Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
paşîv - tirşik
paşîv
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarina pişt şîvê. kesên bawerîya wan bi îslamê heye û rojî digirin, xwarina ku berî banga sibehê dixwin re (bnr: paşîv) tê gotin.



30.07.2013 02:58 | seydayê_peyvan

2. divê bi piştî şîvê re neyên têkelkirin û tevlihevkirin.. piştî şîv derî meha remezanê piştî şÎvê dema ku mirov birçî dibe bi derengiya şevê tê xwarin.. paşîv di meha remezanê de ew danê xwarinê ye ku kesên dê siba rojî bigirin radibin û heta banga melayê sibê dixwin û vedixwin e..



30.07.2013 06:38 | endazer

3. poşmanî ye.

mirov ditirse dev jê berde. ji ber ku piştî 4-5 saetan mirov çiqas xwaribe jî, poşman dibe.



edit: min xwestibû bibêjim ku mirov çiqas zehf jî bixwe poşman dibe ku çima zêdetir nexwariye... lê dibînim ku tam berevajî hatime fêhmkirin. neyse hemû sûc ê min e.



29.06.2014 01:09 | simurg56

4. a ku jê veneger e jî. dibe ku demekê mirov poşman bibe lê piştî nîvro ku mirov birçî dibe ku paşîv nexwaribe ji nexwarina xwe poşman dibe. de were û çêke.



29.06.2014 09:42 | azadixwaz

5. (bnr: di meha remezanê de daneke xwarinê ye) ku ez hê di wî danî de şiyar nebûme *



29.06.2014 12:36 | xendekî

6. dI VÊ REMEZANÊ DE EZ GELLEK CARNA PAŞÎVÊ NAKIM. jı BER HEMA BÊJE HETA PAŞÎVÊ MIROV DIXWÊ Û VEDIXWÊ. pIŞTÎ XWARINÊ ÇA, PIŞTÎ ÇAYÊ TIŞTNÊN ŞIRÎN, PIŞTÎ ŞIRÎNAHIYÊ FÊKÎ Û HEW TE DÎT BÛYE PAŞÎV.. dEMA DEMÊ PAŞÎVÊ TÊ HEMA EZ ÇEND ŞÛŞE AV VEDIXWEIM Û MÊJA XWE YA SIBEHÊ DIKIM Û DIRAZIM.. bI VÎ AWAYÎ MIROV REHETTIR E..



08.07.2014 03:04 | nan û av

7. ku mirov raneze xweş e lê ji ber ku mu zû radibe mecburê razanê be weke zilmê ye. di van rojên dirêj de mu nikare bêje ez paşîv naxwim jî.



08.07.2014 11:28 | azadixwaz

8. ji ber ku sihor piştî şevê tê xwarin dibe ku jê re paşîv hatibe gotin. lewra ji bo paşîvê saeteke diyar tune ye. çi di saet 12ê şevê de çi piştî 12an di saet 5an de..



22.12.2014 16:59 | mergehez

9. danekî/wextekî xwarinêye. ji gotina paşîya şîvê an piştî şîvê hatîye bi kurtasî bûye paşîv xwarina di rojîyêda bişev pêşîya melê sibê tê xwarin ra tê gotin. rabûna paşîva sunete lê rojî na



18.06.2015 00:22 | shorbevan

10. A ku bi zikê birçî li bendê me. Weke ku li benda fitarê me, hêviya wextê me ku bibore. Min dîtî buyî 2:30 û ez çuyîm paşîvê.



07.07.2015 01:30 | azadixwaz

11. li cem me ji xwarina berî xewê re dibêjin paşîv.

tişta li sihorê tê xwarin jî sihor e.

îca rastiya li cem me ev e. rastîya rastîn çi ye nizanim.



11.09.2015 23:49 | berxweda

12. Paşîva pêşîn ya remezanê a sala 2016 an e niha. A nihe ji ber ku ez dizanim ku sibahî ji têhnîya da ezê zehmetî kêşim loma min jî bo 'depokirinê' meşka xwe mast û av tijî kir* sibahî ezê poşmanîya kêm xwarinê û kêm vexwarinê bijîm lê xem nake jixwe rojî ewe ku mirov zehmetî kêşe. Min heya par di fitare û paşîvan de zikê xwe tijî dikir, min zehf dixwar û vedixwar bi vî awayî di nava rojê de ew qas aciz nedibum. heya ku min nivîsekê ş. elî şerîatî xwend rewş wiha berdewam kir lê piştî ku min nivîs xwend êdî min devjê depokirina zikê xwe berda nivîsê de şerîatî bi mealkî wiha digo : "hinek însan hene ku di paşîv û fitaran de zêde zêde dixwin û vedixwun, ji wan wetrê heyfa xwe hildidin ji seetên rojîyê na Birêmin na wiha nabe tiştê ku tu dikî ne rojîye tu tenê meşka xwe tijî dikî " bi qasî kj hat bîra min wiha Bu. Axkî piştî ku min xwend ez zehf mame bin bandora vî gotinê û min soz da xwe divê ez di fitare û paşîvan de qet qesta meşk tijîkirinê nekim da ku baş bizanibim wateya rojîyê...



06.06.2016 03:25 | azad30

13. danê xawarinê yê ku dê gelê bisilman ji bo rojiya remezanê îşev rabin û bixwin e. car caran weke sihor jî tê binav kirin. hin kes bi şev berî ku rakevin têr dixwin û bi şev ranabin. hin kes jî berî bangê 1.5-2 demjimara radibin û xwarineke taşteyî amade dikin û heya mela bêje alahû ekber jî dixwin û vedixwun. di vê demê de nêta rojiyê ya bo sibê jî tê kirin.



23.04.2020 22:53 | tîrêj zana 21

14. paşîv = tahîn+dimiz+xoşav



23.04.2020 23:40 | brzn

15. di paşîvê xwarinên giran nexwun,wekî din dinava rojê de wê xwarin li ser dilê we tirş be, ger tirş bibe, werin li ser tirsik.net binivîsin, hûn ê ên ser hişê xwe.



23.04.2020 23:43 ~23:43 | merwano

16. Tiştê herî baş û xweş, li gundên kurda, ev çend sale gelek mele di paşîvê de dengbêjan vedikin ka ku milet Şiyar bibe. Bi rastî nava min û rojîyê tuneye, lê ez gelek ji vî awayî hez dikim. Carna ez naxwazim ku biqede.

Lê ji hêla din de, kesên ne oldar û têkiliya wan û rojiyê tunebe, dibe ku tiştekî tal were ev tişta ji bo wan. Bi dengekî bilind û heta herkes Şiyar dibe lêdide van kilaman.

Bi rastî şixo kesên oldar bisilman, dixwazin hema herkes rêz nîşanî wan bidin û dengê xwe ji tu tiştekî wan re nekin. Û ew jî rêz û hirmet nakin ji tu tiştekî kesê ra. Ev awa hingê din meriv ji ol û oldaran sar dike. Bi vî awayên xwe oldar wek parseka, tim û daîm xwestok û rebenin.

Rêza oldaran, ne tenê bisilman, lê Xirîstiyan, cihû û yên din tev, ji kesên din ra nîne. Li gorî wan, bîr û baweriyên din tev xeletin û rêzê heq nakin. Û ji bo kesên bêbawer şixo cî tune ku herin. Lê divê ne wisa be. Kî çi ol, bîr û baweriyê bixwaze gere dikaribe bê tirs wê bajo û dûçar nemîne li ol yan jî baweriyek din. Dûçarmayîn faşîzme.



24.04.2020 02:21 | afa

17. Dema biçûk bûm, ez û xwişka min a mezin me pir dixwest rabin paşîvê lê diya min bi inyadeke ecêb tu car em ranedikirin paşîvê. Tişteke bi qîmet nebû ku em rabûna û me yê rojî jî negirta lê nizanim çima li ber dilê me paşîv pir şirîn bû, kul û mereqek bû. demekê min û xwişka xwe me planek çêkir da ku em heta paşîvê şiyar bimînin. Yek ji me wê razabûya ya din ê şiyar bimaya û wisa dor bi dor em ê bimana heta paşîvê. Xwişka min raza û Ez heta qederekê li bendê şiyar mam, pişt re min hew bi xwe karî. xewê zor da derabên çavan û ez jî ketim xewê. Dema em şiyar bûn roj hilatibû, dinya ronî bibû.



20.05.2020 04:03 | xeyda

18. Dema xwarinê ya ku niha bo wê şiyar mame ye. Ji bo çend parî xwarinê heya vê nîvê şevê şiyar mame. Niha xew li min herimiye û nizanim bê ka ezê çi bikim.



18.04.2021 04:01 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşîv

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî