Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
rootkirina galaxy note 3 - tirşik
rootkirina galaxy note 3
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zêde ne zehmet e, lê mîna hemû rootkirinan dibe ku telefon xera bibe *



li vir behsa rootkirina note-3'a bi modela n9005 tê kirin;



1- divê herî kêm %30-40 şarja telefon hebe

2- vê pelê daxin û ji arşîvê derxin: http://www.mediafire.com/download/thxqjh45e5dthed/SM-N9005-5.0.zip

wê 5 pel ji vê arşîvê derkevin

- CF-Auto-Root.tar

- Odin3.ini

- Odin3-v3.07.exe

- tmax.dll

- zlib.dll



3- telefona xwe bigirin.

4- telefona xwe ya girtî, têxin moda daxistinê (download mode), ji bo vê yekê: pê li van her 3 bişkojkan bikin û tiliyên xwe 7-8 saniye li ser wan bihêlin: bişkojka kêmkirina dengê, bişkojka hêzê(power) û bişkojka mal (home)

dema ekranek reş û binivîs, derket û got "warning û hwd", pêl li bişkojka bilindkirina dengê bikin.



5- niha di nav wan pelên ku we ji arşîvê derxistibû, pêl li "Odin3-v3.07.exe" bikin û bernameyê vekin. paşê telefona xwe, bi qabloya orjînal, bi komputerê ve girê bidin. ger bernameyê telefona we nas kiribe, wê li aliyê çep û jêr ya bernameyê, di qutiya "message" de "added" binivîse.



6- niha di bernameyê de pêl li bişkojka "pda" bikin û di nav pelên ku we ji arşîvê derxistibû de, pela "CF-Auto-Root.tar" hilbijêrin.



7- niha jî pêl li bişkojka "start" bikin, wê pêvajoya rootkirinê destpê bike, wê telefona we 1-2 caran were girtin û vebûn. destê xwe nedinê. dema li jora bernameya odinê, di qutiya ewil de bi rengê kesk, nivîsa "pass" derket, rootkirina we qediyaye û hêdî hûn dikarin telefona xwe ji komputerê vekin.

ger di menûya sepanan ya telefona we de bernameyek bi navê "supersu" derketibe, telefona we bi serkeftî hatiye rootkirin.



22.08.2015 16:19 ~16:20 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rootkirina galaxy note 3
» galaxy s10e
» note 2

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî