Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
leystikên zarokatiyê - tirşik
leystikên zarokatiyê
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi rastî min xwest di derbarê leystika heftokê de mijarek vebikim.

lê min nexwest mijar zêde belawela bibe.

lê dîsa jî ez ê bi vê leystikê dest pê bikim.

kesê ku heftokê nizane heye gelo?

bi rastî bajarî belkî nizani bin.

heftok ji pênc kevirên ku glover an ber bi gloveriyê ne û bi kêmasî ji aliyê du kesan ve tê leystin.

ev leystik ji pênc beşa pêk tê.

bi destekî tê leystin.ê ku nû fêr dibin bi du destan dileyizin.

ji pênc keviran yekî davêjin jor an hewayê û di vê navberê de yên li erdê li gorê dora wan lazime ku mirov bide hev.

beşên wê ev in:

tepok,kevirek li hewaye çar heb li erdê ne û van keviran bi carekî de tên berhev kirin.

sêkulo: kevirek li hewaye û kevirin li erdê carek yek û carek jî sê heb tên berhev kirin.

dukulo: kevirek li hewaye û kevirin li erdê du heb du heb tên berhev kirin.

belawela: kevirek li hewaye û çar heb kevirên li li erdê yek bi yek tên berhev kirin.

xalok: ev bi du destan tê leystin. destek dibe weke kaleya gogê û bi destê din jî çar kevirên ku hatine avêtin lazime di vê kaleyê de bê derbas kirin.

ji van kevirên li erdê yê li hemberê we yekî nişan dike.

û lazime ev kevirê nişankirî dawî were derbaskirin.

her kevirek di derbekî de gere xelas bibe.û gere li hev nekevin.

ku we vana tevî kir hun pênc li yê hemberî xwe dixin.her xelasî pênc puan e.



29.07.2013 21:06 | gulan

2. demekî nivîskar û edîtorê malpera kurdigehê mirad gundikî derheqê leyîstokên zarokan yên kurd de xebatek baş û birêkûpêk kiribû û di malperê de belav kiribû.. mixabin vêga lînka pdfa ku tê de navê leyîstokan û awa û şêweyên leyîstina leyîstokan cih digirt pûç bûye anku venabe.. heman xebata xwe di konferansa kurdolojiyê ya ku par li zanîngeha hekariyê hatibû lidarxistin de pêşkêş kiribû.. ev e vîdeoya danasîna wê xebatê: Here lînkê



29.07.2013 21:37 ~2016.07.21 12:35 | endazer

3. lîstokeke pir xweş e lê cem me piranî weke lîstoka keçikan dihat dîtin.

lê malê me kurdikan jî dilîst.

mixabin me navê wê ya kurdî nedizanî û bi tirkî digot "bêş taş"



29.07.2013 22:36 | simurg56

4. Heftik, Pîrka xweveşartok, Qendûş, Inanê (pê xara tê lehistin, Herfa I wek herfa eyn (&zêdenebûna nivîskarên tirşikê/1593;) a Erebî tê xwendin ), Şîto, Kêlanê....



29.07.2013 23:48 | nan û av

5. heta êvarê li ser zarê hinekan e lê yek(camêr an jî canik) ranebe bi xweşikayî di pirtûkekê de bi wêneyan qala lîstikên me nake. ku camêr an jî canikek vêya pêk bîne ez ê eniya wî/wê maçî bikim.



30.07.2013 00:17 | rojgar

6. leystikên ku hinek ji wan ku ez fêhê dikim bêjim, leystikên cehşîtiyê bû *

(bnr: kerê dirêj)

(bnr: zimbirzimba)

di van herdû leystikan de wendakirin hema bêje mirin bû . heta tû nîvkuştî bibî te lêdan dixwar . lê tama van lêdanan bi rastî gelek cûda bû . ekşinek wisa xweş dixista di nav lîstikê ku mirov gelek helecan dibûya. axxxx axx lingê min seqet nebûbûya *



30.07.2013 00:36 | brusk56

7. teytok:me erdek şil xêz dikir,kevirekî pehn didît û xwe di ser de davêt.

darqîtik:darek biçuk, herdu serê wî dihatin tujkirin û bi darek din lêdixistin.



30.07.2013 11:52 | krîstîn

8. tevş û gog, veşartok, kulîkanê, darqîtik, kab, hiloçkê, xarûnemaş (gelo ji "xar û armanc"ê tê?), heftok (lê nizanim çima bi pênc keviran dihate lîstin)... hwd.



30.07.2013 16:29 | gurê manco

9. (bnr: qijê)

(bnr: soldiz)

(bnr: kîr û quz)

(bnr: lîstika kîr û quz)



30.07.2013 16:43 | bazirgan

10. çile: (bnr: li pişta sobê leyîstika bi kab an)



biharê: (bnr: bûka baranê)



havîn: (bnr: li bênderan leyîstka bi xarên kevîrî)



payîzî: (bnr: tevş û gok)







31.07.2013 05:47 | seydayê_peyvan

11. (bnr: sîr û sîr û qup)



17.02.2014 22:46 | simurg56

12. (bnr: kêlanê)

(bnr: goolÊ)

(bnr: zehÎr)

(bnr: titanÊ/xaranÊ)

(bnr: kerkÊ ker ajo)

(bnr: qÎlanÊ)



18.02.2014 00:48 | xendekî

13. heftoka li cem me em dibêjin sêdik û bi çar kevirên hûrik û grover tê lîstin. çima hejmara kevir û navê leystokê ji hev nagire min fêm nekir*

ya din jî şîbelbel e. hejmara lîstikvana ne muhîm e. yek ji wan heta bêhna wî diçikihe dibeje şîbelbelbelbelbel...

û dikeve pey lîstikvanek din. nikaribe yekî bigire, leystok bi vî kesî didome.nav tirkan de jî ev leystok heye, jê re dibejin ''sîmîîîît''



18.02.2014 16:55 | kevçiyê dil

14. (bnr: nîskê nokê) : her zarok her du destên xwe datine erdê.yek ji wan dibêje nîs-kê no-kê ma-la e-be-do-kê gîs-kê e-be bi-do-şe bu teq-re-qa sa-bu-nê bi-nê da-ra zey-tu-nê se-lam ey-şa xa-tu-nê u heman demî de li ser tilîyan digere.li ser kijan tilî bisekine ew kes wê tilîyê vedişêre.tilîyên kê pêşî xilas bibe ew wê leystokê kar dike.



18.02.2014 22:25 | feqiyêteyran

15. leystikek bi navê tilîqûn hebî hema bêjim leystika destdirêjiyê bî..

şeş heft zarok dileyîstin, çavê yek ji wan bi desmalê girêdidan û hema didan ber tiliya, heta yê çavgirtî bi destpelînek yek ji yê din bigirta namusa xwe dida ber bayê *



18.03.2014 17:38 | kevçiyê dil

16. (bnr: kortÎk) an (bnr: kurtik)



18.03.2014 17:39 | hun çawane heval:)))))))

17. (bnr: elman kalesî)

(bnr: japon kale)

(bnr: zimbirzimba)



19.03.2014 00:08 | brusk56

18. (bnr: xar) : liyîska kurrikan bû lê keçik jî carina diliyîstin. gelek liyîsk hebûn bi xaran

(bnr: miherk) : keçik gelekî bi miherkan diliyîstin. miherkên şûşeyî jî hebûn yên lekî jî. me tizbihê pîrika xwe didizî û me di nav axê de qunçalekê biçûk ( bi pehniya çekala lastîkî ) vedikir me miherk bi tiliya baranekê xîj dikirin wê qunçalê. piştre ji bo tizbeh me lêdan dixwar *



19.03.2014 01:45 | gêjê

19. (bnr: gustîlk) du kom hene li hemberî hev rudinin û betaniyekê bi ser xwe de dikin. her kes destê xwe dixe bin betaniyê de. koma ku dora wa hat gustîlkê dihilênin têxin destê yekî ji wan de yivê yê li hember bizaninin bê gustîlk bi kê re ye . ku dîtin êdî ew gustîlkê dihilênin. axir liyiskekê zehf xweş e *



19.03.2014 01:55 | gêjê

20. hema bêja herî, bes e.



19.03.2014 16:54 | nazim tolhildan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» leystikên gunda

Kategoriyên mijarê:: listikrastin anket cand zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî