Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
besam mistefa - tirşik
besam mistefa
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestkar û wergêrek e; camêr ta niha nivîskarên wekî (bnr: bextiyar elî), (bnr: eta nihayî), (bnr: şêrzad hesen) û (bnr: ferhad pîrbal) wergerandiye (bnr: kurmanci) û bûye pira di navbera (bnr: soranî) û (bnr: kurmancî)ya gewr.



30.07.2013 02:03 | seydayê_peyvan

2. wergêr e, ji soranî werdigerîne kurmancî, divê perwerdehiya wergerê bibîne ji lew re mirov ji hevokên wî tê nagihîje....



30.07.2013 22:09 | rojgar

3. wergerên wî baş in, lê divê li ser ergatîfiyê baş bisekene ku ergatîfî taybetiyeke kurmancî ye....



08.09.2013 22:41 | welat colemêrgî

4. di hejmara duyem ya kovara wêje û rexneyê de hevpeyvîneka wî ya li ser wergêrî û rexnekariya wêjeya kurdî heye, ji başûrê kurdistanê di warê kurmancî de kêm kes wekê wî dikarin kurmanciyê ev qas xweş bi kar bînin.. ji vir em dikarin bêjin ku heçiyê dixwaze zimanê xwe baş bike bila rahêje qelemê Û ji zimanên dî ji bo kurdî wergeran bike, bi rastî jî ji bo pêşdebirin û xurtkirina zanîna zimanekî tu tişt nabe wekê wergerê..



23.04.2014 01:45 | endazer

5. Wergerên wî naherikin. (bnr: balindeyên li ber bê)



26.03.2017 01:23 | bêrtî

6. wergêrê ku mixabin pirtûka êvara perwaneyê herimandîye. min ji wergera wî ya apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir gelek hez kiribû. heta bala min jî kişandibû. lê mixabin ya vê pirtûkê ewqas xirab bû ku min nekarî bibim serî. serî? min nekarî ji 10 rûpelan pê ve bixwînim.

tê gotin ku êvara perwaneyê, yekemîn wergera wî ye û loma wisa ye. îşelleh wisa be. ji ber ku dixwazim pirtûkên din yên bextîyar elî bixwînim.



23.02.2020 22:53 | simurg56

7. Min bi xeletî şîroveya birêz #rojgar kir, bila li min bibûre. Ji dêvla min ê pê li ecibandinê kiriba tilîya min çû li ser "naecibînim"ê. Ji sedî sed ez heq didim e şîrova wî/wê.

Vê taliyê min du wergerên wî xwend. Her du jî pirtûkên Bextiyar Elî bûn. Yek "apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir" a duda jî " êvara perwaneyê" bû. Du romanên ji her alî ve xurt û xweş bûn. Di rista wan de min ti xeletî yan jî lixwegerandineke ecêb nedît. Feqet ez dibêm ev bi kedeke zêde û bi zehmet min xwebixwe kişf kir. Wergêr jî wek ku ji bo xwendevan jê fêhm neke peyv zêde li hev gerandibû. Cî bi cî di hevoksaziya wî de xeletî derdiket pêş me. Ev romanên wenî herikbar wî kiribû xetimbar! A din jî berî ev berhem çap bûyî bûna diva bû bihata xwendin ji teref çend kesan û piştî tespîta xeletiyan sererastkirî lazim e çap bûba. Tespîteke min a din jî ji bo "êvara perwaneyê" ye, wergêr piştî rûpelên 150yan şûnde wek ku li xwe hayl bûye, nizanim hinekan alî kirîye, çi bûye wergera wî hinekî bi ser xwe de hatiye.



08.02.2021 14:09 | hemdilaarda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» besam mistefa
» mistefa dadar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî