Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
3. xelatên tirşikê - tirşik
3. xelatên tirşikê
(3) (0) (10)
di mijarê de bigere

1. rojanekirin: wê ev xelat li gorî hejmara peyamên nivîskaran ya di navbera 01.09.2015 û 01.11.2015ê de, werin belavkirin.

îhtîmalek mezin wê ji 10 kesan re were şandin. (heye ku bibe 20 jî) û îhtîmale mezin xelat wê pirtûk bin. lê ev herdu xal jî hê ne zelal in.





li ser daxwazên bê ser û binî, ketiye rojevê.

weke xelatên yekemîn û duyemîn yên tirşikê, pirtûk hatibûn belavkirin. em dîsa dikarin pirtûkan belav bikin. û ya herî bixêr jî ev e.

lê cara din çend kesan ji ber sedemên cûr bi cûr xelatên xwe nexwestibûn û loma em pê êşiyabûn.

ger daxwaz hebe em dîsa dikarin tiştek wisa bikin.



têbinî: em nikarin pirtûkan bişînin derveyî welat. di eslê xwe de belkî em bikarin jî. ka em ê lê binêrin...



(bnr: xelatên 1. rojbûna tirşikê)

(bnr: 2. xelatên tirşikê)



03.09.2015 21:58 ~2015.09.06 20:33 | simurg56

2. ew xelat e ya ku mirov dibêje gelo dê li gorî çi bên dayîn.

û em dixwazin, bila vê carê sê pirtûk bin *



03.09.2015 22:25 | dijber

3. Em li hêviya wan in. Vê carê jî divê bêpar nemînim. Li gor hejmara peyaman be ez ê peyaman binivîsim, li gor tişteke din be ez ê wê bikim. Werhasil li gor çi be jî ez ê bistînim. *



03.09.2015 22:58 | mergehez

4. vê carê bi rêya malperên pirtûkfiroşgehên kurdî yên wekê pirtukakurdi.com, bi awayeke hêsantir û birêkûpêktir û heta belkî erzantir mirov dikare pirtûkên diyarî bigihîne û belav bike..

herdu carên din ji bo ku dilê nivîskarên din li tirşikê germ bibe min mafê xwe dewr kir, ne ku ji bo tenezûlnekirinê an ji ber nefsmezinî û lixweneanîn û lixwenedanînê..

lê vê carê heke tiştek li min hesilî ez jê nabihurim û heqê xwe ji tu kesî re nahêlim..



04.09.2015 01:53 | endazer

5. di vê betaliyê û bêperetiyê çend kîtab para me jî bikevin xêra xwedê ye mastê hasê ye! bi ya min divê ya bi pişkê/kura yê be ya jî ji nava nivîskarê rojê/hefteyê/mehê werine hilbijartin. Wê hingê bo ku em heq bikin çi ji destê me were da em bikin rêzdar konseya rêveberiya tirşikê . ji aliyê belakirinê ve jî ez bi kekê endazer re me.



04.09.2015 02:28 | diclefirat

6. Bila ji bo kesên 3 mehên peşiya mede herî zêde çepik standî bên dayîn. An jî bila awayeke din cudahiyek hebe van xelatande. Bila her car ne weke hev be.



04.09.2015 09:50 | azadixwaz

7. xelatên ku êdî belavkirina wan eseh bûye. 3. xelatên tirşikê/74339



06.09.2015 20:33 | simurg56

8. (bnr: xelatê tu xweş xelatî)



06.09.2015 21:36 | azadixwaz

9. xelatên wê di 2 mehan de çend nivîskarên nuh û bi sedan peyam binivîsin peyda bike.



07.09.2015 01:16 | berxweda

10. xelatên ku dê bihêle ku ez rojê bi kêmasî 20 peyaman binivîsin, û bila hayê wê jê hebe, êdî wê peyamên min giş tijî bin, lê bila yê yekem 3 pirtûkan bistîne, wê çaxê dê reqabet zêdetir bibe û dê peyam bi gelekî zêdetir bibin, an heta yê yekem, desteyeke pirtûkan bistîne *



07.09.2015 02:26 | dijber

11. ez bawer im vêca jî yek ji wan dibe para min

di helmetên bihurî de min dil li patronê me yê hêja simurg56 şewitandibû lewma min pirtûka ber dilê xwe ji ber buhabûna wê nexwastibû lê îja ezê dil pê neşewitînim û ya dilê xwe jê bixwazim uleyn!*

ger vêca jî krîtera belavkirina pirtûkan nivîskarên jêhatî be, bi hêsanî dikarim bigirim ger krîtereke dî li dar bikeve jî divê simurg56 bilezûbez krîterê eşkere bike daku em jî xwe li gor krîtera ha amade bikim, min şûr û mertal amade kirin û li hêviya derbên xwe yên xedar im, hay jê hebin!



07.09.2015 02:37 | ferhenga şikestî

12. ez çîzomîzo nizanim çi dikin bikin xelatekî bidin min û ji min re pirtûka şener ozmen "gramera bêhizûr" bikirin* û bişînin. eger şertê xelatwergirtinê ji bo min pêk neyên qene ji bo min xelata rûmetê ya tirşikê çêkin û dîsa pirtûka min dîsa bşînin û li serê jî binivîsin "ji bo birêz ceso..."



07.09.2015 17:45 | ceso

13. Xelatên divê rastnivîsêde jî krîterek bihewîne. Weke mînak; bila ji bo her peyama xeletî dihewîne hejmara peyaman yek kêm bê hesibandin. Bi vî awayî emê giringiya rastnivîsê jî nîşan bidin. Bi vî awayî emê hin kesan jî ji rêzê derxin*.



07.09.2015 19:54 | azadixwaz

14. Ji bo ez qezenc bikim divê ez baş bişixwilim. Ez nikarim zêde bêm lê xwedê kerîm û rehîm e.




15. (bnr: xelat)a min tu jehr û ziqûm jê fehm nekirîye bira tirşikker nebêjin shorbeneker dengê xerab nabe xwe.

ji kerema xwera ev sernivîs ji nûde herfo herfo aşkere bikin xwe ji avê derbas bikin.



07.09.2015 22:01 | shorbevan

16. xelatên bereket anîye tirşikê *



07.09.2015 22:40 | berxweda

17. xelatên ku ez hîn li bendî bersivê me, ta ku bizanim bê gelo, yê yekem, dê çend pirtûkan bistîne



08.09.2015 00:22 | dijber

18. a ku wê ji bo nivîskarê yekemîn, du pirtûk bin *



08.09.2015 19:28 | simurg56

19. (bnr: gotin xelat heye em jî hatin)



10.09.2015 14:28 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelatên 1. rojbûna tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî