bibe xwarina mişk û maran

tofan bê serê te

tu di ava gû de bixeniqî

xwelî li serê te be (herhal ê ku vî nifirî nizane tune ye)

wey diran di devê te de nemînin



dibe nifirên ku min nivîsandine li jorê jî hatiye nivîsandin. min tenê dinivîsand. kontrol nedikir.



03.12.2014 21:35 | kurê xelkê

117. nav bin navan keve

kalkê min her tim bi apên min re digot dema ku hêrsa wî dihat. min hinek koland û pirs kir wateya vê nifirê çîye. dibêjin berê heger yek bimre karmend yanî memûr dihatin û navê wî yê mirîye lê rêza merîyên mirî de dinivîsandin yan jî yek diçû û navê mirî ji muxtar re digot ewî dinivîstand. loma ev gotîn peyda bûye û ketîye ser zimanê gelê meyê serhedê.



04.12.2014 00:20 | resençiyayî

118. Kî bêje zimanê kurdî ne xweş e

Ji bo zimanê xelkê têbikoşe

Gîsinê cot zikên wan biqelêşê

Tîr di wan be, bimire bi serêş e !



13.03.2015 13:08 | quşxaneli

119. (bnr: ava reş di te de werê)



13.03.2015 13:23 | xendekî

120. ava reş bi çawêteda ne hatibu kulîya zimanê te ne xwaribu tiliya min di çawê te ra neçubu.



13.03.2015 17:25 | sedrik

121. nifirekî pir dilşewat: weylee topa seddam litekeve



01.04.2015 11:35 | quşxaneli

122. ez ji vê nifirê pir ditirsim *

ya rebî! ew kîr ji te bikeve



01.04.2015 14:33 | bijêrvan

123. Mejuye te belavbe

çavên te birjin

tetirxan li te keve

stuye te bişkê



01.04.2015 16:32 | tîrejên rojê

124. ji ser kereme de bikevî.



02.04.2015 01:32 | cemilcanbegî

125. -Ozirliyé Be meeş

-Alete Xwar

-Guya Séresibe

-Xude Te Nestine

-Emmirkol

-Emrete Kin nebo

-Kunda kór



02.04.2015 01:38 | qoling

126. Apê min ji kekê min re bi qerfî got:

tu di bin siya simbêlê min de bifetisî!!



02.04.2015 11:15 | gulan

127. Keçé mala mavé te bişewte.



03.04.2015 00:57 | tîrejên rojê

128. Tu bibî komek hestî; bikevî nav vî destî!



03.04.2015 01:54 | hozanbênav

129. Dew bibînî nan nebînî , nan bibînî dew nebînî...



03.04.2015 05:28 | kanîreşî

130. (bnr: mala bavê çûyî mîratê)



04.04.2015 09:36 | simurg56