Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qedrî can - tirşik
qedrî can
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê hawarê, helbesta wî wa "gula sor" ji aliyê ciwan haco ve hatiye gotin. çirokên wî

bi navê "guneh" ji weşanê lîsê derçûn. hemû berhemên wî jî hem di weşanên belkîyê hem jî ji aliyê dîlawer zengî vê di nav weşanên komalê de derketine...



30.07.2013 13:32 | arami

2. Qedrîcan navê wî ye rast Abdulkadir Can di sala 1911'a de li Dêrîk'ê hatiye dine helvestvan û nîvaskarekî navdarê kurda ye

Piştê serhildana şêx seid derbasê kurdistana rojava dibe.Li wî dere hinek revşenbîre kurd kovarên bi nave hawar û ronahî derxistibû di van kovara da dest bi nivîsandina helbestê kir.di mijara helbestên xwe da pirskirikê kurda ,gelên bin dest û kedkar bi kar haniye

di helbestê xwe de bin bandora cigerwîn.nazim hikmet û mayakovski de maye .di sala 1972 de çûye ser dilovaniya xwe.helbestê Wî yên te navdar yek jî ew ê:

Ez diçim mosko



bi agirê dilê zahîdekî diçe heca

bi hewêsa ewîndarê ber bi delala xwe ve diçe

bi arzûya zarokakî radipelike diya xwe dike

ez diçim mosko

devê min, dilê min her zereyê laşê min dikeve

her sê zarokên min li dora min dicivin

ji min diyariya mosko dixwazin



siwarê keştê bûm

teva pêncsad hevalî

her yek ji wan ji min bêtir heyecan

hinek ji wan ereb in

hinek jî çerkes, kurd û ermen in

lê hemû yek ziman û yekdil in

zimanê dostanî û aşitî

weke bira diçin mosko

strand, govend û dîlan



ji coş û xiroşa wan re

pêl û masiyê deryayê minêkar

bi vî ahengî em gêhiştin derdenil

paşê istembol

dîyar û bajarê nazim hîkmet

nazim hikmete zarok di vê dergûşê da

hat hejandin

diya wî ya mihîrban li wir

ji nazimê zarok re lorîya azadiyê dilûrand

dengê nazim hikmetê mezin li wir

li himber îstîbdadê kire gurmîn

lê îro ew dîyar hezîne

ji dûr ketine kurê xweyê fedakar, wefakar

ew dinale

di bin lingên emerîkan û niştimanfiroşan



em gîhiştin ewdîsiya

mehşera biratî

gûrûh-gûruûh xelk, jin, mêr, pîr û zaro

li bendê me bûn

mîna kerîya berx û miyan

em li ser hev keliyan

me hevdu hemêz dikir

me hevdu maç dikir

ji çavan hêsrên kêfxweşî û dilgeşî

dherîkîn ser rûyan

dengê "bijî aşitî û dostanî"

deçû ezmanan

ev hal li ser rê, li her bajarî

heta mosko wîsan bû

di nav welatekî bihûştin

însanê wek melekan



dil saf

dev bi ken, rû bi kenîn

nizanim çawan destên naziyên ehmaq

li van digeriya

xweş, paşê wan jî

lingê wan jî hate kişandin, ya

mucîze jî ev e

gava dijmin destê xwe

dirêjî vî welatî dikin

berxê vî welatî dibin şêr



ez gîhiştim mosko

bi germiya dilê zahîde gîhişte hecê

bi hewesa ewîndarê gîhişte

hembeza delala xwe

bi heyecana zarokî rapelka memikê diya xwe

ez gîhiştim mosko



05.08.2013 15:41 | newenda

3. di nav çîrokek xwe de(hêva çardeşevî) wisa digot:çima ruyê xwe tirş bikim? min ji xortanîya xwe tu xêr nedît ku ji pîrbûna xwe bitirsim...min şêraniya dînê tam nekir ku talbûna axiretê madê min tirş bike...



09.11.2013 00:10 | nunê

4. di nav eynî çîrokê de wisa digot:'herê tê bîra min li min sar bû,diricifîm,dilerizîm..ew serma ne ji qeşa erde,ne ji pûka berfê,ne jî borina ba û baranê bû.ew serma,ji bêkesiyê û ji rebeniyê bû.' wekî KURTEKİRİNA REWŞA KURDÊN NEÇARE ew hal.



09.11.2013 00:24 | nunê

5. gula sor

hilbÛ jor

bÎn da dor

gula sor

gula sor

li pÊş çÎyayê qaf şên bÛ

alem jê re vÎn bÛ



09.11.2013 11:07 | xelîlêzer

6. Gula Sor



Gula sor;

Hilbû jor;

Bîn da dor...

Gula sor...

Gula sor..

Li paş çayê Qaf şîn bû,

Alem jê re evîn bû



Gula geş...

Bi me xweş...

Da me heş...

Em bi bîna wê sermest;

Em pê şabin serbest...



Nazenîn..

Xemrevîn,

Xemilîn,

Pê zemîn,

Guleke bê kelem e,

Di nav baxê ÎREM e



Gula sor,

Em li dor,

Bicivin,

Bîn bikin dor bi dor..



Ji: Hemû Berhemên Wî - Qedrî Can

Rûpel; 111-112 weşanên BELKÎ



16.05.2014 02:02 | cîhana pirtûkên kurdî

7. (bnr: çîrokên qedrî can)



03.09.2015 13:42 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qedrî yildirim
» canik û camêrên tirşikê bi ya min pêwîstiya me bi kovareke qerfî he ye

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî