Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 22 peyam
    li ser întenetê afirandina derdora kurdî - tirşik
    li ser întenetê afirandina derdora kurdî
    (8) (1) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. tişta ku êdî ji bo kurdan zarûrî ye. çi ye ev?

    li ser înternetê karîna gihiştina kurdiya her tiştî ye.

    mirovên ku li ser înternetê surf dikin herî zêde çi dikin? bersiv; nûçe dixînin, facebook bi kar tînin, li fîlman temaşe dikin, lêkolînê dikin, li ser foruman ji bo pirsgirêkên xwe li çareseriyan digerin, li mûzîkê guhdar dikin.



    dema em li van binêrin;



    nûçe: ji bo nûçeyên kurdî em dikarin bêjin ku hema bêje têra xwe çavkanî û malperên kurdî hene

    facebok: jixwe kurdiya wê heye. lê naveroka wê girêdayî bikarhêner e. ji bo vê em nikarin tiştek bikin. tweetter jî wisa.

    mûzîk: têra xwe mûzîkên kurdî li ser înternetê hene lê belê wergera stranên biyanî mixabin gelekî kêm e.

    lêkolîn: ji bo lêkolîna kurdî li ser înternetê çavkaniyên agahiyê yên kurdî gelek kêm in heta ji xeynî wikipedia çavkanî tune.

    forum: forumên kurdî hema bêje hîç tune ne. mirov ji bo pirsgirêkên xwe qet nikare çareseriyên kurdî bibîne. berî pckurd.neta me hebû lê mixabin me nekarî bibin serî.

    fîlm: ji bo mirovên ku bixwazin li fîlman temaşe bikin jî fîlmên kurdî gelekî kêm in.



    weke tê dîtin ji bo bikarhênerên kurd li ser înternetê dane gelekî kêm in, yanî "derdorek kurdî" tune ku mirov bikare tê de pêdiviyên xwe pêk bîne.



    neyse...



    ez çima behsa vê dikim? ji bo ku alîkariya tirşikvanan bixwazim. ji ber ku me heta niha ji bo vê yekê hinek gavan avêtiye. weke mînak;



    - li ser malpera me wergerine.com'ê niha ji bo 53 fîlmên biyanî binnivîsa kurdî heye. yanî ger hûn bixwazin her heftî fîlmek temale bikin, têra salekê fîlm heye. bes e? na welleh na. lê destpêkek cîdî ye.



    -ji bo her cûre xebatên kurdî me ferhengên herî mezin yên kurdî amade kir li turkcekurtcesozluk.com (bi taybetî projeya ferhenga îngîlîzî-kurdî yekta ye û gihiştiye 12.500 peyvan)



    me li wergerine.com/forum'ê ji bo parvekirinê foruma kurdî vekiribû lê piştî vekirina tirşikê me ew betal kir. yanî li şûna forum û blogan êdî tirşik heye.



    -her wiha ji bo ji sedan zêdetir stranên biyanî jî wergera kurdî heye li: http://www.wergerine.com/index.php?option=com_content&view=section&id=2&Itemid=74



    -hinek karîkatûr jî li wergerine.com hatine wergerandin û hinek xaçepirs hatin amadekirin.





    welhasil me ji bo bikarhênerên kurdîhez derdorek kurdî amade kir ku ji înternetê bi kurdî sûdê wergirin. lê pêwist e em hê zêdetir materyalan amade bikin ku qet nebe înternet şûna asîmîlasyonê bibe cihê jîn dayîna kurdî.



    min zêde axaft lê ez bawer im mebesta min hat fêhmkirin. ji ber ku min tirsek wisa heye ku dema keça min mezin bibe wê nekare xwe bigihîne materalên kurdî û wê neçar bimîne ku li deriyê zimanên din bixe.

    aciziyeke min a wisa heye ku dema mirov bi tîpên kurdî google'ê de lêgerînê bike hema bêje tu encam dernakeve û google peyvên ku ji tîpên kurdî pêk nayên, pêşniyar dike. yanî google zimanê kurdî nas nake û dibêje qey we xelet nivîsand. ji ber çi? ji ber ku li ser înternetê materyalên kurdî gelekê hindik in.



    li vir hema bêje hemû tirşikvan tirkî zanin loma ez behda tirkî bikim. li ser malperên http://www.turkcealtyazi.org û http://divxplanet.com'ê ji bo 40.000 zêdetirî fîlman binnivîsa tirkî hene. yê me çend bû? 53 bû.

    we go çi?



    2013.07.29-23:09 | simurg56

    2. (bnr: sedeqellahul ezîm)

    (bnr: nekarîna xwendina peyamên dirêj)



    2013.07.29-23:44 | endazer

    3. bi ya min înternet ji diruşmayên vala û fikaran pûç girîng e ji bo zimên. ji ber ku raste rast jiyana nifşê nû dagirtiye. ne bi zorê kesî lê bi daxwaza xwe saetên xwe tê de derbas dikin. bandora tiştên "trend" di jiyana wan a civakî de zû belav dibe û dibe perçeya jiyana wan. heke kesên kurdîzana di înternetê de bikaribin naverokeke tijî û bi qelite biafirînin, li şûna trendên xelkê berê xwe bidin ên xwe. divê ne bi zimanê serdestan bi zimanê xwe bigihijînin rojevê (çandî, hunerî, zanistî hwd.) da ku ramaneke kurdewar ava be.



    2013.07.29-23:46 | parsek

    4. armanca ku bi xebatên simurg56ê hingî diçe nêziktir dibe .

    bi habûna ferhengek mîna tirsik.net ê bawer im ev yek wê gelek hesantir bibe. ji ber ku ji bo organîzebûn û hevnaskirinê ev der gelek baş e . û ji xeynî wê ew bi xwe jî çavkaniyek e .

    pirsgirêka herî mezîn ew e ku mixabin ji bo kurdî daxwazî an jî telep gelek kêm e .lewma jî pêşkêşî û erz jî hindik e. yanê weke mînak kesên lêgarîna binnivîsa tirkî dikin hezar qet ji kurdî zêdetir e, lewma binnivîsên kurdî jî hezar qet hindiktir in . em bişixulin temam lê mezinbûna û afirandina vê derdorê piranî gora bikaranîna zimên e .



    2013.07.30-01:01 | brusk56

    5. binnivîs/8925



    2013.09.04-10:30 | simurg56

    6. fikreke xweş û başe îcar divê em navejin pişt guhê xwe.werger kû ji tirkî li kurdi be em ji dikarin tiştnan bi kin.mînak ez dixwazim hin rêze filmên wek dexter wergerînim.



    2013.09.04-12:40 | tivirloismail

    7. (bnr: armanca pîroz)

    henek li aliyekî, tiştek pir giring e û di pêvajoya çêbûna wê de, cihê herî giring ya tirsik.net ê ye. ne facebook ne twitter. ger em bikarin popularîteya tirşikê zêde bikin, wê navenda axaftina rojeva kurdan tirşik be. ji ber formata tirşikê, di vê meseleyê de tirşik herdem li gor facebook û twitterê di pêş de ye



    2014.07.31-10:16 | paşê min got what the fuck

    8. (bnr: armancên tirsik.netê)



    2014.07.31-21:05 | azadixwaz

    9. tirşik yek ji wan dorhêlan e ku bi vê armancê radibe. bi kurdî nebe jî qîyameta tiştan her roj li ser kurdan û tevgerên wan tên nivîsandin di rojnameyên herî tirtire ên cîhanê da. loma eleqeyeke mezin li ser kurdî û xebatên kurdî zêde dibe di nav ewropî û amerîkîyan de. zêdetir akademîsyen dixwazin li ser kurdî şol bikin. ev jî baş e. lê meseleya belavbûna kurdî li ser înternetê ew bêyî perwerdehiyeke saxloem bi dest nakeve. soranî zêdetir vê erkê bi cih tînin.



    2019.03.29-22:06 | serhednişîn

    10. Bi rastî em li ser cîhanek kapîtalîst dijîn lê çiqas jî bêjin kapîtalîst ne başin ne raste.Lewra çîn û rûsya ango koreya bakûr li ber çav e.

    Dixwazim vê bêjim , ku kurda reklamên xwe kurdî bidana google adwords , ango malperên xwe bi kurdî çêkirina ango kurdî bixwanda wê demê google yê pêwîst bidîta ku malperek taybet ji bo kurdan veke û zimanê kurdan baştir naz bike û xebatên xwe li gor vî bike û zêdetirîn kara pera bike.

    Ango em kurd dewlemend bûna googlê bigota waa pere livire ez ji bo wan bixebitim.

    Lê ev tunenin.Ji bo wî xema wan nîne...Motorên lêgerîn ên din dîsa wisa.Hemû bi fikrek kapîtalîst difikirin û li gor wî tevgera xwe dikin.

    Encamêda malperên kurdî tunenin û ji bo wî google naxwaze nas bike lewra nikare ji zimanê kurdî kar bike lewra ku kurd bal nade zimanê xwe.



    2019.03.29-22:22 | brzn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » şerê kurdan û êzîdiyan li kampa akrê
    » kurdi li her deri

    Kategoriyên mijarê:: malper ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî